Bêrîtan bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hat bibîr anîn

Li bajarê Qamişlo, bi pêşengiya Kongra Star, jinan 30’yemin salvegera Bêritan - Gulnaz Karataş ku yek ji pêşenga Tevgera Azadiya Jinên Kurd e û damezrînera artêşbûna jinên Kurd e bi meşek girseyî ew bibîr anîn.

Qamişlo –  Bi pêşengiya Kongra Star, bi sedan jinên ku li ber dermanxaneya Deham ya li taxa Korniş a bajarê Qamişlo hatin cem hev. Bi wêneyên Bêrîtan – Gulnaz Karataş û 17 gerîlayên HPG û YJA-Star ku hefteya borî hat diyarkirin ku di encama êrişên bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk de li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe jidest dan û alên Kongra Star û bi diruşma “Jin, Jiyan, Azadî” heta ber Nunertiya Neteweyên Yekbûyî meşiyan.

Jinan li vir di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a di sala 1992’yan de di operasyan ku ji aliyê dewleta tirk ve li Başurê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê hat despêkirin de  jiyana xwe ji dest da deqeyek rêz girtin. Jinên beşdarî çalakiyê bûn hêrs û helwesta xwe bi dirûşim û peyamên xwe diyar kirin.

Di meşê de li ser navê Rêxistina Kongra Star Emel Şemdîn daxuyanî da. Emel Şemdin, di destpêka axaftina xwe de hemû jinên berxwedêr silav kir û di şexsê Berîtan - Gulnaz karataş de tevahî şehîdên şoreşê bîbîr anî.  Emel Şemdîn destnîşan kir ku dewlet xwe li ser xwîna civakê dide jiyîn û destnîşan kir ew dê li hemberî ve hişmendiyê dest ji xeta azadiyê, wekhevî û edaletê bernedin û weha dom kir; “Di şexsê Bêrîtan de bi hezaran şehîd neqşa jiyanê neqişandine û mohra xwe li dîrokê dane. Rêber Apo dibêje ez şagirtê Bêrîtan û Zîlanan im, em jî dibêjin em jî şagirtê bi hezaran Bêrîtan û Zîlanan in. Em îro bi saya Rêber Apo hînî vê xeta azadiyê bûne.”

‘Bêrîtan fedaî bû’

Endama Kongra Star Hediye Ebdo ya beşdarî meşê bûbû diyar kir ku Bêrîtan bi azweriyek mezin şer kiriye, li ber xwe daye û heta dawiya jiyana xwe li dijî xiyanetê sekiniye. Hediye Ebdo destnîşan kir ku Bêrîtan ji ber xiyanetê ket nav çemberê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê ji ber ew dilsoza riya xwe bû, teslîmiyet red kir û nehişt çeka wê jî bikeve destê dijmin. Di ruhê Bêrîtan de artêşbûna jinê xuya dike û ew jinek fedaî bû. Îro bi saya wê ruhê jin li ber xwe dide û em ê her tim doza wê bişopînin.”

“Bêrîtan ji bo me dîrok e”

Yek ji çalakvana din Rêveberiya Kongra Star Menîce Heyder jî bal lê kişand ku Bêrîtan bi berxwedana xwe ji bo tevgera jinê mîrateyek ava kiriye û got; “Em hemû li ser şopa wê dimeşin. Li Rojavayê Kurdistanê şoreş pêk hat û bi hezaran Bêrîtan li ser şopa wê di vê şoreşê de cih digrin.” Menîce Heyder a got ku “Bêrîtan ji bo me dîrok e” da zanîn ku ew ê bibin şopdarê rêya Bêrîtan.

Bêrîtan – Gulnaz Karataş kê ye?

Gulnaz Karataş di sala 1971’an de li Dêrsim a Bakurê Kurdistanê ji dayîk dibe, di sala 1990’an de tevlî nav refên PKK’ê dibe.

Bêrîtan a yek ji pêşengên têkoşîna azadiya jinê û artêşbûna jinên Kurd e di 25’ê Cotmeha 1992’an de, di şerê dewleta Tirk û PDK’ê ya li dijî gerîlayan de, heya guleya xwe ya dawiyê li hemberî bangên teslîmiyetê şer dike û ji bo nekeve dest çeka xwe dişkîne û xwe ji zinar davêje û jiyana xwe jidest dide. Heman demê 25’ê Cotmehê ya roja ku Bêrîtan jiyana xwe jidest dide weke destpêka artêşbûna jinên Kurd ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Kurd ve hat îlankirin.