“Bêdengiya hikumetê ya li hemberî êrîşan tê wateya hevkariyê”
Bombabarankirina xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk berdewame, ji ber vê bombaranê gelek ziyanên canî û madî çêbûne lê belê hikumeta herêmê û Îraqê bêdengin. Jinên Başûrê Kurdistanê bi bîr xistin ku bêdengiya hikumeta Îraq û herêma Kurdistanê tê wateya hevkariyê
TERZE TEHA
Silêmanî- Dagirkerî û êrîşên li ser herêma Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve dawî lê nayê. Şeva 1’ê Sibatê dewleta Tirk carek din bi dijwarî wargeha Penaberan a Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê bombabaran kir. Jinên Başûrê Kurdistanê dan diyarkirin ku divê li dijî van êrîşan Kurd hemû yekbin û bêdengiya hikumeta Îraq û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê tê wateya hevkariyê.
“Divê helwesta me hemû Kurdan yekbe”
Çalakvan Şewnim Mehemed êrîşên dagirkeriyê weke kareset bi nav kir û wiha got: “Bêdengiya hikumeta herêma Kurdistanê tê wateya hevkariyê û bi xwe berpirsê van êrîşane, wê hikumet heta kengê li beramberî van êrîşan bêdeng be û hevkariya dijmin bike. Divê hemwelatî helwesta xwe nîşan bidin. Welatî jî êdî ji rewşa heyî bêzarbûne ji ber hikumeta herêma Kurdistanê bersîv nade. Her çendî nêzîkatiyên hikumeta herêmê cuda be jî divê em hemû bi hev re helwesta xwe nîşan bidin û wisan bikin heta ku hikumet helwestek cidî nîşan bide.”
“Kurd divê bibin yek”
Sirwe Necem jî bi bîr xist ku pirsgirêka hemû Kurdan yeke û wiha dom kir: “Ger hemû Kurd ne yek bin wê Kurdistan hemû ji aliyê dewleta Tirk ve were dagirkirin. Ji ber wê divê li dijî van êrîşan em hemû xwedî helwest bin da ku xaka me neyê dagirkirin. Ger em xwe ji van êrîşan re bêdeng bikin ji mezinan bigre heta biçûkan emê zererek mezin bibinin. Ger dengê me hemûyan yek be wê demê emê bikarin pêşî li van êrîşan bigrin.”