Berteka li dijî qeyûmê: Divê em bibin yek û dengê xwe bilind bikin

Jinan bertek nîşanî darbeya qeyûm a li dijî Şaredariya Colemêrgê dan û gotin: “Ew diz in û divê ji bajar werin derxistin. Divê em bibin yek û dengê xwe bilind bikin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg - Piştî ‘Meşa Demokrasiyê’ ya 3 rojan a li dijî darbeya qeyûm a 3’ê Hezîranê, li dijî Şaredariya Colemêrgê pêk hat, gel bi mîtîngeke mezin a 13’ê Hezîranê li Colemêrgê hat ba hev. Di mîtînga ku bi deh hezaran kesên ji Kurdistan û Tirkiyeyê beşdar bûn de dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berzkirin û pankarta bi nivîsa “Gelek kesan hewl da lê tu kes bi ser neket” hatin hilgirtin.

Di mîtîngê de gel bi tevlibûneke xurt daxwazên xwe ji nû ve anîn ziman, di meşa bi pêşengiya jin û ciwanan de girîngiya têkoşînê derket pêş. Jinên ji çar aliyên Kurdistanê ji bo mîkrofonên ajansa me têkildarî qeyûm û pêvajoya pêş de axivîn. Jinan bi taybetî banga rêxistinbûn û yekitiyê kirin û diyar kirin ku ew qeyûmên tayinkirî nas nakin divê têkoşîna li dijî qeyûman bi awayekî xurttir bidome.

‘Baweriya me bi gel û partiyê heye’

Zînet Teymur, anî ziman ku ji çar aliyên Kurdistanê ji bo qeyûm şermezar bikin hatine Colemêrgê û got: “Em van qeyûman û desteserkirina îradeyê qebûl nakin. Me cara berê nekir, em niha nakin û naxwazin careke din dubare bibe. Îradeya me tune ye ku em bidin kesek, ger hebûya me yê dengê xwe bidana, ji ber ku em wan naxwazin me dengê xwe neda wan. Bi vê hêz û vîna xwe em ê qeyûman jî yên din jî ji van bajaran bişînin. Serkeftin wê her dem a gelê Kurd be. Em bi xwe, gelê xwe û partiya xwe bawer in. Gel van qeyûman naxwaze. Ger em dest bidin hev, em ê van qeyûman bişînin.”

‘Ev roj ne roja bêdengiyê ye’

Emîne Ozkaş kesên ji bo piştgiriyê hatin Colemêrgê pîroz kir û got: “Divê îro her kesên xwedî şeref û rûmet li vir bin. Em li vir in ku vîna xwe biparêzin û dengê xwe bilind bikin. Em mafên xwe dixwazin û ji bo vê jî divê edalet pêk were. Ev şaredarî û vîna ya me ye, ne ya wan e. Ji ber ku em serketin û wan winda kir, qebûl nakin. Em a xwe dixwazin û heta ku bi dest nexin em naçin. Em ji bo têkoşînê li vir in û ji her tiştî re amade ne. Çi ji destên me bê em ê bikin. Em ne ji girtinê ne jî ji tiştekî din natirsin. Armanca wan ew e ku her tiştê îro destê me de ye bigrin. Tişta ku me dengê xwe jê re nekir, wext hat tiştek din. Ji ber wê jî îro ne roja bêdengiyê ye. Divê îro her kesê bi şeref vê îradeyê biparêze û destê xwe dayne ser wijdanê xwe. Divê gelê me rabe ser lingan, dem dema berxwedan û serkeftinê ye. Bila gelê me vê bibîne û li gorî wê gavan bavêje. Em qeyûman naxwazin û qebûl nakin.”

‘Divê walî rêz li vîna gel bigre û li ser kursiyê rûnenê’

Aysel Atmaca, anî ziman ku yên ji bo piştgiriyê bidin gelê Colemêrgê hatine mafdarbûna wan zêde kirine û wiha got: “Îro ji her derê mirov hatin vir. Dema ku me ew dîtin, mafdarbûna me ya heyî zêdetir bû. Jixwe bi salan e em têdikoşin. Îro divê em vê têkoşînê hîn zêdetir mezin bikin. Ez weke miroveke ji vê derê vî qeyûmî qebûl nakim. Ger wijdan û edalet di nav walî de hebe bila li ser wê kursiyê ne rûne. Îro em têkoşîneke mafdar dimeşînin. Ji bo vê jî çi ji destê me bê em ê bikin. Çi çalakiya rûniştinê be, çi jî meş be em ji bo her tiştî amade ne. Îro ne roja rûniştinê ye, roja dengê xwe bilindkirinê ye, ji bo wê em li qadan in. Ji ber ku me qeyûm qebûl nekir em hatin mîtîngê. Di vê mijarê de zêde tişt nîn e em bibêjin, tenê têkoşîn e, tiştekî din nîn e.”

‘Divê Kurd bibin yek’

Ayşe Arslan, anî ziman ku qeyûm dijminên jinan û gelê Kurd in û got: “Îro ji bo van qeyûman ji holê rakin pêwîst e hemû gelê Kurd li kêleka hev bin û bibin yek. Ger em nebin yek, em ê yek bi yek herin lê ger em bibin yek kes nikare me têk bibe. Me îro li qadan ev yek pir baş dît. Pêwîst e ev yekitî hîn zêdetir bibe. Divê em ji bo vê yekê çi ji destên me tên bikin.”

‘Ev diz wê ji vir derkevin’

Sabîre Taşkin, anî ziman ku wê qeyûm bişînin û wiha berdewam kir: “Em ê bişînin, ew li vir namîne. Şaredarî ya gelê Kurd e. Divê dost û dijmin jî vê baş bizanibin. Tu êşek nema ku wan bi serê gelê Kurd de neanî lê êdî rûniştin û qebûlkirin nîn e, li hemberî vê zilmê êdî bêdengî nîn e. Bi eşkereyî diziyê dikin û erka me ya jinan e ku em van dizan bişînin. Bila qeyûm em ji vir bibihîzin, em wî naxwazin. Em ji zilma wan re dibêjin êdî bes e. Heta ew neçin em bêdeng namînin, em ji vir dernakevin. Çi pêwîst be em ê bikin. Em ê rê nedin van talankeran. Ji ber ku me qeyûm qebûl nekir, em bi saetan rê hatin lê dîsa be em ê dîsa bikin. Îro divê gel li kêleka hev û bi hev re bin. Ger em serkeftinê dixwazin divê em belav nebin. Divê em firsendê nedin van dizan.”

‘Dê careke din jî bi ser nekevin’

Halîme Yasak, anî ziman ku ew ê qeyûm careke bin bikeve û got: “Zilmê li me û vîna me dikin. Tişta ku bi salan e dikin dîsa diceribînin lê bi salan e bi ser neketin. Ji niha û pê ve jî wê nikaribin bi ser bikevin. Em heta dawiyê li vir in û em ê her dem ji qeyûman re bibêjin na. Em bi ser dikevin, ew tên û talan dikin. Divê êdî dawî li vê talanê bê. Divê ev dewran wisa berdewam neke. Werin em êdî bi hev re bibêjin, rawestin. Em heta dilopa xwîna xwe ya dawî li vir in û em ê deng bidin. Çi dibe bila bibe em ê bixebitin, çi dibe bila bibe nikarin me biçewisînin.”

Banga têkoşîna bênavber!

Herî dawî Hatîce Kaya û Mekiye Bahçecî jî gotin: “Ev diz wê derkevin. Em ê wan bişînin. Bila destên xwe ji vî gelî û mafên wî bikşînin. Ew ê di bin vê zilmê de bifetisin” û banga têkoşîneke bênavber li dijî qeyûmê tayînkirî kirin.