"Bêdengiya we ya li hember rewşa jinên Afganistanê wê di dîrokê de bê nivîsandin"

Komek jinan bêdengiya cîhanî ya li hember binbêkirinên li dijî jinên Afganistanê şermezar kirin û wiha anîn ziman: "Bêdengiya we ya li hember rewşa jinên Afganistanê wê di dîroka siyasî ya cîhanê de bê nivîsandin."

Navenda Nûçeyan - Komek jinan li paytexta Afganîstan Kabîlê bi çalakiya protestoyê bêdengiya cîhanî ya li hember binbêkirinên li dijî jinên Afganistanê şermezar kirin û wiha gotin: "Bêdengiya we ya li hember rewşa jinên Afganistanê wê di dîroka siyasî ya cîhanê de bê nivîsandin.”

Jinên Efganî bal kişandin ku her roja derbasbûyî binpêkirinên li dijî jinên Efganî zêdetir dibe û wiha gotin: “Talîban her roj zêdetir zextê li gelê Afganîstanê dike. Talîbanê deriyên dibistanan li pêşiya jinan girtin û xwepêşanderên jin girtin, gef li wan xwarin û qetilkirin. Zêdetirî ji sedî 50 ji jinên xwepêşander neçar bûne ku ji Afganistanê derkevin û yên li wî welatî bi dizî û di tirsê de dijîn. Li şûna ku zexta siyasî û dîplomatîk li ser Talîbanê bike, cîhan nermiyê kir û hejmareke welatan jî bi awayekî ne fermî tevger nas kirin. Em jinên Afganî li ber çavên welat û hikûmetên din bûne qurbaniyên cudakariya zayendî û ev peyama me ya dawî ye ji bo we gel û hêzên cîhanî ku jinên Afganî ji vê tarîtî û qirkirinê rizgar bikin."