Asmaa Al-Barassi: Divê jin ji bo xwe jiyana nû ava bikin

Asmaa El-Barasî ya ku yekemîn jina ji bo seroka Meclisa Navenda Ragihandinê ya Zanîngeha Bîngazî ya Lîbyayê hat hilbijartin, peyam da jinên Lîbyayî û got ku ji bo avakirina jiyana nû dudil nebin.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bingazi-Ji ber newekheviya zayendî li gelek welatên cîhanê jin di gelek qadên jiyanê de bi taybetî siyaset, jiyana kar û perwerdeyê, ji mêran kêmtir dikarin di pozîsyonên rêveberî û biryargirtinê de cih bigrin. Li Libyayê jî jinan rûxmê hemû astengiyan jî li cihê kar dikin ji bo ku di asta rêvebirinê de xebat bikin têkoşîna xwe dimeşînin. Asmaa Al-Barasi jî di têkoşîna daye de dikaribûye li qada ku xebat dimeşîne bibe rêveber. Asmaa El-Barasî bû yek ji jinên yekem ku serokatiya Meclisa Navenda Ragihandinê ya Zanîngeha Bîngaziyê.

‘Jinên Libyayê bi kêrhatiyên xwe meydanê dixwînin’

Asmaa Al-Barasî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku jinên welatê wê şert û merc çiqas zehmet bin bila be, ji bo ku bigihîjin armancên xwe bi biryar tevdigerin û wiha berdevam kir: “Jinên li Libyayê bi xebatên xwe meydanê dixwînin û hebûna xwe didin îsbatkirin. Her dem di nava lêgerîna xuliqkariyê de ne” Asmaa Al-Barasî got ku wê bi bûrsa zanîngehê mastera xwe qedandiye. Esma El-Berasî diyar kir ku wê piştî qedandina zanîngehê li zanîngehê wek mamoste dest bi xebatê kir û diyar kir ku ew di rojnameyên înternetê, nivîskî yên Lîbyayê û kanalên televîzyonê yên wek Kuryna û Al-Adab de xebitiye.

‘Weke jin xebata di konseya serokatiyê de nehatim qebûlkirin’

Asmaa Al-Barasî di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku weke hemû jinên din ew jî di qada giştî û qadên taybet de bi zehmetiyan re rû bi rû maye û wiha pê de çû: “Zehmetî û astengiyên ku herî zêde min kişand ew bûn ku di zanîngeh û polan de ji aliyê hevpîşeyên xwe ve demek dirêj nehatim qebûlkirin. Min bi salan di medyayên navdar de kar da meşandin lê belê dema ku min serokatiya îdarî kir, min dît ku hinek hevhevpîşeyê min ên li Encumena Navenda Ragihandinê ya Zanîngehê qebûl nekirin ku ez weke jin di serokatiya meclisê û cihê biryardanê de cihê xwe bigrim.”

 ‘Di pozîsyona rêvebirinê de girtina peywir barekî din dide ser milên mirov’

Esma El-Berasî, anî ziman ku bi ruhê tîmê kar bi ser dikeve û got ku her çendî pozîsyona wê ya rêveberiyê weke jin neyê qebûlkirin jî ew karê xwe bi awayekî pisporî dimeşîne û wiha pê de çû: “Hem weke jin hem jî wek dayik di asta rêvebirinê de cihgirtin ji bo min barekî cuda bû.” Asmaa Al-Barasi diyar kir ku piştî wê wezîfeya serokatiya Lijneya Rêveberiyê girt ser milên xwe malbat û hevjînê wê piştgirî danê û got: “Malbata min bû sedem ku ez di vê riyê de bimeşim û di wê pozîsyonê de serkeftî bim.”

Esma El-Berasî wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Jinên Libyayê ji roja ku welatê Libyayê ava bûye ve heta niha bi biryar in ku mafên xwe bi dest bixin. Jinên Libyayê divê ji bo xwe jiyana nû ava bikin. Divê ji bo xwe pîvanan diyar bikin. Jiyana perwerdeyê ya zarokên keç û jinan pir girîng e. Ji bo avakirina jiyan û pêşeroja xwe divê girîngî bidin zanistê.”