AYM’ê daxwaza HDP’ê red kir

Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza HDP’ê ya "doza girtinê bimîne piştî hilbijartinê" bi yekdengî red kir.

Navenda Nûçeyan – Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daxwaza HDP’ê ya ‘doza girtînê bimîne piştî hilbijartinê’ red kir. Hate diyar kirin ku biryar bi yekdengî hatiye girtin.

Hevserokê Giştî ya HDP'ê Mîthat Sancar, diyar kir ku ji bo doza girtinê taloqî piştî hilbijartinên Giştî yên Serokomarî û Parlementer ya 2023'an were kirin, serî li AYM’e dane. Raportorê ji bo serlêdanê hati tayînkirin duh xwestibû ku daxwaza HDP'ê bê redkirin. Raportor di hinceta redkirina xwe de îdia kir ku "Dadgeh serwer e rojevê ye û dosyaya girtinê têra xwe berfireh e". Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî di axaftina xwe ya di civîna Koma Meclîsê ya partiya xwe de Dadgeha Destûra Bingehîn hedef girtibû û xwest ku biryar di aliyê girtinê de bê dayîn.

Hesabên xezîneyê hatin desteserkirin

Di pêvajoya dosyaya girtinê ya ku prosedûra doza ceza tê şopandin de, Dadgeha Bilind, li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, di 5'ê Çile de biryar da ku hesabên alîkariyê yên Xezîneyê yên partiyê bên bloqekirin. Biryar dê ji aliyê Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn ve ji nû ve bê nirxandin. 

Piştî parastina zêde ya partiyê, biryara bloqekirina alîkariyên Xezîneyê, dê ji aliyê Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn ve ji nû ve bê nîqaşkirin. Heyet, piştî bersiva were, dê biryara betalkirina biryarê an jî berdewamkirina hikme tedbîrê bide.

Pêvajoya doza girtinê

Di pêvajoya girtinê de, Serdozgerê Dadgeha Bilind a Tirk Bekîr Şahîn daxuyaniya xwe devkî di 5'ê Çileyê de nirxandi bû. Piştî parastina devkî ya HDP'ê, Raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn a ku dê agahî û belgeyên têkildarî dozê kom bike, dê rapora xwe ya li ser esasê amade bike. Piştî temambûna raporê, serokê dadgehê dê ji bo civînê roj diyar bike, dê endam di roja hat diyarkirin de li hev bicivin û daxwaza girtinê li ser esasê nîqaş bikin.