“Azadiya çapemeniyê ber bi xeteriyê ve diçe, rojnameger tên astengkirin”

diçe, karê rojnamegeran tê astengkirin. Her wiha teqez kir ku dê rojnameger li kêleka gelê xwe li ser piyan bin û ji bo heqîqetê têbikoşin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Rojnamegerî û nûçegihanî rûyê rastiyê ye ku erkê wijdanî û fedakariyê bi cih tînin. Bi riya vî karî erkekî mezin û hesas digrin ser milên xwe rojnameger, armanca wan a sereke gihîştina dengê heqîqetê ye ji bo raya giştî. Dewletên desthilatdar jî vê yekê dijberî xwe dibînin, ji bo ku desthilatdarî û sûcên xwe dabîn bikin û veşêrin, rojnamegeriya serbixwe diçewisînin û hedef digrin ku êdî rastî jî azadiyê çapemeniyê paş ve diçe û dikeve xeterê. Yek ji wan dewletan jî dewleta tirk e ku bi hemû rê û rêbazan ragihandinê diçewisîne û dengê rastiyê difetisîne. Têkilîdarî vê mijarê, rojnamegera li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Amara Bawer axivî.

 “Ragihandin di dirêjahiya dîrokê de dengê rastiyê ye”

Amara Bawer di destpêka axaftina xwe de qala dîroka ragihandinê kir ku çawa bi rengekî azad û bê berjewendî dixebitîn û wiha pêde çû: “Ragihandin ji dîroka kevnar ve tê nasîn ku bi riya wê re têkilî û agahî di navbera welatan de xurt dibûn. Ew kesê ku peyama xwe radigihand mîna emanetek bû ji bo qiralan û qedexe bû ku tu kes zirarê bigihîjîne wî û pêwîst bû bi saxlemî vegere welatê xwe. Mirov dikare bibêje ku ragihandin di demên berê de tenê ji bo ragihandina tiştên ku diqewimin bêyî berjewendiyan û gel jî bi vî rengî li wan guhdar û mereq dikir. Piştî dem û salan, ev sîstem hat guhertin ku êdî li gorî berjewendiya dewletan ragihandin hat bikaranîn wekî propoganda û reklama polîtîka wî welatî. Piştî şerê cîhanî yê yekemîn û duyemîn, şerê sar dest pê kir û di wê derê de ragihandin dikaribû ji cîhê çaremîn xwe bigihîjîne cîhê yekemîn ku ragihandin di roja me ya îro de hêza yekemîn e di cîhanê de û siyaset di riya wê de pêk tê.”

“Dewleta tirk di nava welatên ku ragihandina bêalî asteng dikin de di rêza 157’an ye”

Amara Bawer bal kişand ser paşveçûna azadiya çapemeniyê de di cîhanê de û bi taybet di dewleta tirk de ku cihê xwe di rêza 157’an de di rêzebenda dewletên astengdar ji karê ragihandinê de derket û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Bêguman di roja me ya îro de gelek nûçegihan, rojnameger û dezgehên ragihandinê bi erkên xwe yên mirovî radibin û li gelê xwe xwedî derdikevin û hewl didin ku êşa miletê xwe bigihîjînin raya giştî. Her wiha ji bo bicihkirina vê rol û erka girîng, rojnameger rastî gelek zextan dibin û mecbûrî sînordariyê dibin. Bi taybetî di sala 2022’an Rêxistina Rojnamegerê Sînornenas rêzebendek a welatên ku rojnameger tê de tên astengkirin, di nav vê pîlançoyê de dewleta tirk cihê 157’an ji 180 welatan digire. Bicihkirina dewleta tirk di rêzek wiha de tê wateya ku ew ji welatên herî bêtir astengiyê li pêşiya ragihandinê derdixe û zextê li wan dike. Di gelek welatan de zilm û zordarî li pêş e û gelê wê zehmetiyan dijî, rojnamegerên xwedî wijdan demokrat ji bo derxistina vê rastiyê dixebitin lewma rastî binçavkirin û astengiyan tên.”

“20 rojnameger çend roj in li Amedê bin çavan de ne”

Amara Bawer da zanîn ku tenê di hefteyekê de 20 rojnameger ji aliyê dewleta tirk ve li Amedê hatine binçavkirin, her wiha destnîşan kir ku ev kiryar sûc e ji ber ku karê rojnamegeriyê divê azad be û mafê tu kesî nîn e wan asteng bike û wiha domand: “Ji salên dirêj ve dewleta tirk tevahî dezgeh û saziyên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê kirine bin kontrola xwe û qebûl nake ku tu alî dijberî wê rabe û serî hilde, bi taybetî siyaseta AKP’ê bi vî rengî karê ragihandinê difetisîne û ev kiryar tenê ji bo çapemeniya Kurdî derbasdar nîn e. Di vê dema dawiyê de jî polîsên dewleta tirk ser malên rojnamegerên li Amdê de girtin û ew binçav kirin, heta vê kêliyê jî 20 rojnameger hê jî di bin çavan de ne.”

“Welatê ku zextê li çapemeniyê bike, gelê wê ne azad e”

Amara Bawer got ku welatê zextê li çapemeniyê bike gelê wê ne azad e û dixwaze vê rastiyê veşêre: “Rojnamegerî azadiyê, welatê ku zextê li rojnamegeran bike tê wateya ku gelê wî welatî ne azad e û dewlet dixwaze vê yekê veşêre, dema ku sîstema ragihandinê dikeve destê desthilatdaran de êdî dengê gel difetise. Em dikarin Şoreşa Kobanî ya 2014’an bidin mînak ku çawa bi riya rojnamegerên wê deng veda û cîhan bi giştî bû yek bi gelê Kobanê re û dest dayê de, bêguman çapemniyê roleke xwe ya binirx di wir de leyîst û dikraîbû rastiya wê şoreşê ragihîne.”

“Azadiya çapemeniyê ber bi xeterê ve diçe, rojnamegerên jin tên astengkirin”

Amara Bawer diyar kir ku azadiya çapemeniyê ber bi xeterê ve diçe û hedefgirtina jinên rojnameger zêde dibe û got: “Helbet jin jî roleke xwe ya girîng di warê ragihandinê de dilîzin, bi wjidanî û hesteke xurt bi erkê xwe radibin lewre rola xwe ji her kesî zêdetir pêş dixe. Rola jinên rojnameger pir girîng û mezin, ji ber vê yekê yên bêtir tên hedefgirtin jin in. Mixabin ev bûyerên wiha pir hatine dubarekirin nimûne li Afganistanê jinên rojnameger ji aliyê Talîbanê ve rastî binçavkirin û lêxistinê hatine her wiha li Filîstînê tenê di mehekê de 2 jinên nûçegihan hatin hedefgirtin ji aliyê Îsraîlê ve, di heman demê de li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve jinên rojnameger hatin binçavkirin û çarenûsa wan heya vê kêliyê ne diyar e û gelek ji rojnamegerên jin li Rojavayê Kurdistanê jî ji aliyê rejîma Baisê ve hatine hedefgirtin, teqez ev yek ji bo Başûrê Kurdistanê jî derbasdar e. Sekinandina li çeperên şer ji bo derxistina heqîqetên û pêkanîna vê armancê pênaseya tekoşîn û berxwedaniyê ye, jinên rojnameger jî vê yekê îfade dikin û pêk tînin.”

“Rojnameger dê li kêleka gelê xwe li ser piyan bin û berdewam bikin”

Amara Bawer destnîşan kir ku dê rojnameger bi erkên xwe rabin, li kêleka gelê xwe li ser piyan bin û dewam bikin û got: “Li Rojavayê Kurdistanê rojnameger rastî gelek êrîşan tên ji aliyê dewleta tirk ve dema ku bûyerek an jî şerekî li ser xeta sînor pêk tê rojane ev êrîş diqewimin. Wekî ku gelê me van hemû salan li ber xwe da û berdewam kir ji bo parastina destkeftiyên şoreşê dê rojnameger jî li kêleka gelê xwe bisekinin û berdewam bikin.”