‘Bêdengiya li dijî tecrîdê hevkarî ye’

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Qîmet Kilinç, balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Bê dengiya li dijî tecrîdê hevkarî ye.”

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – 25 sal in Rêberê Gelê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 39 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê tên ragirtin, nayê girtin.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Qîmet Kilinç, der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivî.

Qîmet Kilinç, di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Ez Rêber Apo û hemû girtiyên azadiyê silav dikim. Wek tê zanîn Rêbertiya me ev 25 sal in di bin tecrîdek giran de ye. Em armanc û sedema tecrîda li ser Rêbertiya me dizanin. Fikir û felsefeya Rêbertî li hemû cîhanê belavbûye. Hemû cîhan dizane ku pirgirêkên tên bijîn, encax bi pradîgma û felsefeya Rêber Apo bê çareserkirin. Lewma dewletên desthilatdar hertim tecrîda li ser Rêber Apo girantir dikin û li hemberî vê yekê bêdengiya xwe diparêzin. Bêdengiya li dijî tecrîda li ser Rêbertiya me tê meşandin, hevkarî ye.”

‘Ji fikir û felsefeya Rêbertî ditirsin’

Qîmet Kilinç di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber dewletên desthilatdar ji fikir û felsefeya Abdullah Ocalan ditirsin, tecrîda heyî girantir dikin û wiha got: “Rewşa cîhanê ya niha û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn tên meşandin, hemû li ser esasê berjewendiyên dewletan e. Dewletên desthilatdar naxwazin ev pirsgirêkên tên jiyîn bên çareserkirin, ji ber ku dizanîn ger pirsgirêk bên çareserkirin, wê nikaribin wek dixwazin tevbigerin. Hemû cîhan dizane ku fikrên Rêbertî tenê bi Kurdan re sinordar nemaye. Hemû gelên bindest û hemû kesên azadiya xwe di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dibînin, para xwe ji vê fikir û felsefe girtine. Lewma dewletên desthilatdar ji fikir û felsefeya Rêbertî ditirsin û tecrîd girantir dikin.”

‘Armanc qûtkirina têkiliya gel û Rêbertî ye’

Qîmet Kilinç, da zanîn armanc dikin bi cezayên disiplîn û qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran re têkiliya Abdullah Ocalan a bi gelê Kurd re qûtbikin û wiha got: “Her 6 mehan carek di bin navê disiplînê de ceza tê dayîn û hevdîtina malbat û parêzeran tê qedexe kirin. Tecrîda heyî tenê li ser Rêbertî tê meşandin, armanc gel û Rêbertî ji hev qûtkirin e. Dixwazin gelê Kurd fêrî jiyanek bêyî Rêbertî bikin. Rêbertî dibêjê; ‘cihê ku parêznameyên min û fikir û ramanên min heye, ez li vir im. Em bi felsefeya dayî pêşiya me, pradîgma û pergala ji bo avakiriye, hertim Rêbertî di nav xwe de didin jiyankirin. Dijmînên me fikirin ku ger Rêbertî bi awayekî fizîkî ne di nava me de be, me ji Rêbertî qût bibin. Lê tu hêz nikare me ji Rêbertiya me qût bike. Cihê ku rêxistinî hebe û fikir û felsefeya Rêber Apo lê hatibe belavkirin, nikarin bin bixin. Em ê hertim li ber xwe bidin û fikir û ramanên Rêber Apo bidin jiyîn û şopdarên rêya wî ya heqîqetê bibin.”

Qîmet Kilinç a got, “bêdengiya CPT û rêxistinên ku xwe wek mafên mirovan pênase dikin, li ser berjewandiya wan e” wiha domand: “Çalakiya nobetê ku em wek gelê Wargehê ji bo li dijî tecrîda Rêber Apo da destpêkirin, ew nêzî saleke bi awayekî bênavber didome. Em ê bi vî armancê carek din dubare dikin ku em ê heta Rêbertiya xwe bi awayekî fizîkî azad nekin, tucaran dev ji têkoşîna xwe bernedin. Kesên azadîxwaz û ji felsefe û pradîgmaya Rêber Apo hêvî dikin, her tim di nava çalakiyan de ne. Lê her çiqas çalakî tên kirin û gel û dostên Kurd di nava çalakiyan de ne jî, lê dijî tecrîda li ser Rêbertiya me bêdengiyek mezin heye. Rêxistinên ku dibêjin em mafê mirovan dixwazin û em yekîtiyê dixwazin ên wekî CPT hertim bêdengiya xwe diparezin. Ew bêdengiya wan, li ser esasê berjewandiya wan e. Bi tu awayî naxwazin Rêbertî bi awayekî fizîkî azad bibe û şerê heyî bidawî bibe.”

‘Divê em xurttir xwedî li projeya Rêber Apo derkevin’

Qîmet Kilinç diyar kir ku ew ê wek jin hîn xurttir xwedî li projeya jin a Abdullah Ocalan derbikevin û wiha axivî: “Wekî ku Rêber Apo dibêjê, tişta herî girîng projeya jin a Rêbertî ye. Pêwiste em ji bo vê projeyê hertim dinava hewildanan de bin û em hertim bisekna xwe, rêxistinbûna xwe û xwebûna xwe vê projeyê bidin berdewamkirin û bigihînin encam e. Herî zêde em wek jin, deyîndarê Rêber Apo ne û ji ber vê divê em hertim di nava lêgerîne de bin. Divê em wek jin, ji bo civaka Kurd, civaka bindest, tiştên aîdê xwe û ji bo tevahî jinan pêşengtiyê bikin û di nava têkoşînê de bin. Bi taybetî jî divê em ji bo tundî û cewîsandina jinan têkoşîna xurt bikin.”

‘Em ê wek jin azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe misoger bikin’

Qîmet Kilinç di dawiya axaftina xwe de da zanîn ewê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşîna xwe mezin bikin û wiha got: “Wekî ku Rêbertî ya me dibêje; heta jin azad nebin civak nikare azad bibe. Civaka ku azad nebe, mirov nikare di nav de jiyan bike. Li ser vê esasê jî divê em hertim wek jin, ji bo dawî li tecrîda li ser Rêber Apo bê anîn û azadiya wî ya fîzîkî bê misogerkirin, hertim di nava çalakiyan de bin, çalakiyên xwe xurttir bikin û bersivek baş bidin dagirkeran. Her wiha em mafê mirovan û mafê Rêbertiyê biparêzin.”