Artêşa Îsraîlê hinek taxên Refahê tehliye dike

Hat ragihandin ku arteşa Îsraîle di çarçoveya operasyonê de li başûrê Xezayê hinek taxên li bajarê Refahê ku ji milyonek zedetir Filistiniyen ku ji cih û waren xwe bûne xwe lê spartibûn dest bi valakirinê kiriye.

Navenda Nûçeyan – Di televîzyona dewletê û Radyoya Artêşê ya Îsraîlê de hat ragihandin ku Îsraîl dest bi valakirina bajarê Refahê yê li başûrê Zîvala Xezayê kir ku plana operasyona bejahî lê heye. Li gorî nûçeya Reutersê ya daye de artêşa Îsraîlê ‘berfirehiya bi sînor’ a ku perçeyek ji operasyonê ye dê li Refahê tehliye bê kirin.

Ji bo tehliyekirinê dê wext neyê diyarkirin

Li gorî daxuyaniya artêşê ji bo tehliyeya Refahê wextek daye diyarkirin û dê nirxandinek operasyon were kirin. Artêşê diyar kir ku di çarçoveya tehliyeyê de li gorî texmînî dê ji bajêr 100 hezar kes were tehliyekirin.

Di nûçeya Reutersê de ku li gorî Radyoya Artêşa Îsraîlê radigîhîne hat diyarkirin ku hêzên çekdar ên Îsraîlê li bajarê Refahê dest bi derxistina sivîlên Filîstînî kirine. Di daxuyaniya artêşê de hat gotin ku afîş, peyamên nivîskî, telefon û daxuyaniyên çapemeniyê dê "ji bo ku sivîl gav bi gav ber bi hin deveran veguhezînin" werin bikaranîn.

Dest bi valakirina taxan hat kirin

Li gorî nîçeyên televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN’ê; Artêşa Îsraîlê dest bi valakirina gelek taxên li nêzî sînorê Îsraîlê yên li rojhilatê Refahê kir, ku ji ber êrîşên Îsraîlê bi sed hezaran welatiyên Xezayê xwe spartibûn. Di nûçeya rojnameya The Times of Israelê hat destnîşankirin ku artêşê bang li Filistîniyên li taxên li rojhilatê sînorê Refahê dijîn kir ku "biçin herêmên mirovî" yên li El Mevasî û Xan Yûnisê.

Beriya tehliyeyê êrîşa hewayî

Beriya ku tehliyeya li Refahê di çapemeniyê de bê ragihandin, artêşa Îsraîlê li başûrê Refahê êrîşên hewayî pêk anî. Di êrîşan de di nav de pidên û zarok jî hene herî kêm 6 Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Hat diyaririn ku cenazeyên 6 Filistînî û gelek birîndaran rakirine nexweşxaneya Ebu Yusuf en-Neccar a ku dikeve aliyê başûrê Refahê.

Hamas: Hevdîtinên li Qahîreyê bi dawî bû

Bi destpêkina tehliyeyan ve hevdîtinên agirbestê û pevguhertina rehîneyan li paytexta Misrê Qahîreyê pêk hat ku şandeya Hamasê jî tê de beşdar bû. Hamas diyar kir ku hevdîtinên li Qahîreyê ji bo rehîneyên pevguhertinê û agirbestê bi dawî bû. Di daxuyaniya ku bi nivîskî hat ragihandin de wiha hat gotin: “Hevdîtinên li Qahîreyê bi dawî bûn. Heyeta Hamasê dê ji bajêr derkeve û bi serokên tevgerê re bişêwire.” Di daxuyaniyê de der barê pêşniyara lihevkirinê û bersivê de tu agahî nehat parvekirin. 

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê: Dê Refah di demek pir kin de were dagirkirin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant jî di dema kontrolkirina leşkerên li Korîdora Netzarimê ya di bin kontrola artêşa Îsraîlê da daxuyanî da. Yoav Gallant îdia kir ku nîşan dide Hamas naxwaze bi hikûmeta Tel Avîvê re lihevkirineke pevguhertina rehîneyan pêk bîne û got: "Em ê di demeke nêz de Refaha li başûrê Zivala Xezayê dagir bikin." Yoav Gallant wiha domand: “Me îşaretên bi fikar dîtin ku Hamas niyet nake li ser pevguhertina girtiyan bigihîje tu lihevkirinê. Ev tê wateya ku di demeke nêz de operasyoneke leşkerî ya bihêz li Refahê û deverên din ên Zîvala Xezayê pêk were.”

Hevdîtinên pevguhertina rehîneyan hatin kirin

Agirbesta nû, peymana pevguhertina rehîneyan a hevbeş ku bi navbeynkariya Misir û Qeterê hatiye amadekirin, li Qahîreyê hat gotûbêjkirin. Îsraîlê ragihand ku bêyî bersivdayîna pêşniyara agirbestê ya Hamasê heyetek naşîne Qahîreyê û ew qebûl nakin ku şer bi dawî bibe. Hamas jî di peymana pevguhertina rehîneyan de were îmzekirin, temînata ji bo agirbestek mayînde ya ku dê şerê li Xezayê bi dawî bibe dixwaze.