‘Armanca êrîşên dewleta Tirk tunekirina gelê Kurd e’

Çalakvan û azadîxwaz li dijî êrîşên dewleta Tirk û Îranê li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê helwestên xwe nîşan didin, çalakvan û endama dayikên aştiyê Fewziye Abdulkerîm dibêje; ‘Armanca dewleta Tirk tunekirina gelê Kurd e.’

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Bi pêxistina gulupa kesk a welatên nadewletî ji bo êrîşên dewleta Tirk bi armanca dagirkirina xelkê Başûr û Rojavayê Kurdistan û komkujiya li ser gelê Kurd heye. Dewleta Tirk di 19 Mîjdarê de bi şev bi balafirên şer êrîşên dijwar li herêmên Qendîl, Biradost û çend herêmên din ên Başûrê Kurdistanê û Kobanê, Dêrik, Zirgan, Dirbêsiyê û gelek herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê pêk anîn.

Di encama va êrîşan de li Rojavayê Kurdistanê 15 kes ku di nav de rojnamevanek hebû şehîd bûn û gelek kesên din birîndar bûn. Jinên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk helwesta xwe nîşan dan û çalakvan û endama dayikên aştiyê Fewziye Abdulkerîm ji ajansa me re axivî û diyar kir ku armanca dewleta Tirk tunekirina gelê Kurd e.

‘Hikumeta herêmê li hemberî êrîşên dewleta Tirk û Îranê bêdeng e’

Çalakvan û endama dayikên aştiyê Fewziye Abdulkerîm di destpêkê de êrîşên dewleta Tirk û Îranê li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got: “Dewleta Tirk li Başûr û Rojava dest bi êrîşên bi çekên kimyewî û topbaranên dijwar kiriye û ev jî bû sedema şehîdbûna gelek kesên sivîl û şervanên azadiyê, dewelat Tirk bi awayek nemirovane êrîş dike lê belê tu rêxistinên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî, welatên desthilatdar û hikumeta herêmê li hemberî van êrîşên dewleta Tirk bêdeng in. Ew welatên ku banga demokrasiyê dikin, bi xwe gulupa kesk ji bo êrîşên dewleta Tirk pêdixin. Ew welatên ku xwe weke demokrat bi nav dikin, li hemberî van êrîşan tu helwestên wan tune ne. Em jî bêdeng nabin û em ê helwesta xwe diyar bikin, van êrîşan şermezar bikin. Bi taybetî di nava van du rojan de dewleta Tirk êrîşî Kurdistanê kir û di encama van êrîşan de 15 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.”

‘Tirkiye rêzê nîşanî mafên gelê Kurd nade’

Fewziye Abdulkerîm destnîşan kir ku  Tirk bi hinceta teqîna li Stenbolê dest bi van êrîşan kiriye û weke tolrakirinê bi nav dike û wiha got: “Dewleta Tirk bi tu awayî rêzê ji mafên rewa yên gelê Kurd re nagre, li aliyek din rejîma Îranê dest bi bombebarankirina navçeyên herêma Kurdistanê kiriye. Ji ber ku du meh in serhildan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî binpêkirinên li hemberî gelan hene û hê jî berdewam dikin. Em jî li vê derê piştgiriya gelê Îranê dikin. Divê gelê Kurd û gelên cîhanê li hemberî van êrîşan xwedî helwest bin. Em jî li dijî van êrîşan nerazîbûnên xwe diyar dikin û em van êrîşan qebûl nakin. Ji ber ku ne tenê xelkê sivîl şehîd dibin, xweza, av hewa û baxçeyên hemwelatiyan dişewitin û tune dibin.”

‘Dewleta Tirk û Îran her dem hewl didin gelê Kurd qir bikin’

Çalakvan Fewziya Abdulkerîm got: “Dewleta Tirk û Îran gelê Kurd qebûl nakin û her dem hewl didin gelê Kurd tune bikin. Ji ber wê ew destkeftiyên li Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê qebûl nakin, ji ber wê dixwazin tiştek bi navê mafên Kurdan nemîne ev jenosîdek e li dijî gelê Kurd e. Divê Kurd bi giştî û bi taybetî jin li dijî van êrîşên qirkirinê xwedî helwest bin û daxwaza mafên xwe bikin, em yek deng û yek helwest bin, ji ber serhildanên Rojhilat û Îranê bi jinan dest pê kirin û niha jî ev serhildan berdewam dikin.”