Beşdarbûna jinên ciwan di Konferansa Jinan a Cîhanê de balê kişand ser xwe

3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ku li Tûnisê hat lidarxistin, bû şahidê beşdarbûna balkêş a jinên ciwan ên ku bi mafên xwe û pêwîstiya têkoşîna ji bo azadiya jinan bawer in.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis -3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ku li Tûnisê hat lidarxistin, bû şahidê beşdarbûna balkêş a jinên ciwan ên ku bi mafên xwe û pêwîstiya têkoşîna ji bo azadiya jinê bawer in.

Aktîvîsta femînîst a Tirk Jansîr Denîr destnîşan kir ku beşdarbûna jinên ciwan di Konferansa Jinan a Cîhanê ya Tûnisê de pir girîng e û ev yek jî nîşana hişmendiya berfireh a jinên ciwan ên ji deverên cuda yên cîhanê der barê pirsgirêkên wan de ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Tevî geşedanên di sedsala 21'ê de jî koletiya jinan didome. Tevî derketina gelek şêweyên koletiyê ku lê bi derbasbûna demê re kêm bûn koletiya ku bi jinan ve girêdayî ye kêm nebû, berevajî berfireh bû. Karkeên jin baş dizanin ku di bin desthilatdariya sermayeyê de wekhevî pêk nayê lê ya sabît wekheviya jiyana rast e. Edalet û wekhevî bêyî şoreşeke civakî ya ku dawî li hemû binpêkirinên li ser jinan pêk tîne pêk nayê. Ez bang dikim ku li dijî şîdeta mêr, sermaye û dewletê û hilweşandina pergalên kapîtalîst bi têkoşîneke hişmendî û birêxistinkirî têbikoşin. Em jin bi salan e li Tirkiye û Kurdistanê têdikoşin, em bi azadiya jinê bawer in û em baş dizanin ku azadiya me ji azadiya civakên me ne serbixwe ye. Ez bang li kedkarên jin ên hemû cîhanê dikim ku ji bo azadiya jinê, avakirina wekheviya tam û têkoşîna li dijî tundiyê têbikoşin. Her wiha ez banga têkoşîna li dijî faşîzm û emperyalîzmê û destpêkirina guhertineke bingehîn di sîstemên civakî de ji bo azadiya jinê dikim. Bêyî şoreşeke ku her cure zext, cudakarî û dûrxistina kedkarên jin ên li hemû parçeyên cîhanê ji holê rabike ne pêkan e ku mirov behsa azadiya jinê bike.”

Çalakvana ciwan a Alman Ana Qu got ku ew kêfxweş e ku ezmûnên xwe bi keçên ji welatên cihê yên cîhanê re parve dike, ev yek dihêle ku ew sedemên rastîn û rasterast li pişt berdewamiya çewsandina keçan û jinan bi giştî fam bike û her wiha da zanîn ku riya wekheviyê hîna dirêj e.

Çalakvanê Fransî-Almanî, Jonî Jo, teqez kir ku riya wekheviyê di bin rejîmên navneteweyî yên emperyalîst ên ku mafên jinan nas nakin û zagonên ku wan diparêzin de hîn zehmet e û wiha got: “Tiştê ku di konferansê de dilniya dike ev e ku hişmendiya femînîst a berfireh dem dema guhertin û şoreşê ye li dijî hemî kesên ku wan ji nêzîk an dûr hedef digirin. Divê li dijî her cure îstîsmar û cudakariyê bi derxistina yasayan têkoşîn bê kirin. Beşdarbûna mezin a jin û keçan di konferansê de destpêka şoreşa femînîst a rast e.”