Astengdarên kantona Kobanê 8`ê Adarê pîroz kirin
Bi munasebata Roja Jinên Cîhanî Desteya Jin û Desteya Kar û Barên Civakî şahî ji bo astengdaran li darxist.
Kobanê- Rêzeçalakiyên 8`ê Adarê Roja Jinên Cîhanî di bin silogana "Emê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin" li kantona Kobanê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de Desteya Jin û Desteya Kar û Barên Civakî yên herêma Firatê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyek ji bo astengdaran li navenda komeleya Tîrêj a Astengdaran lidarxistin, bi dehan zarok, jin û mêrên astengdar di şahiyê de amade bûn
Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Pişt re Mizgîn Mehmûd ku di çavên xwe de astengdar e axaftin kir û wiha got: "Jin ji destpêka dîrokê û heta niha bi tundiya cur be cur re rû bi rû dimîne, li hember vê yekê têkoşîna jinan jî di asteke xûrt de dihat meşandin. Roja Jinên Cîhanî jî yek ji ber berhemên têkoşîna jinên Newyorkê û jinên kedkar yên cîhanê ye. Bê gûman jinên Kurd jî têkoşîn û fedekariyeke mezin nîşan dan, ev yek jî li ber çavên tevahî cîhanî pêk hat. Ji ber vê di roja îro de jinên Kurd weke sembola têkoşîn û berxwedaniyê tê pêşkêş kirin. Ji lewra divê ku jinên astengdar jî di vê astê de têbikoşin û roleke aktîf di nava civakê de bilîzin."
Seroka Desteya Jin ya herêma Firatê Cîhan Derwîş behsa armanca pîrozbahiyê kir û got: "Em 8`ê Adarê li tevahî jinên têkoşer û berxwedêr pîroz dikin. Me xwest weke Desteya Jin û Desteya Kar û Barên Civakî di nava rêzeçalakiyên Roja Jinên Cîhanî de pîrozbahiyekê ji bo kesên astengdar çêkin, coşa wan bilind bikin û kêfxweşiyê bi hev re parve bikin."
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.