“Armanca dewleta Tirk tunekirina gelê Kurd û xaka Kurdistanê ye”

Li beramberî êrîşên dagirkeriyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê jinên Başûrê Kurdistanê helwesta xwe diyar kirin û daxwaz ji ciwan û gel kirin li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê bêdeng nebin û xwedî helwest bin.

ŞINYAR BAYÎZ

Silêmanî- Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê di şeva 17’ê Nîsanê de bi hewayî û bejahî êrîşî herêmên  Amedî, Şêladiz û çiyayê Kurejaro yê Şiladizê û Metîna, Zap û navçeya Bala yên  Başûrê Kurdistanê kir. Heta niha jî êrîş berdewamin û van êrîşan jiyana tevayî gelê Başûrê Kurdistanê xistiye metirsiyê. Li hemberî êrîşan di serî de welatiyên Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek deverên dinê çalakî dewamdikin. Hemwelatî didin diyarkirin ku ji ber rêxweşkirina desthiladarên herêma Başûrê Kurdistanê û kesayetên weke Mesrur Barzanî ku xwe radestî dewleta Tirk kiriye û hemû gel ji bê helwestbûna hikumeta herêma Kurdistanê bêzar bûne û dibêjin: “Ji ber bê helwestbûna hikumeta herêmê xaka me tê dagirkirin.” Jinên Başûrê Kurdistanê yên cihê xwe di çalakiyan de girtin banga baldariyê li her kesê kirin.

“Armanca dewleta Tirk tunekirina Kurdane”

Saniye Resul êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir û got: “Armanca dewleta Tirk tunekirina Kurdan û xaka Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber Kurdistan xwedî xakek dewlemende, dewleta Tirk çav berdaye ser xaka Kurdistanê û hertim hewil dide xaka me dagir bike û Kurdan tune bike. Herçendî ku dewleta Tirk çav berdaye ser xaka Kurdistan û rê nade Kurdistan serbixwe û pêş bikeve jî hikumet û desthildarên Kurd dagirkeran weke dostê xwe dibînin rê ji bo wan xweş dike daku Kurdistanê dagir bikin. Daxwaza min ewe ku hemû gel hişyar bin van êrîşan qebul nekin.”

“Yê ku ji êrîşan zererê dibinin jinin”

Pexşan Emer jî bi bîr xist ku dagirkeran çav berdaye serweta Kurdistanê û got: “Di van êrîşan de yê herî zêde zererê bibîne jinin, ji ber li her cihê ku dagirkerî hebe çiqas metirsî li ser civakê hebe ewqas metirsî li jinê jî heye. Ger hikumeta Iraq û ya herêma Kurdistanê hikumet bin rê ji bo dagirkeran xweş nedikirin dagirker werin nava xaka Kurdistanê, belku desthilatê em û xaka me firotibe ji ber wê pêşî li êrîşan nagrin. Armanca vê dagirkeriyê tunekirina Kurdane. Ji bo wê divê Iraq û hikumeta herêmê yekbin û li dijî van êrîşan bisekinin, da ku rola Kurdan ji holê nerabe û cigera dayikek din ne şewite.”

“PDK rê ji bo dagirkeran xweş dike”

Sueybe Elî da zanîn ku PDK sedema sereke ya van êrîşên dagirkeriyê ye, tevayî gel jî vê yekê baş dizane, ji xwe piştî civîna Mesrur û Erdoxan ev êrîş pêkhat û wiha got: “Di dîroka PDK’ê de ew siyaseta ku dide meşandin hemû ji bo xizmeta dagirkerane. Di vê meha remazanê û di rewşa xirb ya siyasî û aborî de, ev êrîşane destpêkir û ji ber van êrîşan jiyana Gund û navçeyan di bin metirsiyê dene. Ji van êrîşan yê ku zererê bibine jinin. Xelk ji vê desthilat û dagirkeriyê bêzar bûne ji ber wê bêdengin, divê gel û bi taybet ciwan bêdeng nebin û helwesta xwe diyarbikin daku pêşî li vê dagirkeriyê were girtin.”