Amal Mûsa :Hejmara jinan di astên biryardayînê de zêde bûye
Wezîra Jin, Malbat, Zarok û Kesên Temen Mezin Amal Belhac Mûsa da xuyakirin ku rêjeya nûnertiya jinan di wezaretan de piştî serxwebûnê, yekem car zêde bûye.
Tûnis- Wezîra Malbat, Jin, Zarokan û Kesên Temen Mezin Amal Belhac Mûsa da xuyakirin ku biryara Serokê Komarê Qays Seîd, der barê tayînkirina yekemîn serokwezîra jin a di dîroka Tûnis û cîhana Ereb de û ragihandina pêkhateya hikûmetê ku jin ji sedê 32 cih digrin, rêjeya herî zêde ya ku ji serxwebûnê vir ve hatiye tomarkirin e û di asta neteweyî de qonaxeke girîng ava kiriye û dê piştgirî bide beşdarbûna jinan di hemû rê û astên biryargirtinê de.
Di demên dawî de di rêjeya jinan de pêşketinek berbiçav çêbûye
Roja 23ê Sibatê, bi helkefta radestkirina serokatiya Tora Herêmî ya Wekheviya Zayendî û Derfetên Wekhev di beşa xizmetguzariyê de û gihîştina astên berpirsyariyê ji Tûnisê heta Urdinê, Wezîra Malbat, Jin, Zarokan û Kesên Temen Mezin, Amal Belhac Mûsa, got ku rêjeya jinan ji bo planên kariyerê di salên berê de, ji sedî 29,7 derbas nebûye. Digel raporên ku ji aliyê hejmarek sazî û rêxistinên navdewletî ve hatine belavkirin ku tê de cudahiya rêjeya jinan ji bo astên bilind diyar dike. Ji ber ku di plana rêveberê giştî de ji sedî 25 û di plana sekreterê giştî yê wezaretê de jî ji sedî 16,10 derbas nebûye.
Amal Belhac Mûsa diyar kir ku wan di van demên dawî de pêşketineke berbiçav dîtine, ji ber ku rêjeya jinan di plana sekreterê giştî yê wezaretek de ji sedî 18.51 e û rêjeya jinan di plana rêveberê giştî de ji sedî 31 e. Ev yek îro ji her demê bêhtir bang li me dike ku em piştgiriyê bidin hebûna jinan di van çeperên pêşketî de.