‘Azadiya Şengalê bi azadiya Rêber Apo pêkan e’

Jinên Êzidî komploya navneteweyî weke fermanê pênase kirin û diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberê gelên bindest e û azadiya Şengal jî bi azadiya wî pêkan e.

HÊVÎDAR ŞENGALÎ

ŞENGAL-Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de di encama komploya navneteweyî de hat dîl girtin û ev 25 sal in li Girava Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin. 3 sal in bi hincetên cuda yên dewleta tirk bi tu awayî agahî jê nayê girtin û hemû serdanên ji bo hevdîtinê bê bersiv tên hiştin. Dewleta tirk û hêzên komploger dixwazin bi tecrîdê pêşî li fikrên Rêbertî bigrin, ji ber dizanin niha li hemû cîhanê bûye hêviyeke mezin.  

Têkildarî salvegera komploya navneteweyî jinên Êzidî axivîn. Jinan anîn ziman ku ew Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke fermanekê li ser xwe dibînin û gotin ku azadiya Şengalê tenê bi azadiya Abdullah Ocalan re pêkan e.

 ‘Piştî fermanê me dost û dijminên xwe nas kir’

Endama dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zozan Simo komploya li ser Rêbertî şermezar kir û diyar kir ku ew weke jin û civaka Êzidî 15’ê Sibatê weke roja reş dibînin û wiha got: “Em komployê weke ku ferman hatiye serê me dibînin û heta jê girantir jî dibînin.”

Zozan Simo diyar kir ku îro ew bi taybetî jinên Êzidî bi fikrên Rêbertî rabûne ser xwe û ev nirxandin kir: “Beriya fermanê jinên Êzidî tu tişt nizanibûn lê piştî fermanê ruxmê her tiştî xwe perwerde û zana kirin. Me xwe li ser fikr û felsefeya Rêber Apo perwede kir. Me xwe zana kir, sazî û dezgehên xwe ava kir û me qada xwe ye parastinê yanî leşkerî ava kir. Heta niha civaka Êzidî hêza xwe ya leşkerî ava nekiribû lê piştî naskirina felsefeya Rêber Apo hêza xwe ya leşkerî ava kir. Me heta niha nedîtibû keç û xortên Êzidî bûne leşkerên civaka xwe, her dem xulamên dewletê bûn, her dem xulamên dijmin bûn. Lê piştî fermanê me dost û dijminên xwe nas kir û ji wê rojê ve heta îro em li ser hêza xwe ya leşkerî parastina xwe pêk tînin. Îro me xwe spartiye dostên xwe û em bi kêrî xwe tên. Keç û xortên Êzidî îro rabûne ser piyan, Şengalê diparêzin û nahêlin dijmin bikeve ser axa Şengalê. Bi saya wan civaka Êzidî bi dilrihetî dijî ji ber ku dizanin dê keç û xortên wan parastina axa wan bikin.”

‘Dema Rêbertî azad bibe dê Şengal jî azad bibe’

Zozan Simo ku Rêber Apo weke Rêberê gelê bindest pênase kir, destnîşan kir ku kengê fikrên Rêbertî xwe berdidin nava gelên bindest tecrîd girantir dibe û wiha dawî bi hevokên xwe anî: “Em weke jinên Êzidî xwe ji malbata Rêbertî dibînin û divê em dengê Rêbertî bigihîjînin her derê. Em jinên Êzidî azadiya fizîkî ya Rêber Apo dixwazin, dema Rêbertî azad bibe dê Şengal jî azad bibe. Divê dilê Rêbertî rehet be niha fikrên wî civaka Êzidî di serî de di nav hemû gelên bindest de ne û em silavên xwe jê re dişînin. Rast e niha Rêbertî di nava çar dîwaran de ye lê bes fikr û felsefeya wî di nav me de ye. Hêvî û daxwaza me ew e ku Rêbertî bi fizîkî azad bibe û were Çiyayê Şengalê.”

‘Ev roj ji bo me rojeke reş e’

Endama Meclisa Jinan a gundê Borik Welat Cano jî da zanîn ku armanca dijmin bi komployê tunekirina fikrên Rêbertî ye lê nikaribûye tune bike û wiha axivî: “Di 15’ê Sibatê de Rêberê me hat girtin, ev roj ji bo me rojeke reş e. Em weke jinên Êzidî li pey fikr û doza wî ne û li ser vê esasê em xwe bi rêxistin û perwerde dikin. Em ê heta dawiyê li pey fikrên Rêbertî bin û ji bo azadiya wî ya fizîkî her dem di nava çalakiyan de bin.”

‘Komplo li hemberî hemû gelên bindest e’

Endama Meclisa Jinan a Xanesorê Zîna Ehmed jî destnîşan kir ku komplo li hemberî hemû gelên bindest e û ev tişt anî ziman: “Armanca komplogeran tunekirina fikrên Rêbertî ye lê bes nikarin fikrên wî tune bikin. Di roja me ya îro de gelên bindest li ser fikrên Rêbertî xwe birêxistin dikin. Bi taybetî em jinên Êzidî xwe li ser fikr û felsefeya Rêbertî bi rêxistin û perwerde dikin. Em daxwaz ji hemû kesên ku xwe bi fikrên Rêbertî perwerde û birêxistin kirine, dikin ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî têbikoşin.”