Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Şehbayê hat bibîranîn

Bi boneya salvegera berxwedana 14'ê Tîrmehê ji aliyê Meclisa Kantona Efrîn-Şehbayê ve semînera bîranînê hat dayîn.

Şehba- Bi munesebeta salvegera 42'emîn a berxwedana 14'ê Tîrmehê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Bijî berxwedana 14'ê Tîrmehê" semîner da. Semîner li hola wargeha serdem a navçeya Ehdasa Şehbayê hat dayîn û hol bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pakrewanên berxwedana 14'ê Tîrmehê û pakrewan Sakîne Cansiz hat xemilandin. Di semînerê de koordînasyonên desteyan, ofîsan, saziyan û meclisa kampa Serdem tevî saziyên xwe beşdar bûn. Semîner bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

‘Girtiyan ne teslîmkarî berxwedanê hilbijartin’

Paşê ji hêla endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk PYD'ê Efrîn-Şehba Ferhan Kobanî ve semîner hat brêvebirin û der barê roja berxwedana mezin a 14'ê Trîmehê de ev tişt hat gotin: "Em di kesayetên pakrewanên nemir ên berxwedana 14'ê Tîrmehê de hemû pakrewanên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi saya pêşengên vê berxwedanê îro li tevahî Kurdistanê û cîhanê berxwedana gelê Kurd û bindestan didome. Dirûşma Berxwedan jiyan e li tevahî cîhan ê deng vedaye û bûye dirîşma jiyanî ya mirovan ku li dijî desthiladariyê li ber xwe bidin. Di zindanên dagirkeriyê de dewleta Tirk bi hemû cureyên îşkenceyê hewl dida girtiyên siyasî teslîmkariyê qebûl bikin lê li dijî van kiryaran tu car teslîmkarî nehat pejirandin û girtiyan dest bi rojiya mirinê yê bê dem û dorveger kirin. Ev berxwedan bû bersiva herî mezin ji desthilatdariya dewleta Tirk re ku tu car nikare vîn û îradeya li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kiriye bişkîne."

‘Em bi ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê li Şehbayê têdikoşin’

Di dawiyê de Fehan Kobanê destnîşan kir ku ji sala 1982'an de û heya kêliya niha berxwedanan zindanan bênavber berdewam dike û got: "Berxwedana ku li zindanên Tirkiyeyê dest pê kiriye niha li seranserî Kurdistanê û li çiyayên azad ruhê vê berxwedanê berdewam dike û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk gel xwedî biryar û sekneke bi hêz . Berxwedana gelê Efrînê li Şehbayê ji ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê hêz û moral digre û em bi vî ruhî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, li warên koçberiyê li ber xwe didin. Em soz didin pakrewanên berxwedana 14'ê Tîrmehê em ê xeta wan bişopînin û tu carî xeta îxanet û teslîmkariyê li dijî dagirkerên Kurdistanê nepijirînin. Bi ruhê berxwedana 14'ê Trîmehê wê azadiya fizîkî ya Rêber Apo jî bê misogerkirin."

Semîner bi dirûşmên "Berxwedan Jiyan e","Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.