Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan a li Qoserê di hevdîtina gel de axivî, got,“Em îro di pêvajoya destpêkeke nû de ne” û diyar kir divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Ocalan bên başkirin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mêrdînê, di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi gel re civiya.

Hevdîtin, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê bi bîr xist. Ayşegul Dogan, got: “Pêvajoyeke dîrokî ye. Ji salê 90’î heta niha bi milyonan kes mexdûr bûn, me gelek kes winda kirin. Lê dîsa jî me li ber xwe da. Me jî xwest mîna hemû gelan bi nasname, ziman û çanda xwe bijîn. Heke ev daxwazên me hatibûna qebûlkirin dê me ewqas êş nekişanda. Em li ser xaka xwe bûn penaber.”

‘Biryara PKK’ê stratejîk e’

Ayşegul Dogan, diyar kir ku êdî kesek nikare hebûna gelê Kurd înkar bike û got: “Rê û rêbazên têkoşîna me diguherin. Amûra me ya herî girîng a têkoşîna serdema nû, siyaseta demokratîk e. Daxwaza me ew e ku bikarin siyaseta demokratîk bikin, mafê me yê siyasetê were naskirin û daxwaza civakeke demokratîk û azad dikin.”

Ayşegul Dogan, got ku ew di pêvajoya destpêkeke nû de ne û axaftina xwe wiha qedand: “Hinek derdor hewl didin pêvajoyê bi dawî bikin. Hejmara wan zêde nîne lê li valahiyê digerin. Em ê destûrê nedin van derdoran. Divê em bizanin ku birêz Ocalan bangekî stratejîk kir. Biryara PKK’ê stratejîk e. Dê vê hefteyê hevdîtineke nû li Îmraliyê were kirin. Divê komîsyona li Meclisê hatiye avakirin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Her wiha divê şert û mercên birêz Ocalan bên başkirin.”