Belgefîlma “Min navê Denîz lê kir” hat weşandin
Belgefîlma ji bo bîranîna Denîz Poyraz a di êrişa li dijî Rêxistina HDP’a Îzmîrê de hat qetilkirin hat kişandin, hate weşandin.

Navenda Nûçeyan- Yenî Dalga ji bo bîranîna Denîz Poyraz a di 17’ê Hezîrana 2021’an de ji aliyê Onûr Gencer ve di êrişa li dijî Rêxistina HDP’a Îzmîrê de hate qetilkirin, belgefîlma bi navê “Min navê Denîz lê kir (Deniz Koydum Adını)" kişand. Di belgefîlma ku li ser hesabên medya sanal hate weşandin de tiştên ku di salekê de hatine jiyîn kirin mijar.
Hevpeyvînên ku bi dayika Denîz Poyraz Fehîme û bi bavê wê re Abdûlîlah Poyraz, Hevserokên HDP’ê yên wê demê Besriye Tekgur û Abdûlkadîr Baydûr, Serokê Rûmetî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal ku di 12’ê gulana 1998’an de di êrişa çekdarî de giran birîndar bûbû re hatine kirin jî di belgefîlmê de cih girtin. Her wiha di belgefîlmê de ji nirxandinên li ser têkoşîna Poyraz, armanc û bandora komkujiyê jî cih hat dayîn.