“Armanca dewleta Tirk ji holê rakirina projeya Netewa Demokratîk e”

Endama Koordînasyona Meclisa jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên da zanîn ku dewleta tirk bi riya van êrîşan dixwaze pirojeya Netewa Demokratîk hilweşîne û şerê navxweyî di navbera gelê herêmê de derxe.

 
EBÎR MUHEMED
Qamişlo - Dewleta tirk ji 23’ê Nîsana 2021’an de êrîşên hewayî û bêjeyî li ser axa Başûrê Kurdistanê pêk tîne û bê navber didomîne. Di nava hefteyekê de hem êrîşî Şengalê kir, hem jî li ser xeta Zirgan û Til Temirê gelek dever top baran kir. Hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re xizmeta bercewndiyên dijminê Gelê Kurd dike. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Meclisa jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên nirxandin kir.
Jiyan bal kişand li ser rêbazên şer ên dewleta Tirk li dijî gelê herêmê û wiha dom kir: “Weke tê zanîn, ev nêzî sê meh in dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê li ser herçar parçên kurdistanê êrîşn xwe zêde kiriye. Dewleta tirk êdî rê û rêbazên xwe yên şeran guhertiye di aliyekî de şerê leşkerî li ser erdê dide meşandin û li aliyê din jî şerê taybet li ser deruniya gel dike bi rengekî ku her mirov di nava tirsê de bijîn. Ger em berfirehiya van êrîşan binrxînin mirov dikare aliyên wê yên din jî bide pêş weke derxistina şerê navxweyî di navbera gelê herêmê de, her wiha ji bo ku bercewendiyên xwe biparêzin bi dewletên derve re her di nava pilanan dene.  Em ketine wê baweriyê de ku êdî zirarên şer û êrîşan ên li ser Başûrê Kurdistanê têne kirin wê bandoriya wê ya neyînî li ser Rojvayê Kurdistanê jî hebe, her wiha parçeyşn din jî digre nav xwe. Armanên dijminên me li ser xaka Kurdistanê yek in, ji bo wê jî pêwîst e heya ji me bê em li dijî van êrîşan têbikoşin.”
 “Li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdengiya raya giştî”
Jiyan destnîşan kir ser komkujiyên der heqê Gelê Kurd de ku rastî bêdengiya cîhanî tên û wiha domand: “Dewleta tirk dixwaze bajarên me vala bike û tirsekê bikê di dilê gelê de, ew naxwazin projeya Netewa demokratîk bi ser bikeve. Şervanên me yên parastinê destkeftiyên pir mezin bi dest xistin, erkê me ye em van destkeftiyan îro biparêzin û li derdora wê bibin hêz. Şoreşa me 10 sal tijî têkoşîn li pey xwe hîştin û gelek pêşketinên erênî ji bo gelê herêmê bi xwe re anîn, pêşketin û serkeftinên me kîna dijminan li dijî me zêder kir bi rengekî ku her kes dixwaze îradeya me hilweşîne. Gelê me bi gelek komkujiyan re rû bi rû ma ye, êdî gihêştiya wê astê dijminên xwe nas dike û li dijî wan berxwedaneke bê hempa dide meşandin.  Li Bakurê Kurdistanê jî rewşeke xerab heye, heya niha mirov bi îdayên bê sûc têne girtin û çarenûsa wan ne diyar e, ev hemû pêwîst e di nav sûcên şeran de bên belgekirin û dewleta tirk li ser wê bê cezakirin.”
“Têkoşîna li dijî tundiya ser jina pir aliye”
Jiyan li ser bûyerên tundî û qetilkirina jinan li Bakur Kurdistanê nêrîn da û wiha pêde çû: “Bûyera qetilkirina Denîz Poyraz li Bakurê Kurdistanê bûyerek pir bi êş bû, bi taybet wekî  jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em vê bûyerê û hemû bûyerên ku tundî û êşkenceyê li jinan dike şermezar dikin û li dijî wê xwedî helwest in. Mixabin ewqas hovîtî li dijî îrade û hêza jinan, me hemû jinan mûxateb digre dest, ji ber jin li kîjan derevê cîhanê be êşên wan yek in. Kiryarên wisa kîna dewleta tirk taybet li dijî jinan dide diyarkirin, em van kiryaran weke destdirêjiya li ser nirxên jinan bi nav dikin. Ev kiryar bi zanebûn li pêşiya çavê jinan têne kirin, da ku jin ji rêka doz û azadiya xwe vegerin. Ya din jî dewleta tirk dixwaze jinên şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi van rêbazan bitirsîne, bi rengekî ku ger hûn serîhildin wê qetilkirin para we be. Em hemû rengeyên wekhevî, edalet û demokrasiyê qebûl dikin, ji bo wê jî em ê van xalên bingihîn di şoreşa xwe de biparêzin û li hember dewleta tirk serî netewînin.” 
 Jiyan bangewazî li tevahî jinan kir ku di doza xwe ya têkoşînê de bi îsrar bin û wiha bi dawî kir: “Êrîşan dijminan tu carî jinan na tirsîne, ji ber em xwedî maf in. Tevî hemû êrîş û zehmetiyan jî heya niha gelê me bi îsrar jiyan dikin. Em jî di wê baweriyê de ku wê her serkeftin para gelê berxwedêr be û em ê di têkoşîna xwe de her îsrar bin.”