Aşûriyên Til Temirê Akitu ya 6772'an pîroz kirin

Bi sedan ji Aşûriyên Til Temirê bi beşdarbûna Şandeyek ji Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk cejna Akitu pîroz kirin.

Hesekê- Aşûriyên navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi beşdarbûna şandeyek ji Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Partiya Yekîtiya Suryanî, Hêzên Meclisa Leşkerî a Til Temirê û hêzên ewlehiyê tevî endam u rêveberên saziyên civaka sivîl û partiyên kurd, bi şahiyekê Cejna Akitu pîroz kirin. Şahî li Hola Meqsefa El-Xeymê hat lidarxistin. Aşûriyan bi cil û bergên xwe yên gelerî ku ji dapîr û bapîrê xwe girtine, reng dan şahiyê wekî ku nû bihar dest pê dike.

"Pîrozkirina Akitu ya 6772'an wateya asta girêdana bi axa pîroz re dide"

Piştî deqeyek rêzgirtin Rêveberê Partiya Aşûrî a Demokratî Şemûn Kako got ku 12 sal derbas dibin û li Sûriyê kirîza ku tu çareserî jêre nehatiye dîtin didome ku pêre jî gelê aşûrî jî wekî gelên din dibin qurbaniya vê yekê û wiha berdewam kir: "Pîrozkirina Cejna Akitu a ku dikeve sala xwe ya 6772'an ji kevntirîn cejnên gelê me yê aşûrî ê kevnar e, ku wateya wê jî nûbûna xwezayê û domandina jiyanê her wiha ku di bin baskên xwe de jî şaristaniya kevnar vedişêre ku nifşên nû jî pêre mezin dibin. Dema ku îro em cejna xwe ya 6772'an pîroz dikin, em ji cîhanê re asta girêdana me ya bi axa pîroz ve nîşan didin. Çareseriya aşityane li Sûriyê, wê Sûriyê ber bi demokrasiyê ve bibe û heman wextê jî wê her netewek li gorî kevnarbûna xwe bêyî tirsa ji dewletê bijî."

"Ruxmî qetîlam û qirkirinan em hene û em ê hebin"

Rêvebera Meclisa Parastina Xabûrê M.N.K Madlên Xemîs diyar kir ku ruxmî hemû zor û zehmetiyan û şerê heyî ew cejna xwe ya 6772'an pîroz dikin û ev yek cihê serbilindiyê ye û wiha domand: "Ruxmî ku hemû rewşên zehmet li welat û derveyî welat her wiha li dijî hemû binpêrkirin û qetîlam û komkujiyan em hene û em ê hebin."

"Akitu têkoşîna ji boyî azadiyê ye"

Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Silêman Barûdo anî ziman ku Cejna Akitu nîşana berxwedana ji boyî azadiyê û têkoşîna li dijî desthilatdarî û zilmê ye û wiha lê zêde kir: "Em jî cejna Akitu li tevahî gelê aşûrî suryanî pîroz dikin û bi hêviya ku ev cejn bibe wesîleya aşîtiyê ji cîhanê, Sûriyê û ji gelê wêre."

Piştî axaftinan Koma Etra a govendê govend gerandin.