Berpirsa Têkiliyên Derve ya KJAR’ê: Em ê xeyalên jinên pêşeng pêk bînin

Berpirsa komîteya pêwendiyên karên derve ya KJAR’ê Rozerîn Kemanger der barê komkujiyên ku li hemberî jinên pêşeng ên Tevgera Azadiyê tên kirin de diyar kir ku wê xwedî li pêşengên ku ji bo civakek azad têkoşiyan derkevin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Pêşenga tevgera azadiyê Sakîne Cansiz (Sara) û rêhevalên wê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê sîxurên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Bi nêzbûna salvegera 10’emîn a komkujiya Parîsê, di 23’ê Kanûnê de li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşek çekdarî pêk hat. Di encama êrîşê de endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara, hunermend Mîr Perwer û Aburrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan.

Berpirsa komîteya pêwendiyên karên derve ya KJAR’ê Rozerîn Kemanger komkujiya Parîsê şermezar kir û bal kişand ser dema komkujiya duyem a Parîsê û diyar kir ku ew jinên bûne hedef di têkoşîna azadiyê de pêşengî kirine. 

Berpirsa komîteya pêwendiyên karên derve ya KJAR’ê Rozerîn Kemanger da zanîn ku komkujî dubare dibin, îsal 10’emîn salvegera komkujiya Parîsê bû lê belê hê çend roj mabûn jê re li heman cihê komkujiya duyemîn pêk hat. Sedemên vê jî hebûna jinên pêşengin û got: “Her xebatên ku em bikin, em ê dubare sonda têkoşîna ku wan jinan ava kiriye nû bikin. Bi temamî ew jinên pêşeng xwedî bîr û baweriyek perwerdekirî ne. Li ser bingeha azadî, armanca me ew e em bigihîjin serkeftinê. Jinên pêşeng ên xwedî fikir û felsefeya ku li hemberî aqilê kevneperest ê mêrsalarî disekinin, ji ber wê her dem dibin hedefa dijmin.”

‘Jinên pêşeng dibin hedef’

Rozerîn Kamanger destnîşan kir ku hedefgirtina jinên pêşeng ên weke Sakîne Cansiz û Evîn Goyî ne tesaduf e, fikrên jinên pêşeng û baweriya wan li dijî zihniyeta mêrsalariyê têkoşînek bi hêz didin meşandin û ji ber wê jî dibin hedefa dijmin û wiha got: “Têkoşîna jinên Kurd bi armanca guhertina zîhniyeta paşverû ya civaka Kurd û civakên din e. Jinên Kurd, Azerî, Belûc, Ereb, Afgan û yên din û ji bo hemû jinên din ên cîhanê bûne mînak û vê jî ji bo sîstema kapîtalîst, hêzên cîhanî û netewdewletan weke gefekê dibînin û her dem êrîşî jinên pêşeng dikin.”

‘Ruhê şoreşê bi dem û deran re sînordar nîn e’

Rozerîn Kamanger bal kişand ser serhildanên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di bin pêşengiya jinan de dest pê kiriye û wiha got: “Ruhê şoreşê ne bi dem û deran ve girêdayî ye. Hikumeta Îranê ew zext û zilma ku li jinan û gelan dike wê bi têkoşînê rejîma Îranê têk bibe û divê gel bi hev re 0têkoşînek hevpar bide meşandin.