Befrîn Ezîz a ji Koye jinan teşwîqî xwendinê dike

Befrîn Ezîz ku xwedi du pirtûkên pend û çîrokane dibêje: “Bixwînin, ji ber ji bo jinan xwendin ji hemû tiştî baştire. Xwendin mirovan hişyar dike.”

ŞIYA KOYE

Koye – Sînorê Koye yê başûrê Kurdistanê bi wê yekê tê nasîn ku fikir û hêza jinê heye. Ji jinên wek Necîbe Xanî Celîzadew, Zeyneb Xan û Ayşe Girkew û bi dehan jinên din ên bi nav û deng ên ji gundê Hermûte hene. Yek ji wan Befrîn Ezîz Petrûs ku ji Hermûteye, kariye li gel hemû westana jiyanê û bi xwedîkirina zarok û karê çandiniyê, xwedî kêrhatiya xwe yê ku hertim girîngî daye çand û hunerê, bi dehan pend û çîrokên wê hene û ev pend û çîrok bi du pirtukan çap kiriye. 

Befrîn Ezîzî Petrûs di sala 1954’an de li gundê Hermûte ya girêdayî Koye ji dayîk bûye û xwedî 7 zarokan e. Befrîn weke jinek dîlsoz û bihêz a gund tê nasîn. Lê belê ew ne wek jinên dine ku tenê karê malê bike û zarokan xwedî bike, di demê bûrî de karê çandiniyê kiriye, li gel wê jî bi sedan pendên pêşiyan zaniye û çîrok nivîsiye. Ev pend û çîrok kurê wê wek du pirtûkên cûda çap kiriye. Pirtukek çîroke û ya din jî bi navê ‘Ji zimanê dayîka min’ çap kir. Befrîn li gel van hemû kêrhatiyan jî xwendevanek başe û dibêje: “Ez rojane pirtûk dixwînim.”

Bafrîn Ezîz her tim bi hêz bû hewl daye ku di kombûnên kar û malbatan de hemû kesî dilxweş bike û bi çîrok û pendên pêşiyan kêfa rûniştavnana xweş kiriye. Wiha behsa jiyana xwe û jiyana Hermûtê di dema kevin de kir û wiha got: “Em jin û mêr bi hevre me karê çandiniyê dikir û me tutin diçand û qesel kom dikir. Hemû roj diviyabû em biçûyan Karêzan bi bîdon me av bianiya. Me nan çêdikir, wan heyranok digotin û em jî li pişt me jî digot.”

‘Dayîka min pend digot, ez jî ji wê fêr bûm’

Befrîn Ezîzî têkildarî fêrbûna pend û çîrokan wiha got: “Ev pend û çîrok ez di rûniştênên şevan de fêr bûm ku em 7, 8 malbatbûn û hemû bihevre wek mala mamê min pismam me di yek malê de jiyan dikir û şevan me agir pê dixist û em li dorê komdibûn, bi hevre çîrok, pend digotin. Ez jî ji wê derê fêr bûm bi taybet ji dayîka xwe, dayîka min jî ew pend digot. Ji ber kurê min bijîşk û hevjînê wê jî nivîskare hemû çîrokên min ji min re kir pirtûk û çap kir. Pend jî bi pirtûkek cûda çap kir û bi navê ‘Ji zimanê dayîka min.’Di demê kevin de di saet 2:00’ê şevê de ji bo çêkirina nan ez di rabûm, piştî min nan çêdikir diçûm avê û min av ji Karêzan dianî û min 6 çêlek hebû û min di duşa û zêdeyî 200 mirîşkên min hebû.” 

Befrîn Ezîzî têkildarî bi hevre jiyana li gel baweriyên cûda wiha got: “Tu cûdahî di navbera me de nîne û dîn di nava mede nebûye pirsgirêk û her kes xwedî dînê xweye. Derdorên min misilman bûn, di demê xwarinê de me xwarin dibir ji hevre, ger nexweşiyek hebûya zarokên xwe didanîn gel min yan jî min zarokên xwe didanî gel wan, tu caran dilê me ji hev nemaye.”

‘Rojane ger pelek jî be dixwînim’

Befrîn Ezîz xwendevanek başe herçend heta pola du ya dibîstana navîn xwendiye, ji ber dibîstan li navenda Koye hebû li nav gundê Hermûte nebû nekarî bidomîne. Befrîn xwendevanek gelek jîr bû dixwest xwendina xwe temam bike, daxwaza wê ya xwendinê her maye heta niha jî wê pirtûkxaneyek biçûk heye her roj ger pelek jî be divê bixwîne û ev peyam da jinan û got: “Xwendina me ji dest çû, yên niha bila nehêlin. Ji ber xwendin ji bo jinan ji hemû tiştî baştire. Min heta pola du ya navîn xwendiye. Xwendin mirovan hişyar dike, ji ber wê roj nîne çend pel jî be dixînim. Lê belê niha ji ber teknolojiyê xelk naxwînin, bila hemû kes bixwînin.”