Berxwedana jinek li hember kêşe û zagonên malnişînê

Ezîza Ebd El-Mohsên a ku ji ber nedayîna mafên malnişînên jin gazinan li dewletê kir, diyar kir ku piştî malnişîn bûye, zanîngehê terka wê daye, lê radyoyê tu car terka wê nedaye.

IBTÎSEM EXFÎR

Binxazî – Tevî ku zêdetirî deh sal di ser malnişîna wê ji karê îdarî re derbas bûne jî, pêşkêşvana radyoyê ya Lîbyayî Ezîze Ebd El-Mohsên hê jî xwe wek jineke çalak, tijî enerjî û bi hewesa karê xwe dişewite, dibîne. Ew bawer dike ku malnişîn ne dawî ye, destpêka jiyaneke nû ye ku dikare bi heman enerjiyê, lê bi amûrên cûda were jiyîn.

Ezîza Ebd El-Mohsên got ku ev deh sal in malnişîn bûye û temenê wê niha 70 salî ye. Ezîza wiha axivî: "Gelek ji min re dibêjin rojnamevan, bes ez pêşkşvana radyoyê me. Piştî malnişîna min, jiyan bi tevahî guherî. Ne tenê ji ber malnişînê, ji ber şert û mercên ku Lîbya wê demê pê re rû bi rû ma jî. Welat di rewşek aloz de bû. Gelek ji me dev ji çûyîna birêkûpêk a kar berdan, her çend em hê bi fermî malnişîn nebûbûn jî. Ez di rêveberiya fakulteya perwerdehiyê de dixebitîm û xizmeta wan ji bo min kêfxweşiyek bû. Min ew wek rêwiyan didît. Jin herî zêde ji biryarên malnişînê bandor dibe."

Ji zanîngehê ber bi radyoyê ve

Ezîza Abd El-Mohsên dibêje ku şert û mercên wê yên civakî ew neçar kirin ku dev ji karê îdarî berde û derbasî qada medyayê bibe û wiha got: "Di rojnameya ‘Qaryounis’ de xebitîm û min nivîsek bi sernavê "Nivîskar û Pirtûk" nivîsand. Tê de min nivîskar nirxand û xalên herî girîng ên di pirtûkê de nîqaş kir. Dema ku agahiya malnişîna xwe bihîst, tiştê ku min êşand ew bû ku ez pîr bûm. Her çiqas difikirîm ku zanîngeh dê piştî malnişînê jî hewceyê ezmûna min be, ne hewce bû."

'Tevî temenê min radyoyê terka min neda'

Ezîza Ebd El-Mohsên derbarê têkiliyên xwe yên bi radyoyê re de wiha got: "Piştî malnişîna ji zanîngehê, radyoyê ewlehî da min. Ji sala 1975'an vir ve, ji dema ku tevlî bûm, kêm caran jê derdiketim. Ez endamek çalak a wê bûm û dema min tijî malbat û kar bû. Berevajî zanîngehê, min hest nedikir ku ez dev ji radyoyê berdim. Min tu car nehiştiye ku nexweşî bibe sedemek ji kar qut bibim. Ez ji karê xwe hez dikim. Heta ku deng û raman hebin, radyo karekî pir xweş e. Heta ku ez neaxivim jî, malnişînbûn çênabe. Ez dikarim binivîsim, bernameyan amade bikim û li pişt perdê beşdar bibim."

 'Malnişîn ne dawî ye lê amadekariyê hewce dike'

Ezîza Ebd El-Mohsên tekez kir ku malnişînê dibe ku destpêkek nû be û got: "Hîn jî tiştek heye ku ez pêşkêş bikim. Gelek jin piştî malnişînê derfeta xebatê nabînin û jiyana wan têk diçe. Ji ber vê ez pêşniyar dikim ku her jinek malnişîn bûye dest bi nivîsandina rojnivîskê bike, hestên xwe bixwîne û li ser kaxezê parve bike. Jin bê rawestan didin, heta piştî malnişînê jî, lê mêr li bendê ne ku her tişt ji wan re bê dayîn. Malnişîn eger alternatîfek din tune be bi êş e."

Di nava dewlet û malnişînê de piştevanî nîne

Ezîza Ebd El-Mohsên di dawiya gotinên xwe de rexne li nebûna piştevaniya ji aliyê dewletê ve ji bo kesên malnişîn bûne kir û got: "Çima jinên malnişîn bûne nayên destekkirin? Heta ku tenduristiya wan baş be, çima ew berdewam li ser kar nakin? Ew dikarin beşdarî navendên perwerdehiyê an kargehên sivik bibin, lê li Lîbyayê, eger hûn malnişîn bibin, ew ji we re dibêjin: "Mala we berpirsiyariya we ye."