Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî banga parastina deryayan kir
Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî tekez kir ku qirêjiya deryayan hîn jî cihê nîgeraniyê ye û banga girtina tedbîrên armanckirî ji bo têkoşîna li dijî qirêjiya deryayan kir.
Navenda Nûçeyan - Pisporên Neteweyên Yekbûyî tekez kirin ku têkoşîna li dijî qirêjiya deryayê pirsgirêkek cîhanî ye û ji bo kêmkirina wê pêdivî bi nêzîkatiyek cîhanî heye. Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî tekez kir ku qirêjiya deryayan hîn jî cihê nîgeraniyê ye û banga girtina tedbîrên armanckirî ji bo têkoşîna li dijî qirêjiya deryayan kir.
Li gorî Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî, mîqdara bermayên ku di deryayan de têne dîtin bi lez zêde dibe û ger tedbîrên aramnckirî neyên girtin tê pêşbînîkirin ku bermahiyên plastîk ên di deryayan de heya sala 2040'an wê sê qat zêdetir bibin.
Rêvebira parastina deryayan li Portland Janîs Sîrlez eşkere kir ku jiyana di binê avê de ji bo jiyana li ser avê girîng e.
Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) surfervana Brezîlî Maya Gabîra wekî yek ji şampiyonên rêxistinê yên Ciwan, ji bo deryayn hilbijart.
Li gorî daneyên dawî yên Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî û tevî destpêşxerî û hewldanan, niha rêjeya plastîk a di deryayande bi qasî 75-199 mîlyon ton tê texmînkirin.