‘Avakirina Meclisa Civaka Ermenî yek ji berhemê şoreşa Rojava ye’

Hevseroka Komîteya Ragihandinê a Meclisa Civaka Ermenî a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîvan Îbo da zanîn ku îro derbarê pêşxistina têkiliyên bi welatên derve re dixebitin û got ku wan derfeteke wiha ji Şoreşa 19’ê Tîrmehê qezenc kirine.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Komîteya Ragihandinê yek ji komîteyên Meclisa Civaka Ermenî ya ku xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birêxistin dike ye. Lewra vê carê me xwest rol û misyona Komîteya Ragihandinê ku ji girîngtirîn komîte ye, di belgekirin û bûyîna deng û zimanê civaka Ermenî de biteyîsînin.

Hevseroka Komîteya Ragihandinê a Meclisa Civaka Ermenî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîvan Îbo,derbarê kar û xebatên ku didin meşandin re ji ajansa me re axivî.

Sîvan Îbo got ku komîteya Ragihandinê di belgekirin xebat û projeyên meclisê de roleke çalak dilîze û wiha got: “Ji serdanên şandeyan heta kar û xebatên komîteyên meclisê em her buyer û kêliyê li vir belge dikin û arşîva wê jî digrin. Ji bo danasîn û bûyîna ziman û dengê çanda gelê Ermen, urf, adet û kevneşopiyên wê jî ragihandin rolek sereke dilîze û beşdarbûna meclisê bi komîteyên wê bone û ahengan jî dişopînin."

‘Me sê kurtefilm çêkirin’

Sîvan Îbo da zanîn ku wan karîn 3 kurtefîlmên sînemayê çêbikin û wiha got:  “Ligel şopandin, belgekirin û erşîfkirinê jî me karî 3 kurtefîlmên sînema jî çêbikin. Kurtefîlma destpêkê bi navê "Hebit El-Ruman-Liba Hinarê" ye, hinar semboleke binirx e ji gelê Ermen re, me jî xwest em bi vê yekê destpê bikin. Hinar nîşaneya kombûna gelê Ermen ji belavbûna dema qirkirinê de ye. Wateyeke xwe ya din jî digre ku hinar nîşaneya bedewbûna jina Ermen e û rengê sor jî ji xwîna qurbaniyên qirkirinê ne. Kurtefilmê duyem jî bi navê "Gula min" behsa dozeke civakî li ser zewaca temen biçûk, ku di encama wê de gelek pirsgirêk derketin dike. Herwiha me bal kişand ser rola civakê ku çawa rola dayikê tê paşguhkirin heta ku dibe sedem zarokên keç di temenê biçûk de werin zewicandin. Kurtefilmê sêyem jî bi navê  “Ji nişkê ve" qala roja qirkirinê dike, ku çawa Osmaniyan dest bi qetilkirina jinên Ermen kirin. Niha tenê em kurtefîlman çêdikin, dibe di pêşerojê de em dest bi filmên dirêj jî bikin. Her wiha hûnerên kesayet û ciwanên ermen jî bi rêya bernameyên bodkast û bernameyên hûnerî jî em çêdikin û li ser malpera fermî a meclisê li ser medyaya dijîtal Facebook parve dikin."

‘Ermeniyên li ser axa xwe ji bo maf, ziman û çanda xwe têdikoşin’

Sîvan Îbo da destnîşan kir ku  armanca sereke ya avakirina meclîsê ew e ku dîasporaya Ermeniyan li hev bîne û wiha dom kir: “Em baş dizanin Ermeniyan çi jiyan kir, di ferman û qirkirineke çawa re derbas bûn, di wê pêvajoyê de Ermeniyên ku belav bûn nasnameya xwe wendakirin heta zimanê xwe jibîr kirin û çand û kevneşopiyên wan hatin pişaftin. Beşek mezin ji ermeniyan ziman û nasnameya xwe windakirin, sedem jî jiyankirina bi gelê Kurd û Ereb re bû. Lê em jibîr nakin ku Kurd û Ereban ji Ermeniyan re hembêza xwe vekirin, ew parastin û bûn mala wan a destpêkê. Ji ber wê avakirina meclisê zindîkirina çand, ziman û careke din nasnameya xwe bidestxistin bû. Li ser vî bingehî jî têkiliyên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta Sûriyê û ev demeke têkiliyên bi welatên derve re tên xurtkirin. Niha têkilî bi Hikûmeta Ermenîstanê re bi awayekî baş pêşdikeve. Da ku ew jî bizanbin Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meclisa Civaka Ermenî heye. Ermeniyên ku li ser axa xwe man, ne wekî yên nasnameya xwe wendakirin e û ji bo bidesxistina maf, ziman û çanda xwe têdikoşe ye."

'Şoreşa 19’ê Tîrmehê derfetek dîrokî bû’

Sîvan Îbo got ku Ermeniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nû ve xwe ava dikin wekî dara hişkbûyîn careke din şîn dibin û ev tişt got: “Me di kongreyê xwe yê ku yekem car tê lidarxistin de gelek proje, fikr û pilansazî dan pêşiya xwe ku em ê demê pêş li ser kar bikin. Hîn bêtir jî armancên meclisê bidin nasîn û bikaribin careke din diasporaya Ermeniyan li ser asta cîhanê çêbikin û têkiliyên xwe bihêztir bikin. Me gavek avêtiye, lê hîn gelek kar pêşiya me heye, hedef û armancên hîn mezintir hene. Şoreşa 19’ê Tîrmehê derfetek dîrokî bû ku karî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diasporaya Ermeniyan cara destpêkê çêbike û avakirina Meclisa Civaka Ermenî yek ji berhemên vê şoreşê ye. Şoreşa Rojava hişt ku careke din neviyên Ermeniyan serî hildin û bêjin 'Em hîn hene', ku em bikaribin careke din libên hinarê yên belav bûyî kom bikin û peyamekê bidin dijmin ku gelê te ew qirkir careke din serî hildide û wê ji demên berê bihêztir be."

'Em di 24’ê Nîsanê de qirkirina Ermeniyan bi bîrtînin'

Sîvan Îbo projeya Netewa Demokratîk ku têkiliyên di navbera pêkhateyan de xurt kir bibîrxist û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li vir rê ji nijadperestiyê re nayê vekirin, em bi hevgirtin û yekîtiya xwe vê projeyê didin rûniştandin. Em xwedî yek armancê ne. Armanca me belavkirina fikrê netewa demokratîk e. Herwiha em li vir roja qirkirina Ermeniyan di 24’ê Nîsanê de bibîrtînin. Hevgirtina me nîşaneya hêza me ye."