Ayşegul Dogan: Muxatab Abdullah Ocalan e

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyarkir ku bi girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer dixwazin peyamekê bidin, têkildarî nîqaşên muxatabiyê yên serokkomarê AKP’yî dayî destêpirin got: “Muxatab kî ye diyar e.”

Navenda Nûçeyan – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe de daxuyaniya çapemeniyê da.

Ayşegul Dogan binçavkirin û girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ku li cihî wê qeyûm tayîn kir bibîr xist û ragihand ku biryar dane ku Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û parlamenterên wan li Stenbolê bi gel re li pêşiya şaredariyê bicivin û wiha got: “Heke em bi hev re ji qeyûm re nebêjin na, heke em dengekî xurt dernexînin dê bêhiqûqtî, newekhevî û bêedaletî mezintir bibe û ji jiyana me tevan bidize. Xwezî em neçar nemabûna ku me bi bîr xista lê mixabin îro ji Colemêrgê heta Esenyurtê, ji sala 2016’an heta niha em bi heman lîstikan re rû bi rû ne. Dîsa di sersibehekê de derî tên şikandin û operasyon tên kirin. Çi bû? Heke derheqê Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer de lêpirsîneke hiqûqî û li gorî demokrasiyê bihata kirin, her tişt dê cuda bûya. Êdî em hemû dizanin ku ne wisa ye.”

Ayşegul Dogan îşaret bi wê yekê kir ku Esenyurt mezintirîn navçeyê Tirkiyeyê ye û milyonek û nîv însan lê dijîn û got: “Kesê hatiye hedef girtin, şaredarekî bi rêya Lihevkirina Bajar hatiye hilbijartin e. Lewma divê mirov ji gelek aliyan ve binirxîne. Dixwazin hem peyamê bidin Lihevkirina Bajar hem jî bidin Stenbolê. Naxwazin muxalefeta demokratîk xurt bibe.”

‘Divê em îtiraz û berxwedanê bikin’

Ayşegul Dogan, anî ziman ku karîneya bêgunehiyê ji holê hatiye rakirin û wiha dom kir:

“Jixwe nebû lê ew tiştên pir biçûk jî holê rakirin. Ya hatye kirin xespkirina îradeyê, wêranî û talan e. Divê em bi hev re dengê xwe derxînin, nerazîbûna xwe nîşan bidin û li ber xwe bidin. Divê em li dijî vê têbikoşin. Divê em wan bidin zorê ku li gorî hiqûqê tevbigerin.

Çima Esenyurt û çima Şaredarê Esenyurtê? Çima ev pirs tên kirin; ji ber ku pêdiviyeke mezin bi lihevkirina civakê û aştiyê heye. Di serdemeke wiha de ji bihêzbûna muxalefeta demokratîk ditirsin. Bi vê tirsê jî dikevin nava operasyonên siyasî û dibêjin qey bi qelskirina muxalefeta demokratîk dê Tirkiye qezenc bike. Lê Tirkiye wiha qezenc nake.”

Ayşegul Dogan, bal kişand ser gotinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û ev tişt got: “Divê ji paşerojê ders bihatina girtin û ew rêbaz bihatina terikandin. Li rexekê qala hevhembêzkirinê dikin li rexa din jî mistê nîşan didin. Li rexekî dê qeyûm tayînî mezintirîn navçeyê Tirkiyeyê bikin li rexa din jî dê ji ber kurdbûna wî, şaredarê wê bigirin. Ev nayê qebûlkirin. Ev ne tenê DEM Partî û CHP’ê eleqedar nake. Her kesên daxwaza lihevkirina civakî û aştiyê dikin li dijî vê ye û dixwazin ev biryar were betalkirin. 

 ‘Bi kesê nade qezenc kirin’

Ayşegul Dogan got ku: “Hedefgirtina şaredarekê ku dengê tevahiya derdorên civakê girtî, hedefgirtina ruhê lihevkirina bajar e.” Wiha got: “Weke DEM Partiyê em vê lîstika tê lîstin dibînin. Bi sala ye rastî heman nebaşiyê tên. Ev lîstik, hesabên biçûk bi Tirkiyeyê didin windakirin. Yên van tiştan dikin bila bînin bîra xwe bê ka me şaredariyên qeyûm lê tayin kirin çawa yek bi yek ji wan standin. 

‘Guftogo wiha nabe’

Ayşegul Dogan wiha dom kir: “Polîtîkayên înkar, tunehesibandin, pişaftin û ewlehiyê didomin. Aştiya civakî, lihevkirin û guftûgo bi vî awayî nabe. Ma jidilbûna we ev e? Ma hûn dê bi tayînkirina qeyûm welêt birevê bibin û hevhembêzkirina civakî ma dê wiha bibe?”

 ‘Em li benda rakirina tecrîdê ne’

Ayşegul Dogan piştre pirsên rojnamegeran bersivand. Ayşegul Dogan, bal kişand ser gotinên Bahçelî yên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotinên Erdogan ên têkildarî “Muxatabên esil” û ev nirxandin kir: “Di esasê xwe de muxatabê vê bangê birêz Ocalan e. Bi mehan piştre hevdîtinek hate kirin. Serlêdanên parêzer û malbatan bi rêk û pêk didomin. Em li bendê ne ku tecrîd bê rakirin.”

Ayşegul Dogan, peyama Abdullah Ocalan jî xwend û wiha got: “Nifteya di vir de, derfet e. Ji bilî gotinên Erdogan û Bahçelî tu rewşeke ku em weke pêvajo pênase bikin tune ye. Fikar zêde dibin. Divê tenê bi bangawaziyan bisînor nemîne. Ez careke din dibêjim; nifte şert û merc in.”

Ayşegul Dogan, têkildarî pirsa muxatabiyê de wiha got: “Pirsgirêkeke me ya di mijara muxatabiyê de tune ye. Di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de muxatab diyar e. Ji bo bi rêyên aştiyene were çareserkirin muxatabê sereke birêz Ocalan e. Em qala rewşeke piraktorî dikin. Weke DEM Partî em kirdeyeke çalak in. Em hêza rêxistinkirî ya derdorên civakî ne. Partiya me xwedî sekna herî hevgirtî ye ku xwedî bername û nexşerêyekê ye.”