Aqilê mêrsalar a di ragihandinê de diteyise nîqaş kirin
Bi guftugoya ku li Silêmanî hat lidarxistin rêjeya jinan a di dezgehên ragihandinê de, rola medyayê ya li ser civakê, aqilê mêrsalar a di ragihandinê de diteyise û bi rêya nûçeyan êrişî jinan dike hat nîqaşkirin.

Navenda Nûçeyan – Duh di 9’ê Mijdarê de li hola Xak a bajarê Silêmanî gotobêjek vekirî der barê medyaya Kurdî de bi sernavê “Aştiya civakê yan berovajîkirina nirxên mirovan” hat lidarxistin. Tê de der barê rola medya û bandorên wê yên li ser civakê de nîqaş hatin kirin û rêjeya jinan a di qada dezgehên ragihandinê de raxist ber çavan.
Di gotûbêjê de nivîskar û endama serkirdeya Yekitiya Jinên Kurdistanê Kinêr Ebdulhah, sekreterê bajarê Silêmaniyê yê sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê Karwan Enwer, mamosteya zanîngehê ya beşa ragihandinê Dr. Ciwan Celadîn axivîn.
‘Li gorî lêkolînan jin di rêvebirina ragihandinê de di asteke xirab de ne’
Nivîskar û endama serkirdeya yekitiya jinên Kurdistanê Kinêr Ebdullah di gotûbêjê de axivî û behsa cihê jinan di dezgehên ragihandinê de kir û wiha got: “Li gorî lêkolînan rêjeya jinan di rêveberî û qadên din de kêm e û rêjeya mêran ji sedî 100’ e. Bi giştî ji 14 endamên her yek ji kenalên ragihandinê, di kenalê Gelî Kurdistan de yek jin li beramberî pênc mêran hebû, li kenala Kurdistan sifir bi sê, li kenala KNN û Spêdê qet jin tunebûn, di kanala Peyam de ji çaran yek jin bû, bi giştî ji 35 rêveberên kenalên ragihandinê 32 ji wan mêr bûn, tenê 3 jin hebûn. Her wiha di malperên weke Awêne, Nalîn, Spî Medya, Ruwange, Drûm Midya, evane ji destpêka vabûnê heta niha rêjeya rêvebrên jin tê de sifr e û rêjeya mêran ji sedî 100’ e.”
Kinêr Ebdullah wiha behsa rola ragihandinê kir û got: “Mixabin niha piraniya kanalên ragihandinê, malper û rojname hewl didin bala bîneran bikşînin û serdestkirina aqilê mêrsalarî û bi kêmî li jinan nêrîn weke manşet e. Mînak manşeta ‘Di yek rojê de çar jin anî’ yek ji wan mînakan e ku di manşetên nûçeyan de hatiye danîn.”
‘Medya şerê derûnî dimeşîne’
Di berdewamiya gotûbêjê de mamosteya zanîngehê û pispora ragihandinê Dr Ciwan Celadîn wiha got: “Her çendî zagona mafê agahdarbûne heye jî lê belê kar pê nakin. Ji ber wê beşek ji ragihandinê şerê derûnî dimeşîne û derûniya mirovan têk dibe û dibe sedema gelek pirsgirêkên civakî. Medya hişmendiyê di nava civakê de ava dike û bandorek xirab li ser kesên civakê çêdike. Hinek din zanyariyên ne rast û propagandeyî belav dikin û digihîjin xwîneran.”