Banga koçbera ji Efrînê: Cîhan li hemberî zilmê bêdeng e
Şêniya Efrînê Reşîde, 7 sal berê ji ber dagirkirina Efrînê koçberî Şehbayê bûye. Reşîde destnîşan kir ku êşa wê dubare bûye û got: “Li ber çavên cîhanê her tişt anîn serê me Kurdan. Lê cîhan li hember kiryarên çeteyan bêdeng e.”
PELÎN NÛPELDA
Qamişlo - Çeteyên girêdayî dewleta Tirk, di şeva 26’ê Mijdarê de êrişî bajarê Helep û Kantona Şehbayê kirin. Li wan deran koçberên Efrînê diman. Di encama wan êrişan de bi hezaran kes dîsa ketin ser riya koçberiyê û gelek ji wan rastî tundî û kuştinê hatin. Aqûbeta gelek kesan jî heta niha ne diyar e û nayê zanîn birine ku derê.
Ji bo ewlehî û parastina gel meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê, biryar girt ku gel derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Têkildarî êrişên çeteyan ên li ser Şehbayê, jina bi navê Reşîde ji ajansa me re axivî. Reşîde ya ku xelkê Efrînê ye, îro koç kiriye hatiye bajarê Hesekê. Reşîde diyar kir ku ev du car in tên koçberkirin û hemû tiştên wan tên talankirin. Reşîde da zanîn ku piştî dagirkirina Efrînê, 7 sal bûn li Şehbayê diman, êşa ku dîtine dîsa dubare bi wan dane jiyîn û wiha got: “Li ber çavên hemû cîhanê her tişt tînin serê me Kurdan lê belê kes dengê xwe nake. Gelo ma me weke însan nabînin? Ji ber vê tu welat dengê xwe nake? Ev zulm û qetliam dê heta ku bidomin? Êşa ku me dîtiye, bi gotinan nayê ziman û îfadekirin.”
‘Me zarokên biçûk li ber devê riyan veşartin’
Reşîde da zanîn ku dema ji Şehbayê derdiketin, gelek zarok û jin di rê de mirine û wiha got: “Her tiştê me di rê de ma, me nikaribû wan bibira, heta me miriyên xwe li kêleka riyên wesayîdan vedişartin. Dema ku em derdiketin çeteyan bi her awayî, gotin û nêzîkatiyên derveyî mirovahiyê ji me re digotin. Ez çiqas bibêjim û qala wan bikim jî naqede. Em bêdengiya navneteweyî rexne dikin. Gelo ew ê heta ku derê çavên xwe ji kiryar û hovîtiya dagirkeran re bigrin? We Efrînê dagir kir, we her tişt dagir kir, heta ku derê hûn ê xwe bêdeng bikin?”
‘Nebin hevkarên sûcên çeteyên dagirkeran’
Reşîde di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku bang li Sûriyeyê û tevahiya welatan dikin ku li dijî wê hovîtiyê bêdeng nemînin û got: “Bila li hemberî zulm û zora heyî, serî rakin û nebin hevkarên sûcên çeteyên dagirkeran. Em şer naxwazin, em aştiyê dixwazin. Ev 26 sal in Serokê me di bin tecrîdeke giran de tê girtin. Çima kes dengê xwe nake? Rêberê me jî aştî û yekitiyê dixwaze. Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e. Gelê Kurd ne alîgirê şer e. Em alîgirên aştiyê ne.”
‘Hêviya ya me aştî û aramî ye’
Reşîde bi bîr xist ku du car in dikevin ser riya koçberiyê û bi dehan jin, zarok, mirovên extiyar, hatine kuştin û bi van gotinan gazin û daxwazên xwe anîn ziman: “Em dibêjin êdî bes e ji kuştin û dagirkeriyê re. Em aştiyê dixwazin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û li kêleka serokê xwe û gel û şervanên azadiyê bin. Em tu carî serî ji dagirkeriyê re natewînin. Weke dayikek ji Efrînê, ez aştiyê dixwazim ne şer. Em ê heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin.”