Bêhna kulîçeyan mizgîniya cejnê tîne

Bi nêzîkbûna cejna Remezanê re ji her malê bêhna kulîçeyan difûre. Jina bi navê Mahfûza Hiso bi hatina cejna Remezanê re ji bo zarok û neviyên xwe kulîçeyan çêdike.

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo – Her netewek xwedî çandek e û ew çand beriya hezar salan ji aliyê dapîrên mirovan ve ji mirovan re mane. Gelên li Rojhilata Navîn ên qedîm heta niha çanda xwe parastine û derbasî nifşên pêşerojê kirine. Yek ji wan çandan ew e ku dema cejn tê kulîçe tên çêkirin. Çêkirina kulîçeyan jî ji dîrokê bigre heta niha wek kevneşopî heta roja îro hatiye. Dema cejn tê gotin şahî, kêfxweşî, aştî û wekhevî tê bala mirovan. Ya herî girîng jî ew e ku cejn bi kêfxweşiya zarokan tê nasîn. Dema kulîçe jî li malan tên çêkirin ya herî zêde bala mirovan dikşîne, kêfxweşî û kelecana zarokan, hatina cejnê ye. Bi nêzbûna cejna Remezanê re ji her malê bêhna kulîçeyan difûre û ew kelecana cejnê di her gavê de tê hîskirin. Di rojên cejnê de, di serdana her malê de di destpêkê de kulîçe tên dayîn û mêvan bi şêrînahiya kulîçeyan tên pêşwazîkirin. Kulîçe li gorî her herêmê cuda tê bikaranîn, li hin herêman kulîçe, klor, kade, kesme, kek, kulîperçe, şirînahî, tê gotin. Jina bi navê Mahfûza Hiso bi hatina cejna Remezanê re ji bo ku mêvan, zarok û neviyên xwe pêşwazî bike, dest bi çêkirina kulîçeyan kiriye. Mahfûza Hiso nêrîna xwe der barê çêkirina kulîçeyan de anî ziman.  

“Cejn ji bo zarokan di wateya cejnê de ne”

Mahfûza Hiso çanda kulîçeyan wiha dinirxîne: “Bi hatina cejnê em kulîçeyan çêdikin. Çanda kulîçeyan kevin e û  ji dapîrên me ji me re maye. Tê bîra min nayê bîra min ev kulîçe her dem hene. Orf û edetên cejnê kulîçe, şekir û xwarinên cejnê ne. Dema mirov kulîçeyan çêdike kêfxweş dibe, ji ber ku pê dihese cejn hatiye. Di cejnê de dema mirov nelihevbin di vê rojê de li hev tên. Her wiha heval, dost û zarokên mirovan tên gel hev, loma kêfa mirov xweş dibe. Ya herî xweş jî zarok di cejnan de pir kêfxweş in. Dema em jî zarok bûn û cejn dihat, em li hemû malan digeriyan û mal bi mal me şekir kom dikirin. Cejn, cejna zarokan e.”

“Di cejnan de kulîçe tên çêkirin”

Mahfûza Hiso girîngiya kulîçeyan di cejnan de wiha parve dike: “Di her cejnê de kulîçe tên çêkirin, kulîçe kêfek xweş e. Kêfa cejnê şekir û kulîçe ne. Ez kulîçeyan ji zarok û nêviyên xwe re çêdikim. Ez her cejn kulîçeyan çêdikim, tu caran bê kulîçe wan nahêlim. Zarokan gotin îsal em kulîçeyên amade yên li dikanan bikirin lê bavê wan nehişt û got kulîçeyên malan ên bi destan tên çêkirin cuda ne. Cejna bê kulîçe, ne cejn e. Di cejnan de kêfxweşiya herî xweş çêkirina kulîçeyan e.”

“Berê kulîçe di tenûran de dihatin çêkirin”

Mahfûza Hiso da zanîn ku ew çanda dayika xwe ji bîr nake û heta niha dişopîne, wiha domand: “Niha dinya guhertiye û her tişt bi makîneyan çêdibe, niha li ber destên min jî qalibên kulîçeyan hene lê ez çanda dayika xwe ji bîr nakim û heta niha dişopînim. Di dema berê de dayika min dema kulîçe çêdikir, mezin çêdikir û di tenûrê de sor dikir. Dayika min neqşê kulîçeyan bi neynûkê xwe çêdikir, ez jî bi serika meqesê neqiş didim kulîçeyên xwe. Di demên berê de me bi destên xwe gelek xemilên xweşik dida kulîçeyan, hinek ji bo zarokan re bûk çêdikirin û hinek jî kezî çêdikirin. Cejnên berê bi wate bûn.”

“Kulîçeyên ku çêdikim di cejnê de didim mêvanan”

Mahfûza Hiso çêkirina kulîçeyan wiha parve dike: “Di destpêkê de min goza hindî hûr kir û min ardê xwe di bêjingê de derbas kir. Paşê min ard kir teştê û rûn heland û berda ser ard. Min hemû di destpêkê de firikand ji bo ardê min girik nebe, dûre min şekir di nava avê de heland û berda ser ard. Piştî wê min xwey, hevîrtirş, mast, soda berda û min strand û nêzî çend demjimêran min hişt û niha jî vedikim, dûre ez ê bixim firinê û di cejnê de pêşkêş bikim.”

“Daxwaza me ew e ku ev şer raweste”

 Mahfûza Hiso da zanîn ku hêviya wan ew e şer bisekine û rewşa cîhanê baş be û ev tişt got: “Hêviya me di vê cejnê de ew e ku şer xilas bibe û rewşa cîhanê baş bibe. Heta kengê wê şer berdewam bike, me bi hezaran şehîd dane û em jî dixwazin welatê me azad be, em bi aramî di welatê xwe de bijîn. Îro dewleta tirk û PDK êrîşî axa Başurê Kurdistanê dikin. Bila PDK ji xwe şerm bike, ji ber şerê Kurdan dike. Îro Kurd li Kurdan bidin tiştek pir şerm e. Kurd hemû yên hev in, ma dibe Kurd êrîşî hev bikin. Em vê cejna Remezanê li tevahî Kurdan pîroz dikin.”

“Di her cejnê de keça min a şehîd dikeve bîra min”

Mahfûza Hiso got ku her cejn tê pakrewanên wê tên bîra wê û wiha bi dawî kir: “Keça min Newroz di cejnê de şehîd ket. Roja çaran a cejnê bû, çavên min li rê bûn, min ji bo wê kulîçe çêkiribûn. Min kîsek spî hundirê wê kulîçe tijî kir û min ji bo Newrozê hilanîbû. Min şekirên xweş jî kirîbûn jê re hildabûn. Roja çaran a cejnê agahî hat ku Newroz şehîd ketiye û me çend roj konê sersaxiyê danî. Piştî şehadeta wê dayikek bi temen mezin hat mala min û got ez keça te nas nakim û min ew nedîtiye lê min şeva din wê di xewna xwe de dît, got ku kulîçeya min li gel dayika min e û di kîsek spî de ye, di rastî de jî wiha bû. Min jî rabû ji bo xêra wê da wê dayikê. Ji ber wê her ku cejn tê, ez ji bo wê kulîçeyan çêdikim û bi navê wê belav dikim, li ser ser tirba wê şekirokan belav dikim.”