Belavkirina alîkariyên mirovî li parêzgeha Laziqiyê didome
Tîmên Komeleya Mezopotamyayê ya Alîkarî û Geşekirinê li gundewarên parêzgeha Laziqiyê ya Sûriyeyê belavkirina selikên xwerinê berdewam dikin.

Navenda Nûçeyan – Ji aliyê Komeleya Mezopotamyayê ya Alîkarî û Geşekirinê ji bo alîkariya bi herêma pervaê Sûriyeyê re di 20'ê Gulanê de karwanek alîkariya mirovî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi herêmên peravê yên Sûriyeyê bi rê ket û di 21'ê Gulanê de karwan gihêşt herêmên peravê.
Ev hemleya mirovî bi hevkariya Wezareta Karûbarên Civakî û Kar e hatiye dest pêkirin. Tîmên Komeleya Mezopotamyayê ya Alîkarî û Geşekirinê li gundewarên parêzgeha Laziqiyê ya Sûriyeyê belavkirina selikên xwarinê li ser malbatan berdewam dikin.
Kampanya alîkariyê di çarçoveya xebatên mirovî yên komeleyê de tê, ku armanc dike pêdîviyên bingehîn ên malbatên ziyan dîtine peyda bike û nirxên hevgirtin û piştgiriya civakî pêş bixe.
Hêjayî gotinê ye ku ev karwana alîkariyan a duyemîn e ji dema ku cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam li herêmên peravê di 6'ê Adarê de bi hinceta dawîkirina "Bermahiyên rêjîma berê" pevçûn dest pê kirine. Di encama vê şer û pevçûnê de bi deh hezaran kes koçber bûn û bi hezaran jî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bi sedan gund hatin talankirin û şewitandin.