Berhema luks: Peda hîjyenîk
Di salek de ji bo pedên hîjyenîk ji sedî 50 zem çêbû. Li meclisê gelek caran ev mijar hat rojevê lê yên alîgiriya jinan dikin dest ranekirin. Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum destnîşan kir ku qebûlkirina pêdiviya pedê ji aliyê dewletê ve weke pêdiviyeke bingehîn û diyar kir ku ew ê bi kampanyayan zemîna îdeolojîk a ku jinan tune dihesibîne jî biguherînin.
ELÎF AKGUL
Stenbol- Destpêkê krîza perêyên biyanî û piştre jî bi bihayan re gihîştina pedên hîjyenîk ku ji bo jinan pêdiviyeke bingehîn e hîn zêdetir biha bû. Bihayê her pedeke hîjyenîk ku di salekê de ji sedî 51,04 zêde bû derket 2 TL. Li gorî lêkolîna Tora Xizanî ya Kûr, li Tirkiyeyê ji sedî 82’ê jinan nikarin pedên hîjyenîk bi kar bînin. Bertek û daxwazên ji bo bêperebûna pedên hîjyenîk an jî ji sedî 18 kêmkirina bacê jî berdewam dikin.
Ji wekîlên HDP'ê pêşniyarên qanûnê
Daxwazên jinan ên der barê pedan de gelek caran li TBMM'ê hatin ziman. Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy, ji bo guhertina Qanûna baca bihayê zêdebûyî yê li ser berhemên hîjyenîk ku jin bi kar tînin ji sedî 18'an bê daxistina ji sedî 1'ê pêşnûmeya qanûnê pêşkêş kir. Wekîla HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu jî ji bo sererastkirina Qanûna Sîgortaya Civakî û Sîgortaya Tenduristiyê ya Giştî û Qanûna Baca Zêdetir pêşniyara qanûnê kir û wiha got: "Pêwîst e berhemên hîjyenîk ên ku jin di heyama mehane de bi kar tînin ji kesên hewcedar re bêpere bê dayîn û baca li ser van berheman ji bo ji sedî 1 were kêmkirin.”
Her wiha li ser malpera Change.org kampanyayên cuda yên ji bo bêperebûna pedên hîjyenîk, ji bo rakirina ji sedî 18 KDV’ê û ji bo bêpere dayîna girtiyan berdewam dikin.
Yek ji kesên ku ev daxwaz anî ziman Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum e. Zuleyha Gulum ku ji ajansa me re axivî, destnîşan kir ku divê dewleteke civakî pêwîst e pedên hîjyenîk ku yek ji pêdiviyên bingehîn e, bê pere belav bike.
“Divê ku pedên hîjyenîk wekî berhemek luks neyên hesibandin”
Zuleyha Gulum anî ziman ku em di serdemeke xizaniya jinan zêde dibe re derbas dibin, bi bîr xist ku dema polîtîkaya AKP'ê ya girtina jinan a malan û qutkirina jinan ji jiyana kar berdewam dike, jin jî bi rewşên weke ji kar avêtinê û kêmkirina mûçeyan re rû bi rû dimînin. Zuleyha Gulum da zanîn ku li ser vê hawirdora aborî zêdebûna buha, berhemên ji bo tenduristiya zayendî ya jinan jî bi bihayên giran tên firotin, wiha got: “Pê nayê bawerkirin ku ji sedî 18 KDV’ê li ser malzemeyên xerîdar ên luks ên wekî zêr, mucewher, wesayîdên nû tên bikaranîn li ser pedên hîjyenîk jî ku pêdiviya bingehîn e, di nav wan de cih bigre”
Zuleyha Gulum bi bîr xist ku "dewletek ji bo civakê be neçar e pêdiviyên bingehîn bêpere dabîn bike” wiha axivî: “Ev berhema ku pêwîstiya jinan bi rêkûpêk pê heye divê bi rastî bêpere be û li gorî pêdiviyên jinan li jinan bê belavkirin. Lê bi taybetî jî dema ku mijar dibe hewcedariyên jinan ên laş û tenduristiyê, ev hikûmet bi awayekî xwezayî helwesteke wiha digre ku ev berhem ji aliyê dewletê ve nayên pêkanîn, serê we werê girtin û nayê dîtin.”
“Yên herî kêmderfet, xizan, koçber, girtî û xwendekar in”
Zuleyha Gulum diyar kir ku yên herî zêde ji bihayê giran bi bandor dibin, beşên kêmderfet ên civakê, jinên xizan, koçber û girtî ne û got: “Bi milyonan koçber di nava xizaniyê de dijîn. Bi tu awayî ne mimkun e ku ew li vir karekî qeydkirî, ewledar bibînin. Koçberbûn zehmet e, jina koçber bûye hîn zehmetir e. Ji bo jinên koçber ku di heman demê de xizanên herî xizan in divê berhemên bi vî rengî bê pere bên belavkirin.”
“Girtî neçar in ji kantînê pedên tenduristiyê bi bihayên giran bikirin”
Zuleyha Gulum li ser jinên girtî jî wiha got: “Koma din jî girtiyên li girtîgehan in. Di pêvajoya dawî de girtîgeh veguherîn cihê bazirganiyê. Ev der bûye cihên ku kerebe, av û xwarin jî bi buhayên pir giran e. Bihayê berhemên li kantînê pir zêde bûye. Kesek ji derve nikare ji we re pedek hîjyenîk bîne. Berê ev yek pêkan bû lê niha li girtîgehan girtî neçar in hema her tiştî ji kantînê bikirin. Ger di kantînê de malzemeyek were firotin divê hûn ji kantînê bikirin, ne mimkûn e ku xizm, nasên we û hevalên we yên ji derve bidin we.”
Zuleyha Gulum destnîşan kir ku komeke din a kêmderfet xwendekar in, bi bîr xist ku hem xwendekarên zanîngehê hem jî yên amadeyî bi bûdceyên pir kêm perwerdeya xwe didomînin, pirsgirêkên wan ên niştecihbûnê hene û bal kişand ku divê dewlet ji bo van kesan pêwîst e pedên hîjyenîk ên bêpere dabîn bike.
“Divê hemû jin piştgiriyê bidin”
Zuleyha Gulum diyar kir ku ji sedî 18 qanûna baca bihayê van berhemên ku dewlet neçar e pêk bîne divê terkêr nebe jî were xistin, destnîşan kir ku dengê topyekûn û desteka jinan a ji bo van kampanyayan bi destkeftiyan encam bibe, wiha got: "Ev gaveke girîng e. Mesele ne tenê bêpere bûn e, di heman demê de ji bo naskirina hikûmetê ku ew hewcedariyek bingehîn û diyar e xaleke girîng e. Dibe ku em zemîna îdeolojîk a veşartin, paşguhkirin û negihandina pêdiviyên jinan berevajî bikin. Di vê wateyê de divê her kes piştgiriyê bide vê kampanyayê.”