“Bêdengiya li hemberî sûcên dewleta tirk berdewama komploya 1999’an e”
Endama Rêveberiya Kongreya Star a kantona Hesekê Rîma Îsa tekez kir ku jin di nava pencên qirkinê de li azadiya xwe digeriye û ramanên Rêber Ocalan riya xelaskirina ji koletî û desthildariyê ne.
RONÎDA HACÎ
Hesekê- Ji bo her jinek ku di nava pencên qirkirinê de li azadiya xwe digere, fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan, riya xelasiya ji desthildarî, koletî û zilmê ye. Dewleta Tirk a dagirker ji sala 1999’a ve heta roja îro tecrîda girankirî li ser rêber Ocalan didomîne. Têkîldarî vê mijarê Endama Rêveberiya Kongreya Star Rîma Îsa ji ajansa me re nirxandin kir.
“Tecrîd ramanê Rêbertî hedef digre”
Rîma diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Ocelan ramanên wî hedef digre û wiha pêl da axaftina xwe: “Di dîrokê de gelek serhildanên Kurdan çêbûn, jê hin bi bin ketin û hin jî berdewam dikin, gelek serokên Kurdan hatin bidarvekirin, hin hatin surgûnkirin. Dewleta Tirk li dijî serhildêran komkujî pêk anîn. Rêber Ocalan jî ji bo temamkirina serhildanên ku hatine çewisandin derket. Îro bi milyonan mirov li pey fikrên wî dimeşin. Ji ber ku fikrên rêbertî rizgarkirina ji zilm, koletî û bindestiyê ye. Lewma hat girtin da ku were dûrxistin. Tecrîd ne li ser şexsê Rêber Ocalan e li ser ramanên wî ye, ji ber ramanên wî dikarin çareseriyê ji krîza Rojhilata Navîn re bibînin û bibin bersiva herî guncaw.
“Ramanên Rêber Ocalan li pêş hêzên modernîteya kapîtalîst bûn asteng”
Rîma destnîşan kir ku Rêber Ocalan bi fikir û pirtûkên xwe girtîgeh veguherand dibistanekê, hêz û israra wî ya temamkirina xeta xwe zêde bû û wiha pê de çû: "Em jin ê li ser xeta rêbertî bimeşîn, xeta têkoşer û girtiyên di girtîgehên dewleta tirk a faşîst de rizgar bikin. Fikra wî li pêş hêzên modernîteya kapîtalîst bûn astengî û êdî bûye navend ji tevahî kesayet û aşiqên azadiyê re, ji lewre dîtin ku rêbertî li hember wan xeteriyek e wî girtin û heya roja îro jî rê nadin bi parêzeran hevdîtin pêre were çêkirin."
“Em deyndarên fikir û felsefeya Rêber Ocalan in”
Rîma da zanîn ku ramanên Rêbertiyê mafên jinan diparêzin û wiha axaftina xwe domand: “Bi pêşengiya jinan şoreşa Bakurê Sûriyeyê bi ser ket. Divê em wek jin li ber xwe bidin û têbikoşin, li pêş dewleta tirk a dagirker bisekinin. Êrîşên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya li hember sûcên dewleta tirk ku li dijî gelê herêmê pêk tîne berdewama komploya 1999’an in. Ji bo wê em û civak tevahî deyndarên ramanên Rêbertiyê ne, ji ber ku Rêber Ocalan doza azadiya jinan kir, di riya azadiya jinan de civak azad dibe. Îro erka her kesê ew e ku li hember planên qirkirinê bisekine û dagirkeriyê têk bibe."