‘Armanca wan ew e ku bi qeyûman gendeliyan bidomînin’

Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe bertek nîşanî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê û binçavkirina Hevşaredar da û got: “Armanca wan ne xizmeta gel e, berdewamkirina gendeliyan e.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg - Bertekên li ser binçavkirina hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di 3’ê Hezîranê de û tayînkirina qeyûm ji bo şaredariyê berdewam dikin. Piştî ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) biryara çalakiya bênavber da, çalakiya nobedê ya parlamenteran û gel tevahiya şevê berdewam kir. Tevî astengiya polîsan jî gel bênavber dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Em dizan em qeyûman naxwazin” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin û meşiyan. Piştî meşê şandeya ku ji hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), wekîlên DEM’ê û hevşaredarên şaredariyan pêk dihat, li ber avahiya walîtiyê heta sibehê nobet girtin.

Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe bi bîr xist ku polîtîkaya qeyûm a li bajarê ku wê xwepêşandan û çalakî lê bidomin, bi taybetî piştî eşkerekirina deyn û gendeliya şaredariyê, hatiye meşandin û got: “Ji bo rê li ber gendeliyên nû vekin, qeyûm tayîn kirin.” Viyan Tekçe, anî ziman ku pereyên gel li şûna xizmetê ci cihên din re hatine xerckirin û da zanîn ku piştî qeyûm, şaredarî bi 315 milyon 705 hezar deyn hatiye girtin.

‘Têkçûna xwe ya di hilbijartinê de hezim nekirin’

Viyan Tekçe, anî ziman ku li şaredariyê texrîbateke zêde heye û diyar kir ku di pêvajoyeke wiha de ji bo xizmeta gel dixebitin, tayînkirina qeyûm ji bilî diziyê pê ve ne tiştekî din nîn e. Viyan Tekçe, anî ziman ku hikûmetê têkçûna pêvajoya hilbijartinê qebûl nekiriye û serî li riya qeyûman daye û got: “Hevşaredarê me di saetên sibehê de hat binçavkirin. Der barê wî de biryara dawî nîn e. Gava ku avêtine, bi temamî li dijî îradeya gel e. AKP-MHP têkçûna îqtîdarê ya di hilbijartinê de hezim nakin. Ligel ku hemû derfetên xwe bi kar anîn jî li hemberî îradeya gel winda kirin. Gelê Colemêrgê ne duh ne jî îro ev darbe qebûl nekir. Tevî du serdemên qeyûman jî di 31’ê Adarê de çû ser sindoqan û bersiva pêwîst da van qeyûm û zîhniyeta wan. Gel wê hem li îrade hem jî li hevşaredarên xwe xwedî derkeve. Ji bo vê em ê her tiştî bikin. Em ê her gav dengê xwe bilind bikin. Wê tu carî nikaribin vîna me û vî gelê me têk bibin.”

‘Dixwazin gendeliyên xwe bidomînin’

Viyan Tekçe, anî ziman ku piştî eşkerekirina gendeliyan pêvajoya qeyûman dest pê kiriye û got: “Dosyaya ku 10 sal in biryara wê nehatiye dayîn, ji bo qeyûm weke hincet hat destgirtin. Hikûmetê nikaribû vîna vî gelî û serkeftina partiya me hezim bike. Piştî ku me gendelî û diziya li şaredariyê rave kir ev pêvajo bi pêş ket. Hikûmetê piştî pêvajoya deynan dest bi avêtina gavên qirêj kir. Em bûn şahid ku pere li şaredariyê çawa hatine xerckirin û ji kê re hatine şandin. Dema ev gel li benda xizmetê bû, pereyê gel li cihekî din dihat xerckirin. Em ê ziraên ku didin gel û şaredariyan eşkere bikin. Em ê van veneşêrin. Em ê bi berdewamî ji raya giştî re behsa hemû gendeliyên wan bikin.”

‘Em ê bêdeng nemînin’

Viyan Tekçe di dawiyê de bang li gel kir û got: “Divê hemû şêniyên bajêr û saziyên demokratîk li qadan bin. Werin em xwedî li vîn û bajarê xwe derkevin. Em li hemberî vê derbeyê bêdeng nemînin. Ger em bêdeng bimînin wê ev derbe bidome. Em ê li dijî vê zihniyetê dengê xwe bilind bikin. Divê rêz ji vîna gel re bê girtin. Em ê li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng nemînin. Em rê nadin ku bi hêsanî îradeya me ji destên me bigrin.”