Arzu Kahraman a TJA’yî: Jin di pêvajoyê de bi Abdullah Ocalan bawer in
Aktîvîsta TJA’yê Arzu Kahraman a endama dîwanê ya civînên Aştî û Civaka Demokratîk e, da zanîn ku gel baweriya xwe bi Abdullah Ocalan tîne û got: "Di nava hemû pêvajoyan de ev cara ewil e ku em dibînin gel ewqas biryardar e.”

ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 27’ê Sibatê de ji bo bidawîbûna şer û pevçûnên ku bi salan didome, bangek kir. Bandorên banga “Aştî û Civaka Demokratîk” didomin. Piştî bangê PKK’ê di 1’ê Adarê de agirbest ragihand û di kongreya xwe ya 12’emîn a di navbera 5-6’ê Gulanê de pêk anî de, biryara rawestandina pevçûnan daye. Piştî biryara feshkirinê jî, di 11’ê Tîrmehê de Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat jî din av de 15 jin û 15 mêr bi giştî 30 PKK’yiyan çekên xwe şewitandin.
Piştî merasîma îmhakirina çekan, neavetîna gavên şênber a hikûmetê bû sedema rexneyan. Di vê çarçoveyê de ji bo pêşxistina guherînên pêwîst ên qanûnî û agahdarkirina raya giştî ya li ser pêvajoya ku piştî biryara feshkirin û îmhakirina çekan a PKK’ê bê meşandin, li Meclîsê komîsyonek hate avakirin. Civîna ewil a komîsyonê di 5’ê Tebaxê de hat lidarxistin. Tê payîn ku di rojên pêş me de malbatên ku di pevajoya bi pevçûn de mexdûr bûnê, li Meclîsê bên guhdarkirin.
Ji bilî van geşedanan, ji bo Tirkiyeyek demokratîk xebatên partiyên siyasî jî didomînin. Di vê çarçoveyê de, di pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de "Civînên Aştî û Civaka Demokratîk" ya hewl dide ku pêvajo bê famkirin, hat destpêkirin. 280’yemîn "Civîna Aştî û Civaka Demokratîk" ya ji bo meşandina nirxandin, daxwaz û hêviyên derbarê pêvajoyê de hate destpêkirin, di 5’ê Tebaxê de li Taxa Amara ya Xelfetiyê bi dawî bû.
Aktîvîsta TJA’yê Arzu Kahraman a Endama Dîwana Civînên Civaka Aştî û Demokratîk e, derbarê pêvajoya ber bi çareseriya pirsgirêka Kurd diçe, civînên gel ên di vê çarçoveyê de hatine destpêkirin û bendawariyên jinan şîrove de axivî.
Arzu Kahraman da zanîn piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, eşkere bû êdî di sedsala 21’an de ne bi çekan, bi muzakareyan çareseriyek demokratîk bê mîsogerkirin û diyar kir ku Abdullah Ocalan bi salan e ji bo çareseriyê muxatab digre.
Arzu Kahraman, diyar kir ku bi sedan sal in him ji aliyê dewletê û him jî ferasetên hatine ser desthilatdariyê ve hebûna gelê Kurd tê înkarkirin û got ku PKK’ê di encama polîtîkayên înkarkirinê de têkoşîna çekdarî dayê destpêkirin.
‘Fêm kirin ku rizgariya Tirkiyeyê di dîtina rastiya Kurd de derbas dibe’
Arzu Kahraman da zanîn piştî banga Abdullah Ocalan, PKK’ê bi şewitandinê çekên xwe îmha kiriy û wiha axivî: “Êdî derket holê ku di nava aştiyê de, bi xwişk û biratiya gelan dikare bê jiyîn û dawiya jiyankirina di nava kaosê de nîne. Îro Şerê Cîhanê yê Seyemîn destpê kiriye û ev şer şerekî ku li Rojhilata Navîn bipêş dikeve ye. Mixabin, em gelê Kurd neçarin ku bedêla hemû şerên li Rojhilata Navîn bipêş dikeve, bidin. Bi vê rewşê re eşke bû ku em gelê Kurd li Rojhilata Navîn di pozîsyonek girîng de ne. Yek ji sedemên ku îro hêzên hegemonik û hêzên kapîtalîst nikarin bi temamî li Rojhilata Navîn hebûna xwe ava bikin jî, heqîqet û sekna gelê Kurd e. Êdî dewleta Tirk vê rastiyê analîz lir. Dewleta Tirk dît ku nikare bêyî Kurdan tiştek bike û bêyî Kurd ewê neghîje tu çaresariyan. Fêm kir ku rizgariya Tirkiryeyê di dîtina rastiya Kurd de derbas dibe û ji nû ve muzakereyek da destpêkirin.”
‘Di nav hemû pêvajoyan de yekem car e em dibînin gel ewqas biryardar e’
Arzu Kahraman, diyar kir wek jin piştî banga derketine qadan û li Kurdistan û Tirkiyeyê civînên gel lidar xistine û wiha got: "Civînên gel bi dirûşmeya aştî û civaka demokratîk hat destpêkirin. Li Amed û 17 navçeyên wê di 22’ê Hezîranê de destpê kir û di 5’ê Tebaxê de bi dawî bû. Em bi van civînan re bi gelek tiştên din re jî rû bi rû bûn. Di vê pêvajoyê de hinek fikar jî derbas bûn. Hem nîşanên pirsê yên gelê me çareserbûn û him jî pêşniyarên gel eşkere bûn. Di vê pêvajoyê de girêdanbûna gel a bi Birêz Abdullah Ocalan re û pêşeng dîtina wî çarek din derket holê. Jinên ku di her civînê de mafê axaftinê girtin, gotin ‘Em baweriya xwe bi tevgera xwe û Birêz Abdullah Ocalan tînin, em li pişt biryarên wî ne.’ Em ji gelek pêvajoyên muzakereyê derbas bûn. Lê hemû jî têk çûn. Bi têkçûna pêvajoyan re baweriya gel jî şikest. Gelê me got, ‘em ji ber baweriya xwe ya bi Ocalan piştgirî didin pêvajoyê.’ Di nava hemû pêvajoyan de ev cara ewil e ku em dibînin gel ewqas bibiryar e û bi awayekî zelal daxwazên xwe diyar dikin.”
‘Pêwîst e xwedî derketina gel a pêvajoyê ji aliyê hikûmet ve bê dîtin’
Arzu Kahraman a got, “Pêwîst e xwedîderketina gel a pêvajoyê; him ji aliyê dewlet û him jî hikûmetê ve bê dîtin”, balkişand ser fedakarî û niyeta baş a gel a digel hemû êşên kişandine û got: "Lê mixabin, hê ji aliyê dewletê ve tu gavên şênber ên gel dilgerm bike nehatin avêtin.”
‘Pêwîst e bawerî bidin gel’
Arzu Kahraman, axaftina xwe wiha domand: "Divê dewlet vê yekê pir baş analîz bike. Pêwîst e tavilêbawerî bide gel. Di civînan de daxwazên gel hebû; berdana girtiyên siyasî daxwaza wan a ewil bû. Ji bo ev pêvajo bi tenduristir bê meşandin, girîngiyek mezin didin azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan. Her jina ku mafê axaftinê girt, balê dikşand ser mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê. Ango gel bi biryar e, bi awayekî erênî û nerm nêzî pêvajoyê dibe. Lê belê, dixwazin daxwazên wan jî bê bicîhanîn.”
‘Em ê li dijî ferasetên ku hebûna Kurdan înkar dikin, rêxistinbûna xwe ava bikin’
Arzu Kahraman, destnîşan kir ku ew wekî saziyên demokratîk û gel ji bo avakirina civakek nû hewildanên mezin didin û wiha axivî: "Di pêvajoya pêşiya me de, em ê meclîs û kominên gel ava bikin. Em ê li dijî ferasetê hebûna Kurdan înkar dikin, rêxistinbûna xwe ava bikin û emê li bendê neseknîn ku dewlet me biparêze. Em dikarin bi hêza xwe, xwe biparêzin. Emê div ê pêvajoyê de, li bendê nemînin, xwe bi xwe birêxistin bikin û em dikarin bi avakirina mekanîzmayên xwe yên biryargirtinê, banga ku Rêbertî daye destpêkirin, bihêztir bikin. Ger em vê birêxistinbûnê bihêztir bikin, emê di vê pêvajoyê de destê Abdullah Ocalan jî bihêztir bikin. Em çiqas destê wî bihêztir bikin, wê aliyê din jî gav biavêje.”
‘Divê gelên Tirkiyeyê xwedî li pêvajoyê derkevin’
Arzu Kahraman, di berdewamiya axaftina xwe wiha got: "Heqîqetekî ku gel û Rêbertî bûye yek heye. Biryara ku îro Abdullah Ocalan daye, biryarên gel e. Îro biryarên gel jî, di heman demê de biryarên Abdullah Ocalan e. Nêzîkatiya li hember Birêz Abdullah Ocalan, nêzîkatiya li hember gelê Kurd e. Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê ne ferdekî tenê ye.
Raste, merasîmek îmhakirina çekan pêk hat. Dewlet çiqas gav biavêje, wê berdewamiya hinek tiştan çêbibe. Ji ber ev nîşaneya niyeta baş bû. Xwedîderketina banga Birêz Ocalan bû. Piştî ewqas gavên erênî hatin avêtin, divê xwedî li vê yekê derkevin. Ne tenê gelê Kurd, pêwîst e gelên Tirkiyeyê jî xwedî li vê yekê derkevin. Ji ber li Tirkiyeyê ji ber neçareseriya pirsgirêka Kurd qeyranên piralî tên jiyîn.”
‘Divê jin pêşeng bin’
Arzu Kahraman, da zanîn ku di pêvajoya nû de beşên herî çalak jin û ciwan bin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Gel bi biryar, nerm û erênî nêzî pêvajoyê dibe. Di vê pêvajoya nû de bidestxistina destkeftiyan, ji yekîtî, yekbûn û birêxistinbûnê derbas dibe. Divê bi taybetî ciwan û jin xwedî li pêvajoyê derkevin û pêşengtiya avakirina civaka nû bikin.”