“Bawernameyên bidawîkirina dewreyên şerîetê hatin dîtin”
Şervana Yekîneyên Antî Terorê (YAT) Arîn Mîrkan a ku beşdarî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bû qala pêşveçûna operasyonê kir û da zanîn ku di roja 19’emîn a operasyonê de tunel, lênûsên alên DAIŞ'ê hatine dîtin.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja 20’emîn de didome. Li gel ku heya niha gelek çeteyên DAIŞ’î, amûr û alavên wan ên ji bo îşkenceyê hatine bikaranîn, her wiha al û pereyên ku têkiliya DAIŞ’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker û her wiha dewletên din re destnîşan dike hatin dîtin. Di roja 19’emîn a operasyonê de li gel tunelên ku ji aliyê şaneyên razayî yên DAIŞ’ê ve hatine çêkirin, lênûs û alên DAIŞ’ê û bawernameyên bidawîkirina dewreyên şerîetê jî hat dîtin.
Hat ragihandina ku di roja 20’emîn a operasyonê de jinek din a Êzidî ji aliyê YPJ’ê ve hatiye rizgarkirin.
Der barê operasyonê de şervana Yekîneyên Antî Terorê Arîn Mîrkan ji ajansa me re axivî.
"Bawernameyên bidawîkirina dewreyên şerîetê ji bo jinan hatin dîtin"
Arîn Mîrkan got ku di encama roja 19'an a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de gelek tişt hatin girtin û wiha domand: "Di encamê lêgerîna bi baldarî ve gelek çenteyên leşkerî, telefonên ku di binê erdê de hatibûn veşartin hatin dîtin. Çekên ku bi xortomên naylon ê avê hatine çêkirine tevî pirtûkên ku bi zimanên cûda nivîs li ser hene hatine dîtin. Ev çekên naylon ji bo perwerdekirina zarokan ji zaroktiyê de ku di warê piskilojî û mejî de roj bi roj xwe amade dikin û hînî ideolojiya DAIŞ'ê bibin da ku di mezinbûna xwe de zehmetiyan nekişîne, dihatin bikaranîn. Heman wextê de dewreyên şerîetê ya jinan diyare li kampê hatine vekirin, ji ber ku kaxezeke ku navê (Um Xeyîda a Endenosî) li ser nivîsî ye hat dîtin ku ev jin piştî dewreya xwe bi dawî kiriye bawername wergirtiye ku beşdarî vê dewreyê bûye. Her wiha hejmarek ji tunelên ku ji bo xweveşartina ji dewrêyên hêzên me dihat bikaranîn hatiye dîtin û bê bandor kirin. Carnan jî ji bo veşartina alavên leşkerî dihatin bikaranîn, di wê tûnelê de damançeya bêdeng hate dîtin."
Pirtûkên Siûdî di Kampa Holê de li çi digerin?
Arîn Mîrkan got ku jinên DAIŞ'ê gefa serjêkirinê li şervanan dixwar û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Zarokan nîşaneya DAIŞ'ê li hemberî me radikirin her wiha jinên DAIŞ'ê jî gefa serjêkirinê li şervanên me dixwarin û digotin ku em we li ku bibînin em ê serê we jêbikin. Ew jin û piraniya malbatan jî bi hêvî ne ku DAIŞ dîsa xwe ragihîne û derkeve meydanê lê belê ew nikarin di hizûra me de tiştekî wiha bikin. Ne tenê ev lê belê pirtûkên ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê a Bilind ve ku li memleketa Siûdiyê hatiye çêkirin di kampê de hate dîtin. Ev tê wê wateyê ku DAIŞ li ser wê perwerdeya xwe dibînin, ji aliyekî din jî diyar dibe ku têkiliyên Siûdiyê jî bi Kampa Holê re hene. Siûdîê diyar e ku dixwaze malbat û jinên DAIŞ'ê di Kampa Holê de wekî darekê dîsa ji nû ve şîn bibin."
Nîşango hat dîtin
Arîn Mîrkan behsa dîtina nîşango kir û wiha pêl da gotinên xwe: "Di lêgerînê de me nîşango dît ku ev alav tenê ji bo kareteyê tê bikaranîn. Jixwe welatê ku vê alavê çêdike jî Çîn e û hesinê wê jî zingar nagire. Ev alav ji bo xweparastinê tê bikaranîn. Lê armanca bikaranîna vê alavê di kampê de ew e ku pê mirovan dixeniqînin û paşê dikujin. Di heman wextê de jî ji bo îşkencekirina kesan tê bikaranîn."
"Heya em hebin û li vir bin em ê nehêlin DAIŞ zindî bibe"
Arîn Mîrkan da zanîn ku heya ku ew hebin ew ê nehêlin ku DAIŞ serî rake û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çawa ku me DAIŞ li Baxozê û Xiwêranê têk bir, em ê nehêlin ji nû ve rêxistina xwe xurt bikin. Heya ku em hebin û li vir bin em ê nehêlin çeteyên DAIŞ'ê xwe ji nû ve zindî bikin."