Baroya Şirnexê: Çawişê pispor ê jinekê tacîz kir hat binçavkirin

Baroya Şirnexê daxuyand ku kare çawişê pispor ê jinekê tacîz kiriye hatiye sekinandin û piştî tedawiya xwe jî hatiye binçavkirin.

Şirnex – Çawişê pirspor Z.Ç. li Cadeya Ormanê ya Taxa Dîcleyê ya girêdayî navenda Şirnexê jinekê tacîz kiribû û ji hêla welatiyên li derdorê ve hatibû derbkirin. Baroya Şirnexê derbarê bûyerê de daxuyaniya nivîskî da.

‘Em ê şopdarê bûyerê bin’

Baro da zanîn ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin de Z.Ç. hatiye binçavkirin û kare wî hatiye sekinandin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Di 12’ê nîsana 2024’an saet derdora 21.30’an de, çawişê pispor ê serxweş, welatiyekî me tacîz kir û welatiyên li derdor li gel bûyerê faile tacîzê derb kiribûn û bûyer di çapemeniyê de derktibûn pêş. Têkildarî bûyerê 4 welatiyên me hatine binçavkirin di çarçoveya lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin de kare Z.Ç. hatiye sekinandin û hatiye binçavkirin. Em ji raya giştî re diyar dikin ku em ê şopdarê bûyerê bin.”