Bang li jinan: Divê em xwedî li têkoşîna Werîşe Muradî derbikevin

Endama Platforma Jinên Demokratîk a Navneteweyî Elahê Sadr der barê Werîşe Muradî ku di çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem de ye, bang li hemû jinan kir ku xwedî li têkoşîna Werîşe derbikevin.

ŞAHLA MUHAMMADÎ

Navenda Nûçeyan- Endama Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî ku bi sûcdariya ‘îsyanê’ bêyî ku were darizandin, ev 14 meh zêdetir e li Girtîgeha Evînê di qawîşa jinan de girtiye, di 10’ê Cotmehê Roja Li Dijî Cezayê Îdamê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem kirî ev 18 roj in greva xwe didomîne.

Werîşe Muradî ji roja ku dest bi çalakiyê kirî heta niha girtina derman û kontrolên tendirûstiyê red dike, bi bandora îşkenceya ku dibin çavan de ditîye, rewşa wê ya tendirûstiyê berbi xirabûnê ve diçe. Ji ber xeteriya bikeve komayê, di serî de KJAR, ji gelek beşan ve ji bo dawîkirina çalakiyê bang li Werîşe Muradî hat kirin.

Platforma Jinên Demokratîk a Navneteweyî, bi armanca piştevaniya bi Werîşe Muradî re dest bi kampanya kir. Di çarçoveya kampanyayê de hejmarek zêde navan li ser hesabên medyaya dijîtal dîmen parve kirin û piştevaniya xwe ya bi Werîşe Muradî re anîn ziman. Me der barê rewşa Werîşe Muradî û pêvajoya kampanyayê de li gel Endama Platforma Jinên Demokratîk a Navnetewî Elahê Sadr re axivîn.

‘Em bi fikarin em nizam wê çi bibe’

Elahê Sadr anî ziman ku ji ber berdewamkirina çalakiya greva birçîbûnê ya Werîşe Muradî û xeteriya rewşa wê ya tendirûstiyê bi fikarin û wiha got: “Em hemû gelek bi fikarin û wê çi bibe em nizanin. Li gor agahiyên ku me dawî girtî tansiyona wê ketiye bin 5’an û bijîjk dibêjin ev rewş gelek xirab e. Ev rewş me hemûyan diêşîne.” Elahê Sadr nameya dawî ya ku Werîşe Muradî şandî bibîrxist  û axaftina xwe wiha dom kir:

“Werîşe Muradî di nameya xwe ya dawî de bal kişand ser agirê şer ê ku li Rojhilata Navîn gurbûye û da zanîn ku ev şer bi armanca avakirina sazumaniyek nû tê kirin, ev tenê bi şer pêşdikeve û aştî tune ye. Di heman demê de îfade dike ku ev şer hewildanek ya tunekirina çand û dîrokê ye, mînak weke li Filistînê. Li aliyekê dewletên rojavayî ev agirê şer ji bo berjewendiyên xwe her roja ku diçe mezintir dike. Li aliyê din dewletên muhafazakar û dîktator yên li herêmê bi nijadperestî, dîn, zayendperestî vî agirê şer belav dike. Ev rewş dibe sedem ku faşîzm li herêmê û li hemû cîhanê her roj mezin bibe. Ên ku di hedefa van şeran de jin û zarok in. Werîşe Muradî balê dikşîne ser vê rewşê jî. Diyarkir ku polîtîkayên hindir û derve ne serkeftîne û li Îranê xizaniyek mezin tê dîtin. Li aliyê din em çavdêrî dikin ku normên mafê mirovan ji aliyê sîstema komara Îslamê ve tê binpê kirin. Di heman demê de em dibînin ku înkarkirina nasnameyan û ‘cihêkarî’ her roj hê zêdetir tê jiyîn. Ev ‘ên din’ her roj tên tunekirin û bi holêrakirina ‘ên din’ re civak ber bi tunebûnê ve tê xişikandin.”

‘Hewl dide jiyanê bi wate bike’

Elahê Sadr Werîşe Muradî weke kesek ku hewil dide jiyanê her tim bi wate bike pênase dike û da zanîn ku parêzvana mafan ya siyasî bi çalakiya xwe dixwaze zilma ku li dijî jin û parêzavanên azadiyê tê sepandin bîne ziman û wiha got: “Armanca wê ne xwegihandina daxwazên wê yên şexsîne; ‘Ger em li dijî şer bin’ û em ‘ji şer re na’ diqêrin, wê demê divê em polîtîkayên hindûrin yên komara Îslamê bibînin. Divê em qetlîam û darvekirinên ku her roj li girtîgehan tên encamdan bibînin û divê em destur nedin ku komara Îslamê ji van şerên navneteweyî û kaosa di giştî cîhanê de sûd bigre. Ev kaos, komara Îslamê bi kartîne di hundir de parêzvanên azadiyê ditepesinin û li girtîgehan her roj hê zêdetir mirov tên darvekirin. Ev dubarebûna şerên li Iraqê yê di salên 60’an de ye. Wê demê me dît ku parêzvanên azadiyê yek bi yek dibirin ser darê darvekirinê.”

‘Ji darvekirinê re na’ bû daxwaza gelan’

Elahê Sadr wiha domand: “Ev çend sal in, em di çarçoveya Platforma Jinên Demokratîk ya Navneteweyî de dixebitin. Bi taybet di dema ku tevgera ‘Jin Jiyan Azadî’ li Îranê gelek aktîv bûyî de me ev platform ava kir. Em jinên ji netewên cûda tînin ba hav û me çend belavok weşand. Lê belê vê carê me fikirî ku em têkildarî greva birçîbûnê ya Werîşe de divê em tiştekê bikin. Tenê belavok nivîsandin wê ne têrker bûya. Ji ber vê me kampanyayek ya bi video ku her kes bikare bi dengê xwe û dîmenê xwe amade bike ava kir. Bi vî awayî hemû kes wê bikarin piştevaniya Werîşe û daxwazên wê bikin û ji darvekirinên nû re bêjin na û bi daxwaza girtiyên siyasî bê şert werin berdan piştvaniyê nîşan bidin. Ev kampanya eleqeyek baş dît. Gelek jinan, parêzvanên azadiyê, aktivîstên siyasî, jinên ku navên wan nayên zanîn, ji mamostayên zanîngehan heta jinên tên nasîn gelek kesan di kampanyayê de cih girtin û piştevaniya xwe ya bi Werîşe Muradî re nîşan dan. Ew ji bo daxwaza Werîşa ya ‘Ji darvekirinê re na’ denge wê û ji bo bikin civakî û daxwazek ya siyasî hewl didin. Ji ber ‘ji darvekirinê re na’ hertim bûye daxwaza gelan; lê belê li derdora vê daxwazê û tevgerek ya civakê ya yekitî nehatiye avakirin. Ev dengê ‘ji darvekirinê re na’ giha  Îranê jî û li Tahranê mirovan li kolanan ‘ji darvekirinê re na, darve nekin’ qêriyan. Ev serkeftinek ku bi navê Werîşe Muradî were qeydkirin e.”

‘Kurdistan, li dijî darvekirin xwedî dembûriyek dirêj ya têkoşînê ye’

Elahê Sadr der barê têkoşînên li Îranê li dijî darvekirinê daxuyakirin ku Kurdistan divan têkoşînan de xwedî demboriyek dirêje û wiha got: “Di demên destpêkê de ên ku li dijî darvekirinê rawestayan, tenê malbatên girtiyan bûn; ev malbatana hertim li ber girtîgehê kom dibûn, ne malbatên girtiyên siyasî bûn. Lê belê ger em behs Kurdistanê bikin, em divê mijarê de xwedî dembûriyek gelek dirêjin. Li Îranê malbatên girtiyên siyasî, li gel malbatên ku ji dozên edlî hatin girtin bi serxistin ku bi hevre bêjin ‘ji darvekirinê re na.’ Hefteyê rojekê li girtîgaha Evînê çalakiya greva birçîbûnê dikirin, îtîraz kirin û nevegeriyan hucreyên xwe. Ev tevger hêdî hêdî gelek belav bû. Bi heman awayî, li Rojhilatê Kurdistanê bi sedan kes di greva birçîbûnê ya sembolik de bûn, çalakiya dayîkan çêbû, evane parêzvanên azadiyê, di erdnîgariya siyasî ya Îranê de û ji çar netewên cûda destkeftiyên ku malbatan bi destxistibûn. Her roj nûçeyên ku erebên ku girtiyên siyasî ne tên darvekirin tweet dikin û em dixwazin herkes bibin dengê wan. Divê em destur nedin ev darvekirin pêkbên û em vê bi rejîmê bidin sepandin. Divê darvekirin werin rawestandin.”

‘Em ser şopa Werîşe Muradî biçin’

 Elahê Sadr, têkildarî bêdengiya hinek saziyan li beramberî  greva birçîbûnê ya Werîşe Muradî wiha  got: “ Ev sed sal e hikumetek ku yek netew, yek ol û yek ziman ya nasnameya Îranê ferz dike  heye.  Ev ji aliyê gelek kesan ve hatiye navxweyî kirin û ger yek behsa nasnameya xwe bike, ev weke cûdabûn tê fikirin. Ji ber vê yekê em timî peyva ‘cudaxaz’ dibihîsin. Ev rewş ji bo gelek beşan wiha ye.  Helbet bi şoreşa ‘ Jin, Jiyan, Azadî’ re di erdnîgariya siyasî ya Îranê de zihniyetek veciniqî, lê belê mixabin di hemû beşên civakê de ev şoreşa zîhnyetê nehate pêkanîn.  Elahê Sard, gotin û tekoşîna Werîşe Muradî bi bîrxist û wiha got:  “Weke ku Werîşe Muradî diyar kir, ev pêvajoyeke û heta ku em bigihên hedefên xwe divê em riyek dirêj derbas bikin. Warîşe dibêje: ‘Yan ez ê zilma ku vê jiyanê aniye qebul bikim û bêdeng bimînin, yan jî ez ê rastiya hebûna xwe bibinim. Min rastiya hebûna xwe dît, û ez lanete li taritiyê bikim min mumek pêxist. Ev erkê me hemûyan e. Divê mumek were pêxistin ji bo vê lênerîna teng biguherîn divê bi sebir em bixebitin. Divê li dijî rastgir û monarşiyan bi awayek eşkere were rawestandin û li dijî wan divê em têkoşînê bikin. Werîşe dibêje;  ‘Heta ku li dijî jinan her cûrê zilm bi dawî nebe, ji Kurdistan heta Belucistan, ji Îran heta Efganistanê heta serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ negihêje hedefa xwe ezê têkoşîna xwe bidomînim’ Ez dixwazim hemû jin û parêzavnên azadiyê û hemû kesên ku têkoşîna wekheviyê didin vê bangê baldar bin û li pey şopa Werîşe bimeşin.”