Bertekên jinan li dijî bûyera tacîzê ya li Yemenê zêde dibin

Daxuyaniya aktîvîsta Yemenî Leyla el-Mektarî ya li navendek polîsan rastî tacîzê hat, bû sedema bertekên mezin. Rêxistinên mafên mirovan û nûnerên civaka sivîl, daxwaza lêpirsînek zelal û parastina jinan kirin.

Navenda Nûçeyan – Piştî daxuyaniya parêzvana mafên mirovan a Yemenî Leyla el-Mektarî ku li navendeke polîsan a li parêzgeha Hodeydayê rastî tacîzê hat, parêzvanên mafên mirovan û raya giştî, bangên ji bo parastina jinan a di saziyên ewlehiyê de zêde kir.

Daxuyaniyên Leyla el-Mektarî, li welat bû sedema bertekên mezin. Gelek rêxistin û çalakvanên mafên mirovan, daxwaza lêpirsînkirina bûyerê ya bi awayekî serbixwe kirin û xwestin kesên berpirsyarên binpêkirinên li dijî jinan hesab bidin. Vegotinên Leyla el-Mektarî, li ser platformên medyaya dîjîtal jî deng veda. Gelek bikarhêneran, diyar kirin ku binpêkirinên jin li navendên polîsan û yên binçavkirinê rast tên divê bi awayekî lezgin û bi serbixwe werin lêkolînkirin.

Daxwaza darizandina berpirsyaran zêde dibe

Di nirxandinên li raya giştî de, hat tekezkirin ku bûyer ne tenê bi îdiayên Leyla el-Mektarî sînordar e, bi ewlehî û mafên bingehîn ên hemû jinên li Yemenê ve girêdayî ye. Parêzvanên mafên mirovan, xwestin îdiayên binpêkirinên li dijî jinan neyên paşguhkirin û berpirsyar werin darizandin.

5 hezar û 800 binpêkirin hatin belgekirin

Di rapora dawî ya ji aliyê Tora Maf û Azadiyên Yemenê ve hat weşandin de, hat diyarkirin ku di 9 salên dawî de zêdetirî 5 hezar û 800 binpêkirinên mafên mirovan li dijî jinan hatine belgekirin. Di raporê de, gelek bûyerên binpêkirinê yên mîna qetilkirin, birîndarkirin, revandin, windakirina bi darê zorê, îşkence, ji kar derxistin û leşkeriya bi darê zorê cih girtin.

Her wiha di raporên Navenda Edaletê ya Emerîkî de jî tê diyarkirin ku jinên Yemenî demek dirêj e bi binpêkirin û sînordarkirinên pergalî yên mafên mirovan re rû bi rû ne. Di raporê de tê diyarkirin ji dema ku Hûsiyan di Îlona 2014’an de kontrola paytext Sanayê girtin destên xwe ve heta niha, girtinên kêfî û darizandinên siyasî bûne yek ji rêbazên ku ji bo tepeserkirina jinan tên bikaranîn.