Baroya Amedê parvekirinên nijadperest ên derbarê şewatê de gilî kir

Baroya Amedê der barê kesên li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal de têkildarî şewata di navbera Mêrdîn û Amedê de derketî de parvekirinên nijadperest kirin, gilî kir.

Navenda Nûçeyan – Li ser hesabên medya dîjîtal têkildarî şewata li navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê gelek parvekirinên nijadperestî hatin kirin.

Baroya Amedê der barê van kesên nijadperest de serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û baroyê bi hinceta “Xelkê texrîqî kînê û dijmintiyê dikin û biçûk dixin” giliyê kesên nijadperest kir.

Baroyê wêneyên parvekirinên nijadperest jî pêşkêşî dozgeriyê kir.