Amnesty li Cezayîrê binçavkirina parêzvanên mafên mirovan şermezar kir

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Amnesty İnternational zêdekirina polîtîkayên rayedarên Cezayîrê yên li dijî saziyên sivîl û xebatkarên mafên mirovan di hefteyên dawî de şermezar kir.

Cezayîr – Rêxstina Efûyê ya Navneteweyî Amnesty İnternational di raporekê de diyar kir ku rayedarên Cezayîrê êrîşên xwe yên li dijî civaka sivîl di heftiyên dawî de bi girtin û zindankirina 27 parêzvanên mafên mirovan û çalakvanên aştîxwaz, zêde kirine û bi kêmî 290 kes di girtîgehên Cezayîrê de tenê ji ber îfadeya ramanê girtî ne.
Cîgira Rêvebera Ofîsa Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Amna El-Qilalî banga serbestberdana hemû çalakvanên aştîxwaz û parêzvanên mafên mirovan kir.
Desthilatdarên Cezayîrê ji sala 2021'an ve hewil didin ku dawî li xwepêşandanên gel bînin, ji ber  wê jî bi sedan çalakvan, parêzvanên mafên mirovan û rojnamevan girtine.