Bazara serhêl ji bo jinan debara jiyanê ye

Jin her dem hewl didin dahatek serbixwe bi dest bixin, bi demê re bigihîjin hev û bi qezenckirina debara xwe bi riya bazara serhêl bi pêş bikevin.

DÊRÎN REHÎM

Silêmanî – Jinên li herêma başûrê Kurdistanê bi gelek pirsgirêkên civakî, çandî û qanûnî re rûbirû dimînin. Ev pirsgirêk rê li ber serxwebûna wan a aborî digrin. Hêzdarkirina aboriya jinan ne tenê daxwaza wan e, di heman demê de fermanek neteweyî ye ji bo avakirina civakek aramtir, nemaze ji bo jinan, her çendî ev awayê karsaziyê tiştan ji bo kirrûbir û firoşkaran pir hêsantir kiriye.

Çalakvan Avan Cemal ji ajansa me re behsa bazara kar a jinan kir û destnîşan kir ku divê ku jin bi xwe dahata xwe dabîn bikin. Jinên ku niha karên xwe li ser înternetê dikin divê balê bikşînin ser karên jinan. Ji ber jin her dem bi hev re xwe rehetir hîs dikin.

Bazara serhêl derfet û zehmetî

Çalakvan Avan Cemal wiha got: “Bazara serhêl ji bo jinan şoreşeke nû afirandiye. Bi riya platforman, ew dikarin karsaziyek biçûk ji malê ava bikin û bibe riya debara jiyanê. Bazara serhêl derfeteke nû peyda kiriye da ku aboriya jinan bihêz bike lê pirsgirêkên wekî newekheviya di navbera dîtbarî û berheman de, nebûna baweriyê û pêşbaziya dijwar hê jî astengiyên sereke ne li pêşiya vê bazarê. Divê ev helwest wekî derfetek were dîtin ku karê xwe fêr bibin û bi ser bikevin. Her wiha divê platformek pêbawer hebe ku hûn kelûpelan pêşve bibin û bifroşin; firoşkar divê têgihîştinek baş bi wan re hebe bizanibin ka mirov çawa hesabên xwe birêve dibe.”

Ji perspektîfa jinek xebata serhêl

Avan Cemal wiha didomîne: “Hebûna rûpelên sexte yên mirovên ku serhêl dixebitin û dudiliya xerîdaran ji bo zanîna kîjan rûpel fermî ye yek ji sedemên sereke yên kêmbûna baweriya xerîdaran di kirîna serhêl de ye. Serkeftina karsaziyên serhêl bi parastina baweriya xerîdaran ve girêdayî ye; kirîn û firotina serhêl, nemaze ji hêla jinan ve, yek ji gavên herî girîng di pêşketina aborî de ye. Her wiha afirandina kar û kêmkirina bêkariyê ye. Piraniya kirrûbirên serhêl jin in, ji ber ku jin bêhtir demê li malê derbas dikin, kirîna serhêl riyeke bilez û hêsan e ji bo dabînkirina hewcedariyên wan ên rojane. Lê belê ji bo bidestxistina baweriya xerîdaran divê berhemên ku bi serhêl tên şandin xwedî kalîteyek bilind bin û bi rêkûpêk werin weşandin.”

‘Bazara serhêl derfetek e ji bo bihêzkirina aboriya jinan’

Avan Cemal wiha li gotinên xwe zêde kir: “Jinên ku bi riya torên dîjîtal dixebitin, xwedî yek ji gavên herî girîng ên pêşketina aborî ne. Di roja me ya îro de, danûstandinên bi riya dîjîtal bi lez pêşve diçin û bazara dîjîlta bûye beşek girîng a çalakiyên aborî û bazirganî. Her çendî ew vebijarkek erzan be jî kirîna serhêl kêm caran hewcedariyan pêk tîne ji ber ku hewce dike berhem ji nêz ve were dîtin û kalîte û taybetmendiyên wê berî kirînê werin verastkirin.”

Baweriya di navbera kirrûbir û firoşkar de

Avan Cemal gotinên xwe wiha domand: “Baweriya di navbera kirrûbir û firoşkaran de girîng e lê ji bo kirrûbirên ku serhêl dixebitin pirsgirêkek heye; carna ew nikarin hemû agahdariya kesê bi dest bixin ji ber ku pergalek me tune ye agahdariya rast peyda bike, carna hejmara ku tê şandin bersiv nade, ji bo kesê serhêl dixebite pirsgirêkan diafirîne, ew nikarin bi awayekî qanûnî dozê vekin ji ber ku qanûnek tune ye kesên karê serhêl ji bo armancên ne qanûnî bikar tînin ceza bike.”

Avan di dawiyê de wiha got: “Tiştê girîng ji bo hemû jinan ew e ku karên serhêl ji bo armancên ne qanûnî bi awayekî xelet werin bikaranîn nekin. Divê ku jin bi xwe dahata xwe dabîn bikin. Jinên ku niha karên xwe li ser înternetê dikin divê balê bikşînin ser karên jinan. Ji ber jin her dem bi hev re xwe rehettir hîs dikin.”