Amed ji Newroza mezin re amade ye: Bi daxwazên xwe dabikevin qadan
Gulistan Atasoy diyar kir ku amadekariyên Cejna Newrozê ya li Amedê bê pîrozkirin bi hemû leza xwe berdewam dikin û got: "Bi milyonan kes li dijî feraseta qirkirinê dê heqîqet û daxwazên xwe biqîrin."
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Xebatên ji bo Cejna Newrozê ya îsal dê li 72 navendan bê pîrozkirin berdewam dikin. Di çarçoveya bernameyên ku bên lidarxistin de HDP’î li navçe û gundan bi gel re tên cem hev. Tê payîn ku ji bo Newroza 2022’an ku piştî Newroza 2021’ê ku ji ber pandemiyê qedexeya rêwîtiyê hebû pêk were, tevlibûnek rekor pêk bê, rojeva sereke ya gelên li herêman dê tecrîd, girtiyên nexweş, zextên li girtîgehan û daxwaza fermîkirina zimanê zikmakî be. Komîteya Amadekar a Newroza Amedê û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Gulistan Atasoy li ser Newroza Amedê ya tê payîn bi milyonan beşdar bibin axivî û diyar kir ku di warê teknîk û dîplomasiyê de hemû xebatên wan bi dawî bûne, xebatên wan ên herî mezin ew e ku li qadan bi gel re bên cem hev.
“Newroz serhildana mezlûman a li dijî zaliman e”
Gulistan Atasoy diyar kir ku Cejna Newrozê ya ku piştî bedelên mezin da û jî pêvajoyêk dîrokî derbas bû hat roja îro, ji bo gelê Kurd xwedî wateyên cuda ye, da zanîn ku gel Cejna Newrozê bi qîrîna daxwazên xwe yên siyasî pîroz dikin. Gulistan Atasoy der barê Newroza ku bi salan e ji aliyê gelan ve tê pîrozkirin de ev tişt got: “Newroz rojeke xwedî rastiyeke dîrokî û civakî ye ku di nava gelên Rojhilata Navîn de xwedî wateyên cuda ye. Di nava gelek gelan de jî wekî vejîna xwezayê tê pênasekirin lê dema em li Kurdan dinêrin serhildana mezlûman a li dijî zaliman weke sembola berxwedana wî tê pîrozkirin. Tesfiyeya ku hebûna wê tê înkarkirin, bûye sembola serhildana li hemberî rastiya gel a ku înkara wê bi tundî tê jiyîn. Çawa ku xwezayê rêya îsbatkirin û afirandina xwe bi vejîna xwe hilbijart, gelê Kurd jî bi têkoşîneke mezin a li dijî zîhniyet û têgihîştina serdest bi parastina nasname û hebûna xwe ya gel hat heta roja me ya îro.”
“Dê Newrozeke ku daxwaz bilind bibin pêk were”
Gulistan Atasoy anî ziman ku xebatên wan bênavber berdewam dikin û destnîşan kir ku ew ê bi qîrina daxwazên milyonan kesên li herêmê dakevin qadan. Gulistan Atasoy anî ziman ku ew ê bi gelek mijar û daxwazên sereke biçin pîrozbahiya Newrozê, binpêkirinên mafan ên girtiyên di tecrîd û girtîgehê de tên jiyîn hin ji van mijaran e. Gulistan Atasoy wiha axivî: “Em di pêvajoyeke wiha re derbas dibin ku hemû gelên cîhanê û Rojhilata Navîn bi qasî nan û avê hewcedarê aştiyê ne. Di vê xalê de em di pêvajoyeke wiha de ne ku em dibînin qedera hemû gelên cîhanê di têkoşîna aştiyê de derbas dibe. Gelê Kurd jî di vê têkoşînê de bedelên mezin da. Li gel daxwazên aştiyê, Newroza 2022’an dê bibe Newroza ku gel li dijî feraseta qirkirinê ya nêzî 6 sal in dewleta tirk dimeşîne, rastî û daxwazên xwe bilind bikin.
“Tecrîd û girtîgeh rojeva me ya sereke ne”
Gulistan Atasoy Newroza ku were pîrozkirin bi gotina "Newroza 2022'an bibe saleke ku gelan wateya berxwedana hevpar bibînin" nirxand, têkildarî daxwazên xwe yên sereke yên li qadan cih da van gotinan: "Em van pêkanînên qirkirinê herî zêde di girtîgehan de dibînin. Girtîgeh tijî girtiyên Kurd in û li dijî girtiyan êrîşeke pir giran heye. Dîsa qada Newrozê dê bibe qada ku li dijî van polîtîkayên qirêj ên li girtîgehan tên kirin, daxwazên herî bingehîn ên mafan bên qîrîn. Em ê di Newrozê de bi taybetî tecrîd, balê bikşînin ser pêvajoya li ser girtiyên nexweş ên li girtîgehan tên meşandin. Di nava vê îstîsmara aborî ya ji aliyê pergala kapîtalîst ku mafê perwerdeya bi zimanê xwe yê zikmakî hembêz dike hatiye afirandin dê Newrozeke ku hem li dijî şer hem jî li dijî pergala îstîsmarê dê îtîrazek bi pêş bikeve bibe.”
"Xebatên me mehek berê dest pê kirin"
Gulistan Atasoy a der barê amadekariyên Newrozê de agahî da, got ku di wateya teknîkê de hemû xebatên Newrozê bi dawî bûne. Gulistan Atasoy diyar kir ku ew ê di warê dîplomasiyê de gelek kesên navneteweyî mêvan bikin û got; “Me hemû amedakariyên xwe yên ku heta îro ji bo Newroza ku bi pêvajoya dîrokî re hevdeme bersîv bibîne meşand, ji 9’ê Adarê vir ve ragihand. Xebata me ev mehekê dewam dike. Xebatên qadê hîn jî dewam dikin. Rastiya ku pandemiya di du salên borî de hatiye jiyîn rê li ber beşdarbûna girseyî û rêwîtiya îsal nagire, nîşanî me dide ku Newroza 2022’an dê hin qelebalixtir be.”
“Em li bendê ne ku milyonan biherikin qadan”
Gulistan Atasoy axaftina xwe gel bi vexwendina Newrozê dawî lê anî. Gulistan Atasoy di banga xwe de cih da van tiştan: “Ji bo me Newroz gel e û bi girseya xwe ya li qadan xwe dide xuyakirin. Em li hêviya ku du milyon mirovên li Amedê biherikin qadan xebat dimeşînin. Bûyina Newrozê ya serê hefteyêye ji bo me tu pirsgirêkan dernaxe, em baş dizanin ku dê we rojê gel li kolanan bin. Tevî her tiştî me li her navçe û gundekî karê xwe kir. Em we rojê li qada Newrozê li benda hemû gelê Amedê ne.”