“Armanca êrîşên dewleta Tirk valekirina wargehê ye”
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Çîçek Cengîz da diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker dijminê tevayî mirovahiyê ye.
Mexmûr - Duh serê sibehê saet derdora 08.18’an de balefirên bi çek û bê mirov yên dewleta dagirker ya Tirk navenda Wargeha Penabera a Mexmûrê bombabaran kirin. Di encama êrîşê de tu windahiyên canî çênebûn, dayikek dema ku şîr dida zaroka xwe ya şeş mehî ji bo zaroka xwe rizgar bike bi sivikahî birîndar bû, lê gelek ziyanên medî gihişt malên derdorê û ziyanek mezin giha deruniya zarokên di hindirê malê û derdorê de. Li cihê ku êriş lê pêkhatî, li ser navê şêniyên wargehê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn û di derbarê êrîşa li ser wargeha Mexmûrê de endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Çîçek Cengîz ji ajansa me re axivî. Bi giştî ziyanek mezin gihan malên welatiyan û jinên ku ziyan gihane mala wan hêrsa xwe anîn zîman.
“Yên ku hevkariya dewleta dagirker ya Tirk dikin ne Kurdin”
Wesîla Çelê ya ku di demê êrîş pêkhatî de zarokên wê razayî ji nişkave bi dengê bombardûmanê re pencereyên wan şikestin ji xew rabûn, tirsiyan û ziyana madî gihayî mala wan wisa behsa êrîşên kir û got: “Ma eve adelete, hikumeta herêmê û hikumete Iraqê bi me dike, em her roj bangawaziyan dikin em dibêjin em adeletê dixwazin û bila bes êrîş were ser vî gelê sivil. Eve hemû cihê zarokên minin dewleta Tirk firokeyên xwe tine di bin guhê zarokên me didin. Yên ku ev êrîş pêkanîne û hevkarê wana em şermezar dikin, yên ku hevkariya dewleta dagirker ya Tirk dikin ne Kurdin ger Kurd bûna wê li Kurdan xwedî derbiketa. Kurdîni ma li Kurderê PDK rê dide dewleta Tirk ku hemû çiyayên Kurdistanê û sivilan bombabaran dikin.”
“Zarokên me û yên cîranê me hema kêmek mabûn bibin qurbanî”
Besna Çelê ya ku xwedî 5 zarokên biçûk û mala wê hatibû bombarankirin û derûniya zarokên wê yên derdora wan têkçûyî dema ku av dihat êrîş li ser mala wê pêkhat û wiha behsa wan kêliyan dike û dibêje: “Siharê sibehê av hatibû em ber ava xwe bû zarokên min razayî bû, zarokên min biçukin ez ber avê bûm min temaşe kir dewleta Tirk bi firokeyên xwe êrîşanî li ser mala me, ger hikumet ji ne hevalbendê Tirkan be wê çawa dewletek din bikare bi firokeyeyan êrîşî sivîlan bike. Em ji ber zilma dewleta Tirk revîne hatine vêderê li vê derî jî dewleta Tirk êrîşî me dike, zarokên me û yên cîranê me hema kêmek mabûn bibin qurbanî xedê wana ji mirinê rizgar kir. hemû dewleta hevalbendên hevin, şande tên û diçin ji bo me tiştek nakin.”
“Dayika ji bo zaroka xwe bi parêze birîndar bû”
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar ya Mexmûrê Çîçek Cengîz di derbarê êrîşa dewleta Tirk ya li ser wargeha Penaberan a Mexmûrê ku her carê sivilan dike armac de wiha got: “Di danê siharê de dema ku tevayî gelê wargehê jin, zarok, pîr û kal di xew de bû êrîşek ne merdane û li dijî exlaqê mirovahiyê ji aliyê SÎHA yên dewleta faşîst ya Tirk ve li ser navenda wargehê ya ku malên sivilan lê û zarokên di landikande razayî hat pêkanîn. Di encamê de tu ziyanên canî çênebû, lê belê tirsek ket di nava dilê zarokan de û ziyanek mezin ya medî giha malên derdor û camên malên derdor ku di hindirê malan de zarokên biçuk hebûn ew cam hemû hilweşiyan, di encamê de jinek ku ji bo zaroka xwe bi parêze bi sivikî birindar bû.”
“Bi carane êrîşê dijî exlaqê şer li beramberî gelê penaber tê pêkanîn”
Çîçek Cengîz di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand êrîşên dewleta Tirk yên ku ev bi salane tê pêkanîn û ambargoya ku ev ev nêzî sê salane ji aliyê PDK’ê ve li ser wargeha Mexmûrê tê meşandin û wiha dom kir: “Wek tê zanîn ev bi salane ji aliyê dewleta faşîst ya Tirk û hevkarê wê hikumeta Navendî ya Îraqê û Hikumeta Herêmê ve bi carane êrîşên ne merdane û yên dijî exlaqê mirovahiyê bi taybet li dijî exlaqê êrîşên ku li ser penaberan werin pêkanîn, êrîş tên pêkanîn. Di encamê de gelek caran windahiyên canî û birîndar çêbûn û gelek caran jî ziyanên medî yên berbiçav ku di pêvajoya amborgoya ku ev nêzî sê salene ku li ser gelê wargehê ji aliyê PDK’ê ve li ser wargehê tê meşandin. Bi roxmê zorî û zehmetiyên ku ambargo bi xwere anîne ev êrîşane li ser Mexmûr tên pêkanîn. Li beramberî vê yekê di raya giştî û qada navnetewî de bêdengiyek mezin heye. Bi teybet berpirsyarên penaberan yên ku xwe di navnetewî de weke berpirs û ewlekariya penaberan xwe di navnetewî de bi nav dike, lê dema ku êrîş li ser penaberan tên pêkanîn, li beramberî vêna bêdengiyek heye û li beramberî vêna ne pêkanîna erkê xwe heye û ji bo penaberan nabin bersîv. Ev jî xuya dike ku hevkariya wan çiqas bi dewletên ku dixwazin êrîşan pêkbînin re heye.”
“Dewlata faşîst ya Tirk dijminê hemû mirovahiyê ye”
Çîçek Cengîz da bi bîr xist ku armanca van êrîşên li dijî wargeha penaberan a Mexmûrê pêktê ji bo belavkirina gelê wargehê ye û wiha got: “Em dizanin armanca van êrîşane belavkirina gelê wargehê ye ji destxistina îradeya ku di encama ked û zehmetiyên ku 28 sale gelê wargehê ji bo bi destxistina mafê xwe û bê mafiya ku li ser axa bav û kalê wan hatî kirin û nepejirandina vê bê mafiyê ketine li ser rêya koçberiya ewqas dirêj de û weke wargeh bûne xwedî jiyanek, ev êrîş li dijî vê îradeya gelê Mexmûrê bi destxistî tê pêkanîn. Dewleta Tirk ya ku tu sînorên şer nas nake bi hemû kiryar û madiyata xwe weke dewlet xistiye meryetê ji bo tunekirina tevayî gelê Kurd, ne tenê wergeha Mexmûr, em weke wargeh parçeyek ji vê konsepta ku li ser gelê Kurd tevayî tê meşandine û teybet weke parçeya Bakûrê Kurdistanê ku ji bo bidestxistina mafê xwe em li vêderîne û weke gelek xwe rêxistinkirî li vêderê bi cih bûne û sazumaniya ku me daye ronişkandin bi taybet li ser Konfaderalîzma Demoqratîk ya bi fikir û felsefeya Rêber Apo em xwe bi rêve dibin, li ser vî esasî qebulnekirinek ya vê heye. Li beramberî vêya rêxistinbûna gelê Mexmûrê ya li himberî êrîş, zext û zordariyan û li beramberî hemû êrîşên dagirkeriyê ne tenê ji bo gelê wargehê dagirkere, ji bo tevayî Kurdê li her parçeyek yê cîhanê êrîşkar û dagirkereke û ev dewlata faşîst ya Tirk dijminê hemû mirovahiyê ye.”