Artêşa Iraqê kete nava hewldanên nû yên dorpêçkirinê

Serê sibehê artêşa Iraqê li cihên stratejîk ên derdora wargeha Mexmûrê kete nava hewldana û leşker bi cih kir. Gelê wargehê li hemberî vê hewldanê di nobetê de û li pêşberî vê hewildana leşkeran rawestiyane.

Mexmûr - Artêşa Iraqê ji serê sibehê ve li nuqteyên stratejîk ên wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê kete nava hewldanên nû yên dorpêçkirinê.

Hat diyar kirin ku leşkerên Iraqê hewil da di aliyê semta Şehîd Robar de li derdora bîrên ku ava wargehê jê tên, dorpêç bikin û her wiha hewil dan li semta Şehîd Xebat de êrîşî ciwanên wargehê bikin. Gelê Mexmûrê li dijî vê hewildanê berxwedanek mezin nîşan didin.

Di van kêliyan de gel jî li derdora wargehê nobetê digre û li pêşberî vê hewildana leşkerên Iraqê rawestiyane.