Bêrîtan Guneş Altin: Pêkanîna rêgeza wekheviyê dikare bibe xala destpêkê

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin li ser 10’emîn Pakêta Darazê nirxandin kir, bal kişand ser rêgeza wekheviyê û got: “Ger li gorî hukmên di makezagonê de tevbigerin dibe ku di çareseriya gelek pirsgirêkan de bibe xala yekem.”

SERPÎL SAVUMLU

Stenbol – Piştî banga dîrokî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir, li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Abdullah Ocalan di “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de xwest PKK  kongreya xwe li dar bixe, hemû kom çekên xwe berdin, PKK xwe fesih bike. Piştî wê peyamê PKK biryara kongreye da û ragihand ku dest ji têkoşîna çekdarî berdaye.

Van pêşketinan di raya giştî de pirsa “Dê dewlet gavên çawa bavêje?” bi xwe re anî. Daxuyaniyên ji aliyê hikumetê ve, pêşniyariyên ji bo avakirina komîsyonek li meclise, bi wan re jî çavên her kesê li 10’emîn Pakêta Darazê bû. Vê carê jî pirsa “Gelo dê meclis ji bo aştiyê çi bike?” hat rojevê lê paket ji hêvî û bendewariyên civakê dûr ji meclisê derbas bû. Bi taybetî berdana girtiyên nexweşiya wan giran, wekheviya di pergala înfazê de, mafê hêviyê û li ser gelek mijarên din hêviya ku dê di cejnê de agahiyên xweş werin bi pakêtê re vala derket.

Gelo tunebûna van bendan di pakêta darazê de tê wateya ku dê gav neyên avêtin? Li gorî hiqûqnas, siyasetmedar, zagonên li Tirkiyeyê û peymanên navneteweyî yên hatine îmzekirin bersiva vê: Na ye. Hiqûqnasan diyar kir ku bi taybetî di mijara girtiyên nexweş de bendewarî ji pakêtê hebû balê dikşînin ku ev guherîn nebe jî dikarin gav bavêjin. Li gorî hiqûqnasan jixwe li gorî zagonên heyî, girtiyên ku tesbît bûye bi giranî nexweş in divê werin berdan. Gavên ji bo vê werin avêtin di çarçoveya zagonan de weke gaveke demokratîkbûnê tê dîtin.

Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin a tevlî civînên Komîsyona Edaletê ya ji bo 10’emîn Pakêta Darazê dibû, li ser paketê ji ajansa me re nirxandin kir.

‘Bêyî guhertina zagonan jî dikarin gav bê avêtin’

Bêrîtan Guneş Altin li ser mijarê wiha got: “Mijara girtiyên nexweş, tişteke ku divê bi lezgînî were kirin e û du nêzikatiyên paralel pêwist in: A yekem, derfet dide ku hiqûqa heyî ji bo rewşên lezgîn demildest bikeve tevgerê. Li gorî peymanên neteweyî û yên navneteweyî yên hatine îmzekirin divê girtiyên nexweşiya wan giran, bikaribin ji mafên xwe sûdê bigrin. A duyemîn jî guherînên zagonî yên berfireh ferz in. Pakêta darazê her çendî gaveke girîng be jî hem ji bo pêkanîna zagonên heyî, hem jî guherînên ku bi zêdekirinê çêbibin divê werin kirin. Ji ber wê li cihê yan guherîn an jî pêkanînê divê nêzikahiya ‘hem çareseriyên lezgîn ên îro hem jî reformên mayînde yên ji bo pêşerojê’ werin pejirandin.” 

Bêrîtan Guneş Altin bi gotinên “Her wiha di 27’ê Sibatê de banga ku birêz Abdullah Ocalan kir divê têkiliya wê ya bi înkara 100 salî ya li ser Kurdan re bi zelalî were dîtin” axaftina xwe wiha domand: “Lewre sed sal in ji ber mafên Kurdan hatin desteserkirin, tune hatin dîtin, înkar û bişavtinê, Kurdan dest bi têkoşînê kirin. Ji ber wê divê sedema vê têkoşînê were dîtin. Bi vê berxwedan û têkoşînê re zextên ku çêbûne hene. Girtiyên siyasî, şewitandina gundan, girtiyên nexweş, dorpêça li ser siyaseta demokratîk, krîmînalîzekirina siyaseta demokratîk çend ji van mînakan in.”

‘Her kes li benda tiştên din bû’

Bêrîtan Guneş Altin got ku sedemên pirsgirêka Kurd, encamên îro û berxwedan û têkoşîna ku dest pê kir re encamên krîmînalîzekirina dewletê ya pirsgirêka Kurd e, li ser girtiyên nexweş û yên siyasî wiha got: “Niha li girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî û yên nexweş hene. Ev hemû ji ber hebûna pirsgirêka Kurd, bi têkoşîna ku dest pê kir çêbûn. Ji ber wê ev ne sedem, encam in. Ango li dijî polîtîkayên înkarê yên sedsalî têkoşîn hatiye meşandin lê her dem hewl dane bi zextan vê têkoşînê rawestînin. Ji ber wê guherînên di pakêta înfazê de perçeyek ji pirsgirêka Kurd e. Demokratîkbûna Komara Tirkiyeyê, avabûna welatîbûyîna wekhev dê sedemên pirsgirêka sedsale ji holê rake. Dema em ji vî aliyê ve dinêrin, dibînin ku encama ji 10’emîn Pakêta Darazê derket ji bendewariyên me cuda ye. Civak jî li benda vê nebû.”

‘Li gorî ruhê pêvajoyê nîn e’

Bêrîtan Guneş Altin diyar kir ku hebûna rejîma înfazê ya wekhevîxwaz û daxwaza azadiya girtiyên siyasî di mehên dawî de ji aliyê rayedarên dewletê û Wezareta Dadê ve tê ziman loma di nava civakê de jî nîqaş li ser çêdibin û wiha domand: “Tevî ku li meclise di her merheleyê de hat ziman jî me pakêteke ku li gorî hêviyên civakê û ruhê pêvajoyê nîn e dît. Di vê pakêtê de ji girtiyên siyasî re azadî tune ye, tiştek ji bo zarokan pêşerojek wekhev û azad tune ye, li gorî daxwaza aştiyê nîn e.”

‘Rewş bi pirsgirêka demokrasiyê re têkildar e’

Bêrîtan Guneş Altin got ku divê pakêt baştir were sererastkirin û bi gotinen; “Pakêt bi vî halê xwe ne li gorî pêdiviyê civakê ye ne jî ji pergala edaletê. Divê were zanîn ku mayîna girtiyên siyasî û yên nexweş  li girtîgehan, li Tirkiyeyê di warê rêgezên demokrasî û hiqûqê de pirsgirêkên mezin çêdike, dibe sedema texrîbatên mezin” bal kişand mayîna girtiyên nexweş, di girtîgehan de jixwe sûc e û wiha domand:

“Pêkanîna Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan û tiştên ku Makezagon ferz dike û li gorî rêgeza wekheviyê bêyî cudakirina sûc divê girtiyên nexweş werin berdan. Ji bo pêşiya vê were vekirin, tenê di mewzûatê de guherînên biçûk werin kirin bes e. Dema ku ev bikevin pratîkê dê were wateya bersiva banga ji bo aştî û civaka demokratîk. Ji ber wê ev hemû bi demokrasiye re têkildar in, bi înkara Kurd ve têkildar in û ger ev pirsgirêk bi demokratîbûneke topyekun çareser bibe dê belavî hemû qadan bibe. Ango Tirkiyeya demokratîk, a ku hebûna Kurdan, ziman û çanda wan înkar nake, li ser bingeha welatîbûniya wekhev, hem li Tirkiyeyê, hem di pergala dadê de, hem jî di warê aborî û azadiyê de dê çareseriyan bi xwe re bîne. Bi vê re dê di warê mafên çandî, zimanê dayikê û hemû pirsgirêkên din de çareseriyê bi xwe re bîne û belavî hemû qadan bibe.”

‘A girîng ew e ku ji bo Abdullah Ocalan mercên ku bikaribe bi azadî bixebite werin avakirin’

Bêrîtan Guneş Altun diyar kir ku ya destpêkê çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û wiha bi dawî kir: “Aktorê sereke û yê ku dikare dest bi muzakereyan bike birêz Abdullah Ocalan e. Ji ber wê avakirina mercên xebatê yên azad, di vê xalê de pir girîng e.”