AYM: Mafê hilbijartinê yê Fîgen Yuksekdag hat binpêkirin
AYM biryar da ku mafê hilbijartinê yê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag ku piştî bûye parlamenter darizandina wê berdewam kiriye û ji ber vê dozê parêzbendiya wê hat betalkirin, hatiye binpêkirin.
Navenda Nûçeyan- Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag beriya bê hilbijartin û bibe parlamenter di 13'ê Sibata 2012'an de li Edeneyê çûbû ser gora endama Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) Yasemîn Çîftçî û ew bi bîr anîbû. Fîgen Yuksekdag piştî hatibû hilbijartin û bûbû parlamenter ji ber vê hatibû darizandin û bi cezayê lê hatibû birîn parlamenteriya wê hatibû betalkirin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya (MA) yê, AYM'ê di biryara xwe de diyar kiriye ku piştî Yuksekdag bûye parlamenter darizandina wê berdewam kiriye lê belê ev binpêkirina mafê parêzbendiyê ye û bi vî awayî xebatên wê yên hilbijartinê û siyasî hatine astengkirin.
Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Edeneyê di 27'ê Mijdara 2013'an de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 10 meh ceza li Yuksekdag birîbû û gava ev ceza li temyîzê bû Yuksekdagê di 1'ê Mijdara 2015'an de bûbû parlementera Wanê. Piştî Yuksekdagê bûbû parlementera Wanê Daîreya Ceza ya 16'an a Dadgeha Bilind jî di 22'yê Îlona 2016'an de cezayê lê hatibû birîn pesend kiribû.
AYM'ê di biryara xwe de bal kişandiye ser xala 83'yan a Qanûna Destûra Bingehîn û diyar kiriye ku kesek ku piştî bibe endama meclisê beriya hilbijartinê yan jî piştî hilbijartinê bi tu sûcî nayê tawanbarkirin û nakeve ber lêpirsînê. AYM'ê diyar kiriye ku lewma domandina darizandina Yuksekdag binpêkirina mafê hilbijartinê û xebatên hilbijartinê û siyasî ye.
Her wiha AYM'ê biryar daye ku ji ber vê binpêkirina mafan 30 hezar TL tazmînata manewî bê dayîn.