Ayşe Acar Başaran: Dê jin vê desthilatdariyê ji holê rakin

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku AKP’ê ji ber ku ji têkoşîna jinan ditirse dest bi furyaya binçavkirinê kiriye û destnîşan kir ku felsefeya "Jin jiyan azadî" hedef tê girtin.

Navenda Nûçeyan- Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran li navenda giştî ya partiyê bi endamên Meclisa Jinan re, der barê di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de li 14 bajaran der barê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn, daxuyanî da.

‘Operasyonek li dijî îradeya jinê ye’

Ayşe Acar Başaran diyar kir ku bi destgîrkirinê êrîş li ser têkoşîna jinê tê kirin û got, "Desthilatdarî, Serdozgeriya Komarê mîna rêbazeke klasîk a AKP'ê ev yek weke 'operasyona li dijî terorê' di çapemeniyê de belav kir. Lê belê em baş zanin bê ev operasyon tê çi wateyê û AKP-MHP dixwaze encameke çawa bi dest bixe. Em di pêvajoyeke hilbijartinê de ne. Li aliyekî hewl tê dayin ku şer û kaos bê kûrkirin, şer û kaos li her qada civakê tê birêxistinkirin, li aliyê din jî li dijî têkoşîna jinê ku hêza herî rêxistinbûyî ye, bi girtinê, marjînalkirinê û cihêkariyê dikin hedef û bi vî rengî dixwazin gavê paşve bide avêtin.

Raya giştî jî vê îşkenceyê dît’

Ayşe Acar Başaran di axaftina xwe de biryara darazê ya der barê Garîbe Gezer a di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da bi bîr xist û wiha got: Piştî ku Garîbe Gezer jiyana xwe ji dest ta derbarê dosyayê de biryara bêşopandinê hat dayîn. Piştî ku dîmen di çapemeniyê de derketin holê me dît ku Garîbe Gezer çawa îşkence dîtiye. Raya giştî jî vê îşkenceyê dît. Çarçoveya ku îktîdar ji bo jinan daniye ev tişt e. Hûn têkoşînê nadin, hûn divê daxwaza azadiyê nekin, li hemberî şîdet, faşîzim û şer li ber xwe nadin. Ji ber vê sedemê êrişê çalakiyên jinan ên 25'ê Mijdarê kir.”

Êrîş li dijî wan jinan tê kirin ku li ber şer radibin’

Ayşe Acar Başaran anî ziman di hefteya 25'ê Mijdarê de li hemberî jinên TJA'yî, li hemberî endamên Tevgera Jinên Kurd operasyonek hate lidarxistin û bi axaftina xwe bi van gotinan domand:

"Her gava ku tengav dibin, destpêkê êrîşî têkoşîna jinê dikin. Desthilatdariya heyî hewl dide bi vê rêbazê li ser piyan bimîne. Li Tirkiyeyê her roj herî kêm jinek tê qetilkirin, bi dehan jin bi gumanbarî jiyana xwe ji dest didin, gef lê tê xwarin, destdirêjî û destavêtin lê tê kirin. Desthilatdariya ku divê van pirsgirêkan çareser bike, jinên ku têkoşîna vê dimeşînin dike hedef. Hewl dide ku bi jinan gavê bi paş ve bide avêtin. Her roj şer kûrtir dibe û fatûreya herî mezin jî li jinan tê birîn. Êrîş li dijî wan jinan tê kirin ku li ber şer radibin. Ji ber ku li qadan dibêjin, 'Ev şer ne şerê m ye' îro êrîş li wan tê kirin. Ev şer şerê desthilatdariyê ye, operasyonên we yên desthilatdariyê ye. Jin ber ku dibêjin, 'ev şer ne şerê dewletê, gel an jî mayindebûnê ye, şerê we ye', jin dibin hedef. Em zanin ku ditirsin. Lewma jî desthilatdarî gelekî êrîş dike."

Ji têkoşîna jinê ditirse

Ji têkoşîna jinê ditirsin. Ji ber ku îro modela li Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye afirandin, bûye şoreşek û diyarî hemû jinan hatiye kirin. Ji ber ku şoreş bûye hêviya hevpar a jinan û gelan hemûyan, ewqasî ji têkoşîna jinê ditirsin û êrîş dikin. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ku îro li Îranê li dijî her cûre êrîşên rejîma Mola deng vedide, li Îranê bilind bû û li tevahiya cîhanê bû felsefeyek. Êrîş li dijî vê têkoşîna jinê ya ku bûye tê kirin. Li Efganistanê ji ber ku jin serî li ber rejîma Talîbanê natewînin, ji ber ku gavê bi paş ve neavêjin, dibin hedef.

Em ji vê derê careke din dibêjin; ti hêz wê nikaribe bi têkoşîna jinê gavê paşve bide avêtin. Heta hevaleke me ya TJA'yî, jineke HDP'î, hevaleke me ya femînîst, hevaleke me ya sosyalîst bimîne, wê têkoşîn dewam bike. Em careke din dibêjin; em ê bi desthilatdariya şer û dijminê jinê ya AKP-MHP'ê gavê paş ve bidin avêtin, em ê vê desthilatdariyê ji holê rakin. Ti hêz wê nikaribe li pêşiya vê bibe asteng. Ne bendên polîsan, ne jî operasyonên siyasî yên destgîrkirin û girtinê. Em ê li gel hevalên xwe yên jin, mil bi mil têkoşînê dewam bikin."