'Bê garantiya zagonî ev pêvajo dê bi ser nekeve'

Xwîşka pakrewan Şervîn Xelîl, Cemîla Xelîf derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de got ku "Bê garantiya zagonî ev pêvajo dê bi ser nekeve û li hewayê bimîne."

NÛR EL-EHMED

Reqa – Piştî banga dîrokî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de ji bo 'Aştî û Civaka Demokratîk' kir, PKK’ê di kongreya xwe ya 12'emîn ku di navbera 5-7'ê Gulanê de lidar xist de bersiva banga dîrokî da. PKK’ê têkoşîna xwe ya çekdarî li ser bingeha banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidawî kir û gavek ber bi serkeftina pêvajoya aştiyê ve avêt.

Ev biryar ji aliyê malbetên pakrewanên ku di nava refên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de li herêmên Parastina Medya jiyana xwe ji dest dane ve, bi kelecan û coş hat pêşwazîkirin. Ji ber ku ev biryar hêviya gelan bi taybetî gelê Kurd ên ku bi salan e bi înkara nasnameyê re mane, pêk tîne.

'Banga dîrokî hêviyek ji bo pêkanîna aştiyê ye'

Xwîşka pakrewan Şervîn Xelîl a ku di nava refên PKK'ê de li herêmên Parastina Medya di sala 1999'an de jiyana xwe ji dest daye Cemîla Xelîf, da zanîn ku biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî gavek erênî ya ber bi pêkanîna aştiya li herêmê ye û wiha got: "Baweriya me bi fikir û biryarên Rêber Apo heye. Ev 26 sal in li Girava Îmraliyê ji bo azadiya gelan û pêkanîna aştiyê li berxwe dide. Banga dîrokî ya Rêber Apo hêviyek nû ji bo pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê ye. Di heman demê de mîsogeriya parastina mafên gelên ku bi înkarkirin û piştguhkirinê re rûbirû mane. PKK ji bo gelê Kurd vejînek nû bû ku ji bindestiyê rizgar kir û nasnameya Kurdayetiyê parast."

'PKK îrade hebûn û nasnameya me ye'

Cemîla Xelîf diyar kir ku Partiya Karkerên Kurdistanê îrade û hebûna wan temsîl dike û wiha axivî: "PKK'ê ji bo me rûmet, hebûn, nasname û îradeya azad e. Ji bo azadiya gelan têdikoşin û destanên lehengiyê bi berxwedana xwe dinvîsin. Ev 50 sal in bê navber û westandin û tevî hemû zext û kêşeyan, ji bo nasnameya gelê Kurd têdikoşin û bi deh hezaran pakrewan di oxira azadiya welat de daye. Biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî jî armancên PKK’ê ji cîhanê re şîrove dike ku ew ji bo aştiyê û azadiyê têdikoşin."

'Bê garantiya zagonî pêvajoya aştiyê dê linhewayê bimîne'

Cemîla Celîf bal kişand ser helwesta dewleta Tirk a li hember biryara PKK'ê û pêvajoya aştiyê û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Divê garantiya zagonî hebe da ku pêvajoya aştiyê biserkeve. Eger ev garantî nebe dê pêvajo û biryara bidawîanîna têkoşîna çekdarî di çarçoveya agirbestekê de bimîne. Em ji peymanê encamên berhemdar dixwazin, yên ku hêjayî qurbaniyên ku Tevgera Azadiya Kurdistanê di van salan de dane bin. Em wek gelê Kurd û ji ber ku partî îradeya me temsîl dike, em ê qebûl nekin ku ew dev ji çekan berde bêyî ku aliyên din ji bo xurtkirina aştî û demokrasiyê gavan bavêjin. Serkeftina pêvajoya aştiyê dê bibe alîkar ji bo avakirina aştiyê di navbera hemû gelên herêmê de. Ewê şerên xwînî li Sûriyeyê û hemû welatên cîhanê bi dawî bike."