Alîkariyên ji bo erdhejzedeyan dikevin berîka Talîbanê

Erdhejên li rojhilatê Efganistanê rê li ber mirin û birîndarbûna bi sedan kesan vekir. Alîkariyên tên sînordar in, di bin kontrola Talîbanê de û dikevin berîka Talîbanê. Yên di erdhejê de zêdetir mirin û ziyanê dîtin jin û zarok in.

BAHARAN LEHÎB

Nangarhar – Wîlayeta Kunar a li rojhilatê Efganistanê di nîvê şeva 31’ê Tebaxê de bi pileya 6,0 erd hejiya. Erdhejê Kabulê jî hejand. Li wîlayeta Laghman û bajarê Celalabad xisarên madî hatin raporkirin. Lê belê zirara herî mezin, li Kunarê çêbû. Du newalên girêdayî vê wîlayetê yên bi navê Çepa Dara û Dara-i Mazar, hema bibêje bi erdê re bû yek. Ji gundek yê newala Mazar ya Kunar kesek sax rizgar nebû. Hemû mirî li gorên komî hatin definkirin. Riyên herêmên erdhejzede yên li Kunarê hatin girtin, li gel hejînên li pey hev û barana dijwar şemitînên çiya pirsgirêkên gel du qadan zêdetir kirin. 

Alîkarî hemû dikevin berîka Talîbanê

Alîkariyên ku bi helîkopteran hatin kirin, kontrola wan helîkopteran di destên Talîban de bû. Gel gilî dike û dibêje; alîkarî hemû bi navê xwe qeyd kirine û ketin berîka Talîbanê. Ji gelek malbatan tenê kesek an jî du kes sax rizgar bûne. Piraniya miriyan jin, zarok û extiyar in.

Li piraniya navçe û gundên li Efganistanê mal kevn in û ji madeyên xam hatine çêkirin. Ji ber vê zû hildiweşin û gel ber bi mirinê ve dibin.

Erdehejek din di 2’ê Îlonê de bi pileya 5.6 pêk hat û navçeya Darah Nur a wilayeta Nangarhar hejand. Vê carê ji derveyî xisarên madî, windahiyên canî jî bûn rapor. Bi dehan kes birîndar bûn, gel neçar ma şev û roj li eraziyên çandiniyê derbas bike. Di vê demê de her dem daîreya meteorolojiyê di mijara barana tund û xeteriya lêhiyê de hişyarî dida. Rêxsitina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û Bernameya Xwarinê ya Cîhanê rewşa gel weke ‘krîtîk’ îlan kir.

‘Malên me hilweşiyan’

Me jî xwe gihand ji welatiyên navçeya Darah Nur a Nangarhar, Nurgul Walî ya 50 salî û wiha got: “Di erdheja yekem de malên me hilweşiyan. Herêma me çiyayî ye. Du zarokên me mirin, hinek kes jî bi sivikî birîndar bûn. Di erdehaj duyem de, malên ku hinek saxlem mabûn jî hilweşiyan. Di vê bûyerê de hejmarek zêde jin û zarok birîndar bûn. Li gundê me klînîk nîn e, tenê li navenda navçeyê, li cihekî gelek ji me dûr klînîkek heye lê belê li wir jî bijîşk û malzemeyên ku têra birîndaran bikin nîn in. Tenê hinek kes dikaribûn birîndarên xwe bibin bajarê Celalabadê.”

‘Talîban alîkariyan ji xwe re dibe’

Nurgul Walî têkildarî alîkariyan wiha got: “Hemû alîkariyên ku ji welatên biyanî û xêrxwazan hatine, destpêkê diçin berîka Talîban, piştre digihîjin gundên ku nifusa wan gelek e. Me bihîst ku alîkarî hatine wilayeta Kunar lê belê rewşa gelê li wir ji ya me ne baştir e. Kes alîkariya me nake.”

Nurgul Walî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di jiyana xwe de min ne dîtiye dewlet hat alîkariya gelên wek me xizan kir. Tenê ne alîkarîkirin, hevjîn û kurên me jî bi hincetên cuda kuştin, an jî winda kirin. Çi hatiye ji welat re çû ji zordestan re û hê heman pêvajo didome.”

Li Efganistanê erdhejên li pey hev, careke din nîşan da ku şêniyên welat ji ber afetên xwezayê û binesaziyên saxlem bê parastin e. Di heman demê de ji ber nebûna rêveberiya zeal û belavkirina alîkariyan bi adilane, êşa erdhejzedeyan du qat zêdetir bûye. Merc gelek xirab in, zarok û pîr zêdetir mexdûr bûne, gel hê li benda alîkariyê û adilane ye, alîkariyek wisa ye ku niha tenê di gotinê de dimîne.