Bandora civakê û medyaya dîjîtal li ser ciwanan
Di serdema pêşketina medyayê û medyaya dîjîtal de, qada civakî bûye yek ji sedemên girîng ê avakirina fikir û tevgerên ciwanan. Ev qad bi riya malbat, heval, perwerde û medyayê bandorê li nirx, bawerî û jiyana ciwanan dike.
HÊVÎ SELAH
Silêmanî – Di salên dawî de, ji ber pêşveçûna bilez a teknolojiyê, belavbûna medyaya dîjîtal û vebûna civakan ber bi cîhanê ve, qada civakî ji bo ciwanan ji bingehê ve guheriye. Berê malbat, dibistan û derdorên nêzîk çavkaniyên sereke yên bandorê li ser fikir û tevgerên ciwanan bûn, îro qada dîjîtal, medyaya dîjîtal û komên înternetê bûne beşek girîng ji pêvajoya avakirina kesayetiyê, fikir û baweriyên wan. Pisporên civaknas û derûnînas destnîşan dikin ku qada civakî sedema sereke ya diyarkirina awayê fikirînê ye. Hilbijartinên şêwaza jiyanê, pêşveçûna kesayetiya ciwanan û qada ku ferd tê de mezin dibe, dikare bibe motîvatorek mezin ji bo mezinbûna fikir û hişyariyê, an jî dikare baweriya bi xwe qels bike û bibe sedema reftarên neyênî.
Lêkolîner û civaknas diyar dikin ku qada civakî bi malbat û hevalan ve sînordar nîn e, medyaya dîjîtal, bandorên înternetê, komên dîjîtal û rewşenbîriya giştî ya civakê, hemû bi awayekî rasterast an jî ne rasterast di şekildana fikir û biryarên ciwanan de xwedî bandor in. Gelek caran, ew mijarên ku ciwan dibêjin qey biryarên şexsî ne, di rastiyê de encama bandora derdor û civakê ye.
Bandora hevalan û derdorê
Pisporên civaknas bawer dikin ku ciwanî yek ji qonaxên herî hesas ên jiyanê ye, ji ber kes di vê qonaxê de li pey nasname, serxwebûna fikrî û aramiya kesayetiyê digere. Ji ber wê heval û derdorên nêzîk bandorek girîng li ser biryarên wan dikin. Ger ciwanek di qadeke bi piştgirî, diyalog, fêrbûn, xwendin û teşwîqkirina afirîneriyê de bijî, mimkûn e biryarên wî/wê ber bi mezinbûna kesî û civakî ve bin. Berevajî vê, qadeke girtî û bi tundiyê dagirtî, yan jî qadeke ku hemû cureyên cudakariyê tê de tên redkirin, dikare bibe sedema tecrîdê, kêmbûna baweriya bi xwe, yan jî ciwanek teşwîq bike ku fikrên tundrew an reftarên xeternak qebûl bike.
Piraniya pisporan diyar dikin ku zextên civakî di temenê ciwaniyê de bandorek pir kûr çêdikin. Ciwan gelek caran ji bo ji aliyê hevalên xwe ve bên qebûlkirin, amade ne awayê cil û bergên xwe, axaftina xwe, tevgerên xwe û heta baweriyên xwe biguherînin. Ev guherîn her dem ne neyênî ye, dema ku di qadek de nirx û armancên rast tunebim, dibe ku encam xeternak be.
Di avakirina fikrên ciwanan de rola medyaya dîjîtal
Bi pêşketina bilez a medyaya dôjîtal re, qada civakî êdî bi erdnîgarî ve sînordar nîn e, ciwanek li Silêmanî, Hewlêr an jî li bajarekî din, dikare di çend saniyeyan de ji mirovên bi hezaran kîlometreyan dûr bi bandor bibe. Îro, afrînerên naverokê, bandorên medyaya dîjîtal, YouTuber û çalakvanên dîjîtal di şekildana têgihîştina ciwanan a li ser jiyan, serkeftin, bedewî, nasname, têkiliyên civakî û heta mijarên siyasî û rewşenbîrî de roleke girîng dilîzin.
Derûnînas destnîşan dikin ku ciwan di gelek rewşan de, bêyî nirxandin, hewl didin şêwaza jiyan û fikrên kesên di medyaya dîjîtal de bi nav û deng in bişopînin. Ger naverok erênî be, dikarin xwendin, werzîş, afrînerî û mezinbûna kesane teşwîq bikin lê ger naverok li ser derew, teşwîqa tundiyê, madeyên hişbir be, yan nirxên tiştên neyînî bin, ew bandoreke neyînî li fikir û tevgerên ciwanan dikin. Ji ber vê, pispor bawer dikin ku hişyariya dîjîtal û fêrkirina şêwazê nirxandina agahdariyan, yek ji hewcedariyên herî girîng ên roja îro ne.
Rola malbat û saziyên perwerdeyê
Pispor bawer dikin ku her çendî medyaya dîjîtal xwedî bandoreke berfireh be jî malbat hê jî ji bo ciwanan yekem û girîngtirîn qada fêrbûnê ne. Malbatên ku li ser bingeha diyalog, guhdariya zarokan, rêzgirtina ji cudahiyan re û teşwîqkirina fikrên serbixwe ava bûne, bêhtir zarokên bi xwebawer û hişyar mezin dikin. Di heman demê de, dibistan û zanîngeh ne tenê divê bibin cihên fêrbûna dersan, divê bibin qadek ji bo fêrbûna diyalog, fikrên rexnegir, qebûlkirina cudahiyan û çareserkirina pirsgirêkan bi awayek aştiyane.
Pisporên perwerdeyê tekez dikin ku çalakiyên werzîşî, hunerî, çandî û xwebexşiyê roleke girîng di tijîkirina dema vala ya ciwanan û dûrxistina wan ji tevgerên xeternak de dilîzin.
Pirsgirêk û çareserî
Li gel hemû derfetên ku ji hêla qada civakî ya nû ve hatine afirandin, gelek pirsgirêk hene ku pêwîstî bi çareseriyên demdirêj heye. Zêdebûna zexta hevalan, zêdebûna agahiyên şaş, qelsbûna têkiliyên malbatê û nebûna çalakiyên civakî yên erênî hemû dikarin ciwanan ber bi hilbijartinên nerast ve bibin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, pispor pêşniyar dikin ku malbat, dibistan, zanîngeh, medya û rêxistinên civaka sivîl bi hev re bixebitin. Divê qadeke vekirî ji bo diyalogê bê afirandin, hişmendiya dîjîtal di dibistanan de bê fêrkirin, çalakiyên werzîşî û hunerî bên berfirehkirin û navendên ciwanan zêdetir bên piştgirîkirin.
Her wiha girînge ku ciwan fêrî wê yekê bên kirin ku her agahiya di medyaya dîjîtal de heye ne rast e û divê her dem fikrê rexnegir û çavkaniyên pêbawer binirxînin û ev jî dibe alîkar ku li hemberî nûçeyên derew, nêzîkatiyên neyênî û bernameyên ku mejî tevlîhev dikin xwe biparêzin.
Divê hemû kes hişyar bin
Civaknas û derûnînasên pispor hemfikir in ku qada civakî yek ji sedemên herî bi bandor e di destnîşankirina meyla rewşenbîrî, şêwaza jiyanê û pêşeroja ciwanan de. Ger ev qad li ser diyalog, bawerî, fêrbûn, hişyarî û piştgiriyê bê avakirin, dikare nifşekî nûjen, bi bawerî û berpirsiyar biafirîne. Lê belê ger qad tijî stres, ne zelalî, tundî û naveroka neyînî be dê metirsiya bandoreke neyînî li ser fikir, tevger û şêwaza jiyana ciwanan bihêle.
Ji ber vê, pêşeroja guhertinên fikrî û reftarên ciwanan bi giranî girêdayî wê yekê ye ku civak çiqas dikare ji wan re qadeke piştgir, vekirî, erênî û hişyar ava bike. Ger malbat, saziyên perwerdeyê, medyayê û ciwan bi hev re bixebitin wê qadeke wisa bê afirandin ku ciwan ne tenê jiyana xwe, di heman demê de pêşeroja civaka xwe jî bi baweriya bi xwe, fikrên rexnegir û biryarên biz anîn û hişmendî xwe bi pêş ve bibin.